Li Idlibê berhevkirina çopê ji bo jin û zarokan çavkaniya jiyanê ye
Zarokê bi navê Hayan dibêje: “Heya niha min dibistan nedîtiye, tiştê ku ez der barê vê jiyanê de dizanim tenê şer, xizanî û perîşanî ye ku bûye beşek ji cîhana me ya li vir ku di navbera dîwarên kampan û çopê de asê maye.”
SUHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib- Şert û mercên jiyanê yên dijwar dibin sedem ku çop ji bo debara jiyana rojane ji bo jin û zarokan li Idlibê dijîn. Jin û zarok ji bo tiştên ku dibe jê sûdê bigrin di nava çopan de digerin da ku bifroşin û debara jiyana xwe bikin.
Zarokê bi navê Muhemed Omar ê 12 salî, der barê karê çopê de wiha dibêje: "Komkirina çopê ji parsekbûnê baştir e. Kar ne şerm e, şerm ew e ku hinek mirov bi xwîna me bazirganiyê dikin.
Muhemed di çopê de li tiştên metal û plastîk, li cilan heta li xwarinê digere
Kategoriya zarokan a di vê pîşeyê de gelekî zêde ye. Ji ber ku piştî şer dibistan, xewn û pêşeroja wan wêran bû û malbat neçarî karê zarokan man.
Zarokê bi nave Hayan Al-Mai’i yê 10 salî, di seatên serê sibê de bi çenteyekî mezin û vala ber bi çopa li nêzî kampa wan li Kafr Losin ve diçe. Ew dibêje ku bavê wî miriye. Dûrbûna kampa wan ji bajaran û nêzîkbûna wê ji çopê re hişt ku di berhevkirin û firotina madeyan de kar bike da ku hinek pere qezenc bike û bide dayika xwe ji bo ku xwarinê ji wan re peyda bike. Hayan dibêje: “Heya niha min dibistan nedîtiye, tiştê ku ez der barê vê jiyanê de dizanim tenê şer, xizanî û perîşanî ye ku bûye beşek ji cîhana me ya li vir ku di navbera dîwarên kampan û çopê de asê maye.”
Sebrîa El-Elî, di sî saliya xwe de ye, dema ku ji kampa xwe ya li bajarokê Harbanûşê bi herdu zarokên xwe re derdikeve û berê xwe dide cihê çopê ji berhevkirinê sûd bigre, şerm nake. Ew di seatên sibehê de derdikeve kar heya seatên nîvroyê piştî ku pileyên germahiyê bilind dibin êdî nikare tehemul bike.
Dibe ku ne hêsan be mirov di nav çopê de bixebite û qirêjî û bêhnên ku jê derdikevin tehemûl bike, lê ji bilî vê tu çare nîn e.
Sebrîa El-Elî, bi hewceyî hemû pêdiviyên jiyanê ye. Ne av, ne elektrîk û ne jî xwendina zarokan heye. Heta lênêrînek tibî tune ye ger ew tu kar nebîne dê rewşa wê gelekî zehmet be.
“Gelek nexweşî ji çopan çêdibin”
Der barê xeterên ku ji ber çopê çêdibin de bijîşk Rawan Al-Yousef a 38 got ku çop gelek mîkroban çêdike û dibe sedema belavbûna gelek nexweşiyan. A herî girîng jî enfeksiyonên çerm, tetanûs, enterît, mîde û zirarê dide gurçikan. Divê ku mirov nêzî deverên wisa nebe bi taybetî zarok ji ber ku laşê wan lawaz e û zû bi nexweşiyê dikevin divê nêzî deverên çopê nebin.
Di jimareke ku ji hêla "indexmundi" ve hatiye weşandin de, ji pirtûka "Rastiyên Cîhanê" ya ku ji hêla îstîxbarata Emerîkayê ve hatiye weşandin de, hat diyarkirin ku Sûriye di rêza yekem a welatên herî xizan ên cîhanê de cih digre.
Sûriye di nav 100 welatan de di rêza yekem de bû, Zimbabwe di rêza duyemîn de bû û Madagaskar di rêza sêyemîn de bû. Rêjeya Sûriyeyiyan, li gorî çavkaniyê, gihîştiye ji sedî 82.5, piştre Zimbabwe bi 72.3 û Madagascar 70.7 e.