Li Efganistanê jinên rojnamevan di hedefê de ne

Jinên rojnamevanên Efganistanê yên li gel hemû zehemtiyan jî di karê xwe de bi israrin dibêjin: “Di bingehê van hemû pirsgirêkan de deshilata heyî ya dijminiya jinan dike ji pêşketina jinan ditirse. Ji ber dizane bi zanebûn û pêşketina jinan re civak jî pêşdikeve. Divê em jin jî li hemberî zehemtiyên tê jiyîn gav pajde navêjin, ger em di ya xwe de bi israrbin dê deshilata heyî nekare dengê azadiya ramanê bitepisîne.”

PERWANE KÎBRÎT
Kabil - Bi hilweşîna dewleta Talîban û hatina ser kar a hikumeta Hamit Karzayî di sala 2001’an de bi pêkanîna demokrasiyek qismî derfetek ji bo pêşketina xebata ragihandinê çêbû. Di rewşek beriya hikumeta Komara Îsami ya Karzayî tenê ragihandinek dewletê ya radyo û televizyonên netewi xebat dikir. Ev ragihandin jî neçarbû ku her hikumet bê guherin ew ji ruyê xwe biguhere ku niha ji hikumeta Eşref Xeni ya li ser kare diparêze. 
Di 20 salên dawî de zemînek baş ji bo xetabên ragihandin û rojnamevanan çêbûye. Kêm jî be di vê pêvajoyê de azadiya ramanê hebûye, lê ev nayê wê wateyê ku tehdît li ser jiyana rojnamevanan û ragihandinê nîne. Li gorî danêyên Komîteya Parastina Rojnamevanên Efgan di 8 salên dawiyê de ango ji 2013 heya 2020’an 74 rojnamevan hatine kuştin, 262 hatine tehdidkirin, 170 rasti şideta fizikî hatine, 132 hatine birîndarkirin, 19 hatine revandin, pirsgirêk ji 31’an re çêkirine, 170 rastî tacîzê hatine, 5 hatine windakirin û 14 jî dibin çavdêriyê dene ku tên şopandin. Di çend mehên dawî de jî çend rojnamevanên dinê hatine kuştin û birîndarbûne ku piraniya wan jinin. Ev rewş dibe sedema nerihetiya piraniya rojnamevanên welat tayîbetî jî jinên rojnamevanên. Jinên rojnamevanên Efganistanê pirsgirêk û tengaviyên derdikevin pêşiya karê wan ji ajansa me ya JINHA yê re nirxandin.
“Hewceye em jin li hemberî astengiyan bi israrbin”
Rojnamevana radyo û televizyona netewî Xedîce Emîn zehmetiyên weke jinên rojnamevan pêre ru bi ru dibin wiha anî ziman: “Rewşa ewlekariya welat bandorek mezil li ser jiyana rojnamevanan kiriye. Ji ber rewşa xirab a ewlekariyê kes naxwaze nêrîn û roportaj bide. Di heman demê de ev ji bo me jî dibe sedema nerehetiyê û stresê çêdike. Dijminên Efganistanê di rastiyê de dixwazin bi kuştin û tehdidkirina rojnamevanan azadiya ramanê bifetisînin, pêre jî bandorê li dengê mezlum û rewşenbîrên gotina wan di nava civakê de heyî bikin. Ji ber civaka me civakek mêrsalare napejirîne jin bi rehetî karê rojnamegeriyê bike. Ji ber wê jî timî astengiyan derdixe pêşiya jinan. Di bingehê van hemû pirsgirêkan de deshilata heyî ya dijminiya jinan dike ji pêşketina jinan ditirse. Ji ber dizane bi zanebûn û pêşketina jinan re civak jî pêşdikeve. Divê em jin jî li hemberî zehemtiyên tê jiyîn gav pajde navêjin, ger em di ya xwe de bi israrbin dê deshilata heyî nekare dengê azadiya ramanê bitepisîne.”
“Me jinan pişperdeyên ji me re hatîn diyarkirin derbaskirine”
Nûçegihana dengê Emerîka Mehsume Bihar jî nêrînên xwe yên di derbarê zehmetiyên jinên rojnamevan de wiha pênase dike: “Ji ber rojnamevan di qadên xeter de meşxulî xebatê ne, timî bi xeteriyan re ru bi ru dimînin. Rewşa nebaş a ewlekariyê xebatên rojnamevanan û qada wan a kar teng kiriye. Ji hemû kesîmên civakê û malbatan zêdetir ragihandin qurbaniyan dide. Civaka me civakek kevnepereste, ji ber wê jî timî jinan li piş perdê dihêlin û li hemberî jinan xwedî nêrînek negatîfe. Ev nêrîna civakê ya negatîv dibe zemînek ji bo hêzkirina nêrîna dimjiniya li hember jinan. Pergal naxwaze jin pêşkevin û weke mêran bi rehetî di nava civakê de xebat bike. Ew dem derbasbûye êdî em jin êdî ne li piş perdê ne, ne ji bo mal gêzîkirin û di aşxanê de xwarin çêkirinê ne, em dikarin ji mêran zêdetir kar bikin û di her aliyê jinanê de rola xwe bilîze. Mixabin rewşa li welat serwere û nêrîna tarî ya li dijî jinan û azadiya ramanê li gel bûye sedem canê gelek rojnamevanan bê girtin û jiyana xwe ji dest bidin jî di heman demê de gelek jî neçar kirine yan dest ji kar an jî welatê xwe berdin.”
“Ez neçar mam ji welat derkevim”
Ji rojnamevanên feminîst û azadîxwaz di heman demê de parêzvana mafê jinê û mafê mirovan a Efganistanê Vîda Saxerî jî ji ber sedemên siyasî û ewlekariyê welat terikandiye. Vîda da zanîn cihê têde dixebitî nedikarîbûn jinek feminîst û ne misilman di nava xwe de tehemûl bikin ji ber wê jî ji xebatên ragihandinê derketiye û sedema derketina xwe ya ji welat jî wiha tîne ziman: “Rewşa welat a heyî pir bandor li ser azadiya raman û kesan kiriye. Gelek rojnamevanên jin an dest ji kar berdane li malê runiştine, yan jî ji welat derketine çune. Heta ew rojnamevanên mêr ên xwedî hêzin jî bi malbatî ji welat derketine û di rewşek ne aram de dijîn. Sedema derketina min ji welat terorên bi armanc û nebûna ewlekarî di navendên kar û jiyanê de ji bo jinên ragihandinê, aktivîstan û parêzvanên mafê mirovanbû. Di du salên dawiyê de di lîsteyên terorê yên Ebu Ubeyîde, Şewrayî Kuweyîta û Talîban bi awayek sîstematîk cîh girtiye. Salekê min jiyan û xebatên xwe bi awayek veşartî daye meşandin, paşê min biriyar da vekirî kar bikim û risk bigirim. Lê mixabin vê carê jî saziyên ragihandinê ez ne pejiranim, ji ber navê min di bultena sor a xeter dene û naxwazin ragihandina wan ji bikeve bin metirsiyê. Ji ber wê jî ez neçar bûm ji bo jiyana xwe û zarokên xwe biçim derveyî welat.”
 Vîda Saxerî bal kişand ser teror û qetlên di salên dawiyê de li ser rojnamevanan zêdebûye û sedemên wê jî weke du xalên sereke wiha pênase kir: “A yekem nebûna serweriya dewletê û lewaziya hêza wê li hember gurupên terorîstan û komên oldarên radîkal di nava civakê de ku ev jî bûye sedem destê wan vekirî be ji bo ku rojnamevanên xwediyê ramana azad ku weke dijminên xwe dibînin ji holê rakin. Sedema duyem jî ji ber terorkirina rojnamevanan di nava civakê de deng vedide û kesîmên cuda û tevahî welat li hemberî rewşa nebaş a heyî şiyar dike ku kiriyarên wan ên weke êrîşên ser rojnamevanan  tewanbar nîşan didin. Ji bo nîşan bidin ku li ser civakê serwerî nîne û gel di rewşek tirsê de bihêlin, bi vî şêwayî êrşî dikin.”
Vîda Saxerî diyar kir ku ji ber terorîzim li Efganistan bi awayek mezhebî û kevneşopî dewam dike, ev şêwaza eşîrî şerê xwe yê dawî li hember maf û azadiya jinan dimeşîne û wiha dom kir: “Herî zêde jinan dikin armanc. Ji ber ku erk û berpirsiyariya herî mezin di civaka sivîl de di dinyaya ku weke azadiya kesanî û civakî tê pênasekirin rojnamevaniye. Ji ber wê jî ger jinek li ser vê rêyê bimeşe pir normale ku ji aliyê terorîstan ve were armanc girtin.” Vîda Saxirî di wê baweriyê dene ku bi armanckirina jinên aktîv ên civakê teqez dibe ku deshilata heyî ji pêşketina jinan ditirse û vê jî weke giringiya xebatên jinan dide diyarkirin û got: “Ger mewîzyên xebatê werin guherîn û çekên weke kamera û mikrofun di destê me de nebe jî kes nikare pênûsê ji destê me bigire. Di her deverek cîhanê de em dikarin têkoşina agahîdayînê dewam bikin. Rewşa dawiyê ya Efganistanê bûye sedema kêmbûna jinan di nava xebatên ragihandinê de. Heta xebatên hinek ragihandinên taybet ên jinan hatine rawestandin. Her wiha hinek navendên ragihandinê di hinek bajaran de ji ber metirsiyên ewlekariyê û zextên ji aliyê pergalê ve tên kirin xebatkarên xwe yên jin ji kar derxistine.” 
“Bi pirsgirêkan re têkoşîn heya mîsogeriya serkeftinê”
Yek ji bêjerên radyo û televizyona INÊKAS a navenda wê li bajarê Nengerharê Nadiye Mumend jî girêdayî xebatên xwe yên ragihandinê ev tişt got: “Ji aliyê malbata min ve ti tengasî ji bo karê min ê ragihandinê derneketiye, lê rewşa nebaş a ewlekariyê û tehdîdên heyî bûye sedem ku heskirina min a ji bo kar kêm bibe û ji kar qut bibim. Dema ku min çar hevalên xwe di ragihandinê de windakir û ew hatin kuştin, min dîsan bi îsrar karê ragihandinê dewm kir. Lê tehdîdên ku ji aliyê dijmin ve ji bo navenda me dihat rêveberiya televiziyonê neçar kir ku xebatkarên xwe yê jin ji bo demekê ji televizyonê derxîne.” 
Nadya da zanîn ku piştî kuştina hevalên xwe ew jî dibin şopandin û tehdîdan de maye. Nadya bilêv kir ku dema neçar dibe derbasî Kabîlê bibe dibin ewlekariya Komîteya Parastina Rojnamevanên Efganistanê de cîh digire. Nadya li gel ku di navenda terorîzmê de xebat dikir jî di nava axaftinên wê de tirs û bêhêvîbûn nedihat dîtin, bi vê xwebawerbûnê ji bo jinên Efganistanê dibêje: “Tucarî ji pirsgirêkên jiyanê nerevin, netirsin û binketinê ji xwe re nepejirînin. Ger hun dixwzin bijîn wêdemê hewceye hun bi pirsgirêkan re têkoşîn bikin, heya serkeftinê mîsoger bikin.