Li gundan jiyan bi keda jinan zindî ye
Zevî, baxçe, ajalvanî, tenûr û karên malê... Jin hemû barên jiyana gund hildigrin. Şukran Çetînkaya bal kişand ser rola diyarker a keda jinan a di jiyana gund de û got: “Em sifreya xwe bi tiştên ku me hilberandine datînin.”
MEMÎHAN HİLBÎN ZEYDAN
Colemêrg – Ji bo domandina jiyana gund, keda herî mezin jin didin. Ne tenê li gundan, li her qadên jiyanê jin xwedî keda nayê dîtin in. Axê diçînin, nan çêdikin, pez û dewaran didoşin, ji şîr, penêr, mast û rûnê nivîşk çêdikin. Her çiqas karên wek kolandina zevî mêr bikin jî, yên ku xwarina yên di zevî de dixebitin amade dikin, çay dibin û destek didin karê wan, dîsa jin in. Ji derveyî van hemû berpirsyariyan, karê malê û xwedîkirina zarokan piranî li ser milê jinan e.
Şukran Çetînkaya ya 44 salî ku li navçeya Xirwatê ya Geverê dijî, yek ji jinên ku li gund vî barê giran girtine ser milê xwe ye. Dema li ser tenûrê nan çêdikir, li aliyek jî behsa asta keda ku di jiyana gund de nayê dîtin kir.
Berpirsyariyên li jinan hatine barkirin
Şukran Çetînkaya da zanîn ku ev nêzî 20 salan e hem karê malê û hem jî karê gund bi hev re dike û jiyana xwe ya rojane bi van gotinan anî ziman: “Ez hemû karê xwe bi xwe dikim. Ez baxçe diçinim, nan çêdikim, bêrîvaniyê dikim, penêr çêdikim. Li kêleka vana jî ez bi karê malê re jî eleqeder dibim. 5 zarokên min hene, hemû jî xwendekar in. Beşek rojê li zozanan bi dotina pez derbas dibe. Dema karê zevî destpê dike jî, ez bi xwarin û çaya ji bo yên di nav zevî de dixebitin re eleqeder dibim.”
Şukran Çetînkaya diyar kir ku beşek mezin a karê gund li ser milê jinan e û jin destekê didin karê ku mêr dikin û wiha got: “Em karê xwe bi xwe dikin. Lê dema karek mêran çêdibe, dîsa pêwîstî bi me heye. Em xwarina wan amade dikin û pêwîstiyên wan pêk tînin.”
Roj li ser tenûrê destpê dike
Şukran Çetînkaya anî zîman ku çêkirina nan pêvajoyek dirêj û bi zehemet e, karê ku di saetên zû yê sibehê de destpê dike wiha anî ziman: “Ez sibehê saet di şeşan de radibim hevîr dikim. Piştî hevîr tirş dibe, em tenûrê pêdixin. Heta tenûr sar dibe, em nanê xwe di tenûrê de çêdikin. Ne tenê nan, em kadeyan jî çêdikin. Hinek caran em saet ji şeşan heta çarê êvarkî bi çêkirina nan ve mijûl dibin. Dema karê tenûrê xilas dibe, em hewl didin bighîjin karê malê. Piştre pez, piştre jî em çêlekan didoşin.”
Şukran Çatînkaya diyar kir ku bi hatina havînê re barê kar zêdetir dibe û da zanîn ku bi taybetî bi nêzbûna dema bêrîvaniyê re amadekarî destpê dikin.
‘Em sifreya xwe bi tiştên ku me çêkirine datînin’
Şukran Çetînkaya got ku jin ne tenê bi karê malê re, bi çandinî, sewalkarî û her qonaxan re eleqeder dibin û diyar kir ku piraniya rojên xwe di zevî, baxçe yan jî xwezayê de derbas dikin. Şukran wiha got:
“Gava ku dema penêr tê, divê giya bê komkirin. Hinek caran em diçin pincarê, hinek cara em sîr kom dikin, hinek deman jî em bi baxçe re eleqeder dibin. Rojên me yên vala, tune. Li kêleka vana, mêvan û dawet çêdibin. Hemû dîsa em rêve dibin. Em neçar in van karan bikin, ji ber ku em debara xwe bi vêya pêk tînin. Em sifreya xwe bi tiştên ku me hilberandî datînin. Li cihê em ji marketê bigrin, em bi keda xwe çêdikin û dixwin.”
Hevgirtin hê jî didome
Şukran Çetînkaya ragihand ku li gund hevgirtina di nava jinan de didome û ên ku tenûra wan tune, yên cîranê xwe bikar tînin, di çêkirina nan de destek didin hevdû û wiha pê de çû: “Karê kê hebe, em hewl didin alîkarî bidin hevdû. Berê dema li malekê tenûr dihat dadan, jinên taxê hemû li hev kom dibûn. Yekê alîkarî dikir, yekê çay çêdikir û dianî. Hê jî hevgirtin heye, lê ne mîna berê ye.”
Şukran Çetînkaya bi ken bersiva pirsa “Destê te yê tazî çawa ji tenûrê naşewite?” wiha da: “Em fêr bûne û êdî destê me naşewite.” Şukran di dawiyê de bi van gotinan behsa karên xwe kir: “Wê di demek nêz de bêrîvanî destpê bike. Ji ber wê ez nanê xwe ji niha de amade dikim. Bêrîvanî êdî ji bo me wek kêfê ye. Em nan û çaya xwe digrin û li gel jinan diçin. Em hem dixebitin, hem jî alîkariya hevdû dikin. Em bi hevre dixwin û vedixwin. Em şîr didoşin û bi hevre dikin penêr û nivîşk. Erê em diwestin, karê me bi zehmet e. Lê em hem neçar in, hem jî jê hez dikin.”