Li Efganistanê jinên extiyar xizmeta malbatê dikin
Li Efganistanê, pîrbûn ji bo gelek jinan bi xizanî, nexweşî û girêdayîbûna bi kesên din ve diyar dibe. Jinên ku bi salan e lênêrîna malbatên xwe kirine, niha bi kêmbûna dahat û zehmetiyên gihîştina lênihêrîna tenduristiyê re rûbirû ne.
BAHRAN LEHÎB
Efganistan – Li Efganistanê pîrbûn bûye pirsgirêkek cidî. Gelek malbat hêvî dikin ku ji bo di dema pîrbûna xwe de tenê nemînin, zarokên wan hebin. Bi taybetî jî dixwazin kur bin, lê ev hêvî her gav nayê bicihanîn.
Di piraniya malbatan de, sermiyan û milk di destê mêran de ne. Dê û bav carna red dikin ku milkan di navbera zarokên xwe de heya dawiya jiyana xwe parve bikin. Ji bo ku piştgiriya kurên xwe winda nekin wiha dikin. Her çiqas li gorî qanûna Îslamî mafê wan ê para mîratê heye jî, di gelek malbatan de jin ji bo îdîakirina mafên xwe bi zext û nerînên neyînî re rûbirû dimînin. Hinek bira hene ku hewl dikin wan ji mîratê derxin.
Ji sedî 4’ê nifûsa Efganistanê ji kesên 55 salî û jortir pêk tê
Lê belê, her ku dê û bav pîr dibin, beşek girîng a berpirsyariya lênêrîna wan dikeve ser milê keçên wan. Gelek jin lênêrîna dê û bavên xwe yên pîr dikin; tewar li dijî daxwazên hevjînên xwe jî derdikevin. Bi gelemperî rewşa mêran pîr baştir e, ji ber ku dibe ku xwediyê erd, xanî an teqawîdê bin. Lê gelek jinên pîr, piştî salan ji xwedîkirina zarokan û karên malê, bê piştgiriya darayî dimînin û girêdayî kesên din dibin. Windakirina hevjîn jî rewşa wan xirabtir dike.
Texmînên Neteweyên Yekbûyî nîşan didin ku ji sedî 3 heta 4 ê nifûsa Efganistanê ji kesên 55 salî û jortir pêk tê û hejmara kal û pîran gav bi gav zêde dibe. Li gorî amarên Rêveberiya Amar û Agahdariyê ya Neteweyî ya Efganistanê, di sala 2022’yan de nêzî milyonek û 445 hezar û 750 kesên kal û pîr li vî welatî dijiyan.
Pîrek ku xizmeta karkerên malê dike

Piştî ku Talîban dîsa bû desthilatî, dayîna teqawîdiyan rawestiya û nerazîbûnên teqawîdvanan bê bersiv man. Di encamê de, gelek kesên pîr neçar man ku ji bo dabînkirina debara xwe serî li parsektiyê an jî keda dijwar bidin.
Em bi Xedîce Huseynî ku dayîkeke pîr e û li parêzgeha Bamyanê dijî re axivîn. Pîra Xedîce ku bi zor dimeşiya, wiha got: “Bêhna min diçike. Her du kurên min, jin û zarokên wan hene, ew ji sibê heta êvarê xalîçeyan çêdikin an jî debara malbatên xwe dikin. Tevî nexweşiyên xwe, ez jî karên malê bikim. Ger yek ji bûkên min karên malê bike û ez bêhna xwe bidim, leza kar hêdî dibe û dahata malbatê kêm dibe.”
‘Ev şêwaza jiyanê ji bo min pir dijwar e û acis dibim’
Me li parêzgeha Qendaharê serdana Tahîra Welîd jî kir. Rewşa wê ya darayî çêtir bû, lê wê ji reftara zarokên xwe gazin kir û got: “Hevjînê min şeş sal berê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da û xaniyek û hinek erd li pey xwe hişt. Yek ji keçên min li derveyî Efganistanê dijî. Ew her meh ji min û kurê ku ez bi wî re dijîm re pere dişîne da ku çar birayên wê ji lênêrîna min dûr nekevin. Keça min a herî biçûk tevî zexta hevjînê xwe jî, hewl dide ku serdana min bike û di paqijkirin û lênêrînê de alîkariyê bike, lê ew nikare her roj vê yekê bike. Di dawiyê de, kurê min ê mezin biryar da ku ez her meh bi dorê li malên çar kurên xwe bimînim. Ev şêwaza jiyanê ji bo min pir dijwar e û acis dibim.”
‘Ez û hevjîn ê xwe tenê dikarin mehê carek hevdu bibînin’
Fazîlah Rehmanî li quncikekî bajarê Taxar dijî. Dema ku me serdana wê kir, wê bi germî silav da me û behsa jiyana xwe kir: “Hevjînê min û du kurên min hene. Wan biryar da ku me ji hev veqetînin da ku lênêrîna me bikin. Ez bi kurê xwe yê mezin re dijîm. Min û hevjînê xwe di ciwaniya xwe de salên pir dijwar derbas kirin û zarokên xwe gihandin asta herî bilind a perwerdê. Îro, her çend ez û hevjînê min ji her demê bêtir hewcedarê hev in jî, em neçar in ku bi biryara zarokên xwe ji hev cuda bijîn. Hevjînê min bi kurê min ê biçûk re dijî û em tenê dikarin mehê carekê, ji bo rojekê hev bibînin.”

‘Dema pere tune ku dermanan bikirin, divê ez êş bikşînim’
Li yek ji taxên Kabulê, em rastî dayîkeke pîr hatin ku nikaribû lêçûnên xwe yên bijîşkî bide. Xal Bîbî Walî ya 72 salî, bi çavên tijî hêsir got: “Carna daxwaza min a tenê ew e ku bikaribim dermanên xwe bikirim. Piştî mirina hevjînê min, ez bi malbata kurê xwe re dijîm. Ez ji tansiyona bilind, êşa movikan û pirsgirêkên dîtinê dikşînim. Ez nikarim bixebitim û dahata min tune ye. Zarokên min her tiştê ku qezenc dikin li ser nan û kirê xerc dikin. Dema ku pere tune ku dermanan bikirin, divê ez êş bikşînim.”
Gelek kes nikarin xwe bidin dermankirin an jî dermanan bikirin
Lêkolînên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê nîşan didin ku gelek kal û pîrên Efganî ji nexweşiyên kronîk ên wekî tansiyona bilind, şekir, nexweşiya dil, pirsgirêkên movikan û lawazbûna dîtinê dikşînin. Lê belê, gihîştina wan a lênihêrîna tenduristiyê sînordar e, nemaze li deverên gundewarî wiha ye. Gelek kes nikarin xwe bidin dermankirin an jî dermanan bikirin. Desthilatdariya li Kabulê di salên dawî de di pêkanîna bernameyên bi bandor a ji bo piştgiriya kal û pîran de jî têk çûye. Di dema hikûmeta berê de, planek ji bo avakirina navendên lênêrîna kal û pîran hate pêşniyarkirin. Lê ev plan rastî dijberiyek tund hat û ji hêla meclîsê ve nehat pejirandin.