Li herêma Kobanê rewşa xwendinê: Pêşeroja 72 hezar û 130 xwendekar di xeterê de ye

Li kantona Firatê ku 5 navendên sereke yên xwendin û perwerdeyê bûn, di encama şerê ku li herêmê qewimî û nakokiyên berdewam dikin çarenûsa 572 dibistan, 72 hezar û 130 xwendekar di metirsiyê de ye.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Şoreşên herî mezin ew in ku di hizir, çand û ziman de pêk tên. Ji bo vê jî li Rojavayê Kurdistanê bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re pêşketinên gelek mezin ên di warê zimanî de hatin qezenckirin ku gelê Kurd piştî sedsalan ji êrîşên qirkirin û pişaftinê, pergala xwe ya perwerde û xwendinê spartin ziman, çand, dîrok û hebûna xwe.

Li Rojava rewşa ziman û şoreşa zimanî

Gelê Rojavayê Kurdistanê ku salên dirêj di encama hişmendiya netew-dewletê ya yek ziman-netew û siyaseta înkar û qirkirinê ya Komara Sûriyeyê de, ji mafên xwe yên perwerdeya bi zimanê zikmakî, çandî û nasnameyî bêpar man. Ji bo vê jî Kurdan li rex danûstandinên bi zimanê xwe, her dem bi rengekî veşartî hewl dane zarok, ciwan û jin jî herî kêm fêrî tîpên Kurdî, xwendin û nivîsandinê bibin. Heta radeyekê Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi vî awayî helwesta xwe ya li dijî siyaseta asîmîlasyonê nîşan dane. Heta weke mijareke balkêş jî gelê Kobanê bi piranî zimanê Erebî nizane ku ev jî xwe dispêre nepejirandina jiyana wan a ku bi zorê Erebî li ser wan hatibû ferzkirin û û çandeke din a li ser wan. Heta niha ev zext di binhişê bi hezaran kesan de maye, hê jî tê bîra ciwanên Kobanê ku çawa di refê xwe de ji ber nezanîna zimanê Erebî rastî tundî û îşkenceyê hatine.

Bi pêlên şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, gelê ku bi sedsalan hesreta zimanê xwe jiyane êdî veguherî hêrseke mezin, şoreşa xwe ya ziman jî destpêkirin. Lewre em dikarin beşeke vê şoreşê weke şoreşa herî mezin a zimanê Kurdî di Kurdistanê de bigrin dest.

Di 14 salên şoreşê de pêşketinên di warê ziman de

Gelê Rojava di her warî de xwe bi rêxistinkirin û pêşketinên gelek mezin ava kirin. Bi wateyeke din ji bo xwe pergaleke nû ya jiyanî, civakî, siyasî, xweparastin, perwerde û hwd. ava kirin. Di nav de ya herî balkêş jî pergerala perwerdeyê bû. Ji ber rastiyeke wiha hebû ku bi salan di sîstema perwerdeyê û xwendinê de materyal û zimanekî ne aydî gelê Kurd hatiye bikaranîn û bi hezaran kes jî ji vê pergalê derçûne. Lewre ezmûneke pir mezin bû ku wê çawa ji nû ve ev pergal were veguhertin, materyaleke ku xwe bispêre rastiya dîrokî, çandî, erdîngarî, felsefî, sosyolojî û zimanî a gelê Kurd were avakirin.

Ji bo pêkanîna vê xeyalê û veguhertina rastiyê, her kes bi hesreteke mezin, bi dilsozî û bi biryardariya avakirina pêşerojeke serkeftî seferber bû û berê xwe dan qadên perwerdeyê ku  dikarbûn li gel hev pergala xwendin û perwerdeyê, metiryaleke ku pênaseya hebûna gelê Kurd dike ava bikin. Ji bo vê jî bi xwendina astên zimanê Kurdî destpê bû û pişt re di baxçeyên zarokan de,  dibistan bi hersê qonaxên wê û herî dawî zanîngeha Kobanê bi xwendina xwe a bilind pêşketinên gelek mezin afirandin. Teqîneke wiha a di warê zimanê Kurdî de li Rojavayê Kurdistanê hat jiyankirin ku weke destkeftiyeke xwe dispêre mîrateya xebat û  keda zimanî a li seranserî Kurdistanê tê nirxandin û destgirtin.

Perwerdeya bi ziman û bandorên wê

Bêguman mirovê ku pergala xwe ya perwerdeyê û xwendinê li gorî zimanê xwe nebîne, ev yek gelek bandorên neyînî yên di warê derûnî, çandî û civakê jî ava dike. Jixwe zimanê dayîkê bi hest û giyanê mirov re têkildar e, ji ber vê jî ger însan li ser koka xwe şîn nebe di vî warî de nikare hest û fikrên xwe jî bi awayekî rast bîne ziman ku ev bi xwe re qutbûna ji civak û malbatê, biyanîbûna di nava çand û zimanê xwe de ye. Ji aliyê çandî ve ziman şêwazekî têgihîştinê ye jî ji ber vê qutbûna ji zimanê zikmakî di heman demê de windakirina mîrateya çandî, têgihîştin, hesta nasnameyî û girêdana bi xwebûnê re ye. Mirov milê wê yê derûnî jî ger bigre dest, xeterên wê mezintir dibin. Yekser jiyana têkçûna nasnameyî ava dike, di heman demê de lawaziya jixwebaweriyê û tevlîbûna jiyanê, girtin û veşartina hestên xwe yên kûr ku ev hest bi zimanê dayîkê re bi pêş dikevin.

Ev xalên me anîn ziman heta asteke mezin di giyanê her Kurdek de bi pêş ketiye lê ger em bala xwe bidin nifşê ku 14 sal in derfeta fêrbûn, xwendin û perwerdeya bi zimanê xwe yê Kurdî dîtine, em ê bibînin ku girêdana bi nasname, çand, civak û hebûna wan re kûtir e. Bi taybetî jî ku di materyalên tên bikaranîn de, ev aliyê wê yê avakirina kesayetên ji aliyê tevlîbûna jiyanê, sekn, hizir, raman û têgihîştinê de pir bihêz e.

Şer û pevçûn

Piştî ku Rojavayê Kurdistanê xweseriya xwe ya siyasî, civakî, leşkerî, aborî û perwerdehî ragihand, salên dirêj rû  bi rû yê şer û pevçûnên gelek giran hat. Li rex êrîşên çekdarî, şerekî taybet ê pir mezin li ser pergala perwerdeyê ya Rojavayê Kurdistanê hat meşandin. Bi taybetî jî pêvajoya ku piştî 6’ê Çileyê bi pêş ket ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê êrîşeke pir mezin bi ser herêmên di bin serweriya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de anî, pergala perwerdeyê heta radeyek qels bû.

Niha ger em binêrin, em ê bibînin xwendekarên ku bi salan e bi materyal û pergala xwendinê ya Rêveberiya Xweser perwerde didîtin, niha ji nişkave bi pergaleke nû re rûbirû ne. Her wiha li gel deverên ku heta niha gavên entegersyonê pêk nehatine, pêşeroja wan zarok û ciwanan ne zelal e. Bandorên şer û dosyaya xwendinê ya ku heta niha ya herî bi nakok e, di nava bajarên Rojavayê Kurdistanê bi xwe de jî tên jiyîn. A niha li Kobanê, navçe û gundewarên wê gelek dibistan girtî ne û bi sedan zarok ji mafê xwe yê xwendinê bêpar in.

‘Em ji şer û nakokiyên heyî bi fikiran in’

Di vî warî de Înas Ebas ku xwendekara refa 11 beşa wêjeyê ye û ji destpêka heta niha bi zimanê xwe yê Kurdî perwerde dîtiye, bi gotina ‘Em materyal û zimanekî cuda napejirînin’ hestên xwe tîne ziman.

Înas Ebas wiha got: “Êrîş û pevçûnên ku bi salan e li herêmên me diqewimin her dem bandorê li ser me kiriye lê bi taybetî êrîşên dawî bandoreke pir mezin kir. Di navbera me û xwendinê de qutbûneke mezin çêkir, heta em niha bi fikar in jî. Gelo piştî ewqas ked wê pergala me ya xwendinê çawa bibe, wê çarenûsa zimanê Kurdî çi be? Ez weke xwendekar napejirînim ku guhertin çêbibe û qebûl nakim materyal û zimanê Kurdî were guhertin.”

Çarenûsa 572 dibistan û 72 hezar û 130 xwendekar di metirsiyê de ye

Piştî şerê ku li herêmê derket rewşa xwendinê gelek bi bandor bû. Li gor bîlançoya ku ji aliyê Desteya Perwerdeyê ve ji ajansa me re hat dayîn, herî dawî di asta kantona Firatê ku li ser 5 navendan Eyn Îsa, Çelebî, Sirîn, Qinê û Kobanê belav dibû 572 dibistanên ku materyalên Kurdî û Erebî lê dihatin dayîn. Her wiha 72 hezar û 130 xwendekar û 4 hezar û 15 mamoste ji qonaxa seretayî heta amadehî hebûn lê di encama şerê ku li herêmê rû da û nakokiyên ku hê jî di dosyaya xwendinê de berdewam dikin,  niha hejmareke mezin ji xwendekaran ji mafê xwe yê xwendinê bêpar in, gelek mamoste ji karê xwe qut bûne û di heman demê de gelek dibistan jî hatine girtin. Di navenda bajarê Kobanê de ku 106 dibistan girêdayî navenda wê ne, niha di asta bajar de 4 dibistanên sereke ji ber ku koçber lê dimînin heta niha nehatine vekirin ku xwendekarên wan ji xwendinê qut bûne. Her wiha hinek dibistanên li gundewarên girêdayî Kobanê jî di nava hewldana çalakirina wê de ne.

‘Em weke mamoste û xwendekar di metirsiyê de ne’

Aljîn Hemo ku mamosteya branşa dîrokê ye li bajarê Kobanê li ser vê rewşê ev nirxandin kir: “Weke mamoste em li ser xwendekar û şagirdan metirsîdar in, rast e piştî demekê û li gorî derfetên heyî me dest bi werza duyemîn kir lê derûniya xwenedekaran gelek nebaş bûye. Gelek ji wan tenê weke fîzik tevlî xwendinê dibin, heta şagirtên me yên jîr jî lawazbûn e. Ji bilî vê yekê her dem ji me dipirsin û di metirsiyê de ye ku zimanê Kurdî ji holê rabe ango pergala wan were guhertin.”

Tevî ku li gorî lihevkirina 29’ê Çileyê ya xwe dispêre entegeresyona demokratîk di navbera QSD’ê û hikûmeta demkî ya Şamê de, em dibînin ku hinek dosya heta niha jî di rewşeke bi aloz de ne. Yek ji van dosyayên bi nakok jî ya perwerde û xwendinê ye ku pêşeroja bi sed hezaran xwendekarên di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dixe metirsiyê.