Li Filistînê birçîbûn bi têkbirina çavkaniyên jiyanê didome
Tevî agirbestê jî ji ber wêrankirin, bilindbûna bihayan û kêmbûna alîkariyan, li Xezayê krîza birçîbûnê didome û malbat bi vebijarkên xwarinê yên sînorkirî re rûbirû ne.
REFÎF ISLÎM
Filistîn – Piştî ku Îsraîlê di Cotmeha 2025'an de ragihand ku agirbest hatiye erêkirin jî, birçîbûna li Filistînê bi dawî nebû. Ji ber ku bi awayên cûrbecûr berdewam kir, destpêkê bi wêrankirina qadên çandinî, ajalî û masiyan, piştre bi sînorkirina alîkariyên mirovî tenê li ser xwarinên karbohîdrat û libjakan bêyî proteînan û di dawiyê de jî bi bilindkirina bihayên kelûpelan bi rengekî din e. Vê yekê gelek malbat neçar kirin ku xwe tenê bi tiştên ku zikên wan ên birçî têr dikin sînor kirin û ev tam tê wateya têgîna "endazyariya birçîbûnê."
'Nîv milyon kes li Xezayê ji pêdiviyên sereke bêpar dimînin'

Lêkolînera aboriyê Wiyam Wehbe diyar kir ku rewşa li Zîvala Xezayê bi awayekî bingehîn nehatiye guhertin. Wiyam got: "Tevî ku derbaskirina alîkariyan bo bajarê wêranbûyî hinek bû sedem ku dijwariya qeyranê kêm bibe. Lê daxuyaniya Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP) derbarê kêmkirina alîkariyan a ji ber kêmbûna fînansmanê de, wê nîv milyonî ji xelkê Xezayê ji bidestxistina pêdiviyên wan ên sereke yên xwarinê bêpar bike. Mîna ard, birinc û libjakan ên konservekirî ku piranî malbat bi taybetî di amadekirina firavînê de xwe dispêrin wan."
Wiyam Wehbe da zanîn ku piraniya malbatan xwe dispêrin xwarinên ku pêdiviyên wan ên xurekî bicih naynin û ev agahî dan: “Belkî tenê hesta birçîbûnê taloq dikin. Ji ber ku nikarin destkeftina goşt, sebze û fêkiyan bikin. Nêzîkî milyonek û nîv kes bi kêmbûna ewlehiya xurekî re rûbirû ne. Bi taybetî jî zarok, jin û extiyar. Ev yek nayê wateya ku ciwan û zilam ji vê rewşê têne dûrxistin.”
Bihabûn jî nahêle welatî pêdiviyên xwe bikirin
Wiyam Wehbe tekez kir ku kêmasî ji ber xwezaya hawirdekirina hin kelûpelan û derbaskirina wan bo Zîvala Xezayê jî çêdibe, li wir şîrînahî û vexwarinên bi gaz, beşek ji tiştên pêşkêşkirî dagir dikin. Wiyam wiha domand: "Goşt û hêk ji bo ku bêyî xerabûnê bighên vir, pêdiviya wan bi mesrefên zêde heye. Ji ber ku ew tenê bi kamyonên sarincokî tên veguhastin. Gelek caran ev kamyon li dergehan rastî derengketinê tên, ev yek mesrefa derbaskirin û depokirinê li ser bazirgan zêde dike. Bazirgan jî bi xwe bihayê li ser serfkar bilind dike. Ji ber vê yekê, welatî nikare bikire."
Wêrankirina bankaya tov û zeviyên çandiniyê ewlehiya xurekî tehdît dike
Wiyam Wehbe destnîşan kir ku Xezayê beriya şer, xwediya bankayek tov a yekgirtî ya ji bo hemû cureyên çandiniyan bû ku li rojhilatê bajarê Qerara ya bajarê Xan Yûnisê li başûrê Zîvala Xezayê hatibû avakirin. Wiyam dibêje: "Ew rastî hedefgirtina rasterast a hêzên Îsraîlê hat. Berpirsên vê projeyê bi însiyatîfek kesane karîn 32 cureyên tov berhev bikin. Paşê ew gav şopandin, bi çandina şitlan û derxistina tovan ji wan ji bo ku li konekî ku li bajarê Dêr El-Bexel a navenda Zîvala Xezayê hatiye danîn depo bikin. Ji bo ku di pêşerojê de careke din di çandiniyê de bên bikaranîn."
Wiyam Wehbe da xuyakirin ku piraniya zeviyên ku ji bo çandiniyê guncav in li Zîvala Xezayê li pişt "xeta zer" in, loma eger xelk bixwaze erdan sererast bike û biçîne, divê li benda destûrdayîna gihîştina wan bin. Di heman demê de erdên mayî yên ku ji bo niştecihan li ber dest in, li herêmên rojavayî ne ku xwediyê axeke qûmî ya zer in û ji jîngeha peravê bandor bûne.
Qelskirina çavkaniyên xwarinê
Li gorî gotina Wiyam Wehbe, rêzenivîsa van tedbîran bi lêdana zeviyên mirîşkan an jî hiştina wan bêyî çavdêrî temam bû, ji ber ku xwediyên wan nikaribûn di demên koçberiya li pey hev wan veguherînin. Wiyam wiha pêl da gotinên xwe: "Birçîbûnê mirov, ajal û çivîk li bajarê wêranbûyî zevt kirin. Ev yek jî nîşan dide ku Îsraîl xebitiye da ku bi rêya wêrankirina tov û zeviyên çandiniyê, astengkirina çavkaniyên avê, armanckirina inkûbatorên mirîşkan (fûqas) û paşê girtina dergehan û sînorkirina derbaskirina pêdiviyan, çavkaniyên xwarinê qels bike."
'Birçîbûn wek bombeyekê ye bi awekî cuda mirovan dikuje'
Lêkolînera aboriyê Wiyam Wehbe tekez kir ku birçîbûn dişibe bombeyeke wêranker, bi awayekî din dixebite, di demdirêjî de niştecihan dikuje. Wiyam dawiyê wiha got: “Ji ber vê yekê, jina Xezayî nikare ji ya ku di salên çûyî de kiriye zêdetir bike da ku malbata xwe ji niheqiya birçîbûnê biparêze. Di heman demê de rûbirûbûna vê qeyranê li ser milê saziyên navneteweyî, mafparêz û mirovî dimîne.”