Li hemberî tundiyê li ber xwe da, ji ber nehat parastin hat qetilkirin!

Canan Işik a ku li Semsûrê ji aliyê hevjînê xwe Mahmut Işik ve her dem rastî tundiyê di hat, bi zarokên xwe re çû ba malbata xwe lê piştî çendek birayê hevjînê wê yê ku çawîşê pispor bû hat mala wan û ji bo vegere mala xwe wê îqna kir û şandin malê. Canan Işik piştî ku çû malê dîsa ji nû ve rastî tundiyê hat bi zarokên xwe re çû stargehê û doza hevberdanê vekir lê rojek beriya doza telaqê ji aliyê zilamê ku pê re zewicîbû û biryara parastinê girtibû ve hat qetilkirin. Malbata Canan Işik xwest ku kiryar cezayê herî giran bigre.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Semsûr – Li Semsûrê di 17'ê Çileyê de, seatên êvarê Canan Işik a 25 salî ji aliyê Mahmut Işik ê 27 salî ku bi wî re di pêvajoya hevberdanê de bû ve hat qetilkirin. Canan Işik a ku di zewaca xwe ya 5 salan de bi awayekî pergalî rastî îşkenceyê dihat û bi rapora derbê der barê kiryar de biryara dûrxistinê hatibû girtin, rojek beriya doza telaqê li Taxa Turgut Reîs a li navenda bajêr rastî êrîşê hat. Dema dayika 2 zarokan Canan Işik li nexweşxaneya ku rakirin jiyana xwe ji dest da, kiryar Mahmut Işik ê ku piştî ji cihê bûyerê reviyabû, di demeke kurt de hat girtin û wî şandin girtîgehê.
Di tevahiya zewaca xwe de rastî tundiyê hat
Hat hînbûn ku Canan Işik di tevahiya zewaca xwe de rastî îşkenceya pergalî û gefên kuştinê hatiye, kiryar Mahmut Işik li 2 zarokên xwe yên yek ji wan 2 û yê din 4 salî tundî kiriye. Malbata Canan Işik diyar kir ku keça wan her tim ji aliyê Mahmut Işik ve bi gotinên wekî “Ez ê te bikujim, nahêlim tu bijî” hatiye tehdîtkirin. Canan Işik a ku piştî îşkenceya pergalî û gefên kuştinê ya bi zarokên xwe re rû bi rû ma, biryar da ku biryara hevberdanê bigre, par ji malê derket û çû mala malbata xwe ya li Qersê.
Ji bo vegere ba kiryar wê îqna kirin
Canan Işik piştî ku li ba malbata xwe ma, ji aliyê birayê hevjînê xwe Mahmut Işik ê çawîşê pispor ve gelek caran gazî kir ku vegere malê. Birayê Canan Işik Latîf Urun jî got; “Birayê kiryar M. Işik hat û bi me re axivî. Îdia kir ku ew kefîlê birayê xwe ye û birayê wê êdî tundiyê li hevjîna xwe nake. Got: “Birayê min tiştekî nake, ger bike wê demê ez ê wî bi destên xwe ceza bikim.” Piştî vê axaftinê Canan ji nû ve ji Qersê çû Semsûrê gel Mahmut Işik.”
Biryara parastinê Canan neparast!
Canan Işik piştî vegeriya rastî heman tundiyê hat, piştî tundiya ku dît, rapora derbê girt û çû midûriyeta polîsan. Canan Işik biryara hevberdanê da û bi zarokên xwe re li stargehê bi cih bû. Canan Işik piştî ku der barê Mahmut Işik de doza hevberdanê vekir, di 17'ê Çileyê de rojek beriya dozê li nîvê kolanê hat qetilkirin.
“Bila kiryar cezayê herî giran bigre” 
Ferdên malbatê ku piştî mirina Canan Işik ji bo cenaze bigrin çûn Semsûrê, diyar kirin ku malbata Mahmut Işik der barê bûyerê û piştê bûyerê de tu agahî nedane wan. Malbatê diyar kir ku agahiya mirina wê ji polîsan hîn bûne. Birayê Canan Işik, Latîf Urun ê ku em li ser mijarê pê re axivîn, diyar kir ku ji bo Mahmut Işik cezayê herî giran bigre, çi ji destên wan bê dê bikin. Latîf Urun di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Ez hêvî dikim ku ev mirina dawî be. Em naxwazin bûyerên wiha çêbibin û kes zirarê bibîne. Divê ev kes cezayê ku heq dike bigre. Em ê di vî warî de tişta ji destên me tê bikin.”
Baro dê dosyayê bişopîne
Komîsyona Jinan a Baroya Semsûrê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Semsûrê dê lêpirsînê bişopînin.