Li Efganistanê ji ber Talîbanan jiyan veguheriye dojehê

Esman tarî erd germ, kolanên ku bûne çol. Gundewarên zer û bê reng, dikanên kilîtkirî û li hemû malan şîn û xemgînî heye... Ev hemû ji ber pêkanînê Talîbanan çêbûne. Bi taybetî li ser jinan pêkanînên wisa qirêj hene ku cihê wan di tu bîr û baweriyê de tune ye. Jinên temenê wan di navbera 15-45 salî de ji aliyê vê rêxistina hov ve tên revandin û zewicandin.

PERWANE KIBRÎD

Kabil – Efganistan vegeriyaye beriya deh salan. Wan salan jî salên weke îro metirsîdar bûn. Her kes direviya, koç dikir û jin jî tenê li malan diman... Talîban li dijî pîvanên nîqaşên aştiyê yên navbera Efganan, ketiye rewşa dagirkerî, sepandin, şîdet û zagonên zordar ên li welat. Li kêleka dagirkeriya cih û kesên girêdayî dewletê bi taybetî yên ku di beşa leşkerî de erk girtine, ji bo ku jinan vegerînin malên wan agir berdidin cihên jinan. Talîban dema ku jinan venegerîne malan, hewayek wisa wehşetwarî çêdike ku jin bi xwe cesaret nakin ji malê derkevin.

“Talîbanan jiyan li her kesê herimandiye”

Me bi yek ji wan jinên çalak ên li bajarê Nîmros ku bi giştî ketiye bin dagirkeriya Talîbanan re hevdîtin kir. Sar Neval Nûriye Hotig li ser rewşa bajarê Nîmros û hakimiyeta Talîbanan ji me re ev nirxandin kir: “Jiyan ji bo hemû welatiyan û bi taybetî jî karmendên dewletê re gelek zor bûye û malên wan talan dikin. Agir berdidin cihên berpirsyarên karên jinan û ji bo tevahî karên jinan jî astengiyan derdixin. Hemû karmendên jin ên di saziyên dewletê û kesên di saziyên din de dikin nikarin ji malên xwe derkevin û biçin cihên karê xwe. Ji ber ku heya niha Talîbanê tu daxuyaniyek têkildarî karkirina jinan nedaye. Tenê hewldanek wan heye, bi pey karmendên jin ketine. Hinek endamên saziyên fermî yên weke şaredariyan, xwe teslîmî Talîbanan kirine û soz dane dest bi xebatê kirine lê bê hebûna jinan. Di beşên nexweşxaneyên dewletê de tenê bijîşkên jin û zayînê li ser karên xwe ne lê di nava rojê de tenê du pîrik dikarin li wê bimînin. Lê ji bo klînikên kesanî heta niha tu sînorek nehatiye danîn û dikarin karê xwe bikin lê divê bi hîcab bin û hevjîn, bav an jî bira bi wan re be.”

Sar Neval bi hatina Talîbanan rewşa xwe û jinên dinê ên Efganistanê di xeterê de dibîne û dibêje: “Erka me ew e ku em parastina jinan û gelê mezlum bikin, pê re jî zalim û tewanbaran mehkûm bikin. Lê îro mala me jî ji bo me ne bi ewle ye. Bi gotina ‘Hûn tên kuştin.’ ji me re şiyarî hatiye dayîn, ji ber wê jî em niha di malên gel de dimînin.”

“Ger hûn me weke jinên çalak û ronakbîrên civakê nepejirînin em jî we napejirînin”

Sar Neval bi kelegirî ji bo Talîbanan vê peyamê dide: “Ger hûn me weke jinên çalak û ronakbîrên civakê napejirînin, em jî we û desthilatdariya we nas nakin.” Sar Neval ji dewletê daxwaz kir ku welatiyên di pêvajoyên zor de li kêleka wan sekinîbûn ji destên Talîbanan rizgar bikin.

“Dest didin ser jinên ciwan û wan bi xwe re dibin”

Sar Neval da zanîn ku cînayetên Talîbanan sînor derbas kirine û tenê bi dagirkeriyê û mezinkirina hêzê bi sînor nemane û wiha domand: “Kuştina welatiyên bê tewan, topbarankirina welatiyan, talan, hewayek bi tirs û tehdîd ava kiriiye û jinan di mal de daye rûniştandin. Ev yek pir zêde bûye. Tişta herî xirab ku cihê wê di tu aqil û dînî de tune îlankirina ‘cîhadî nîkah’e. Talîban di hemû bajarên ku bin dagirkeriya wî de ne, ragihandiye ku divê ew keçên xwe yên di ser 15 saliyê re û jinên hevjînê wan nîn e û temenê wan di biniya 45 salî de ye radestî leşkerên Talîbanan bikin, ji bo ku bi awayek şeriî li xwe mehr bikin. Êşên welatiyên bêcih û war tenêmayîna di bin agirê top û firokan de nîn e, herî zêde tirsa ku hinavê wan dorpêç kiriye ew e ku keçên wan bikevin destên leşkerên Talîbanê û wan ji xwe re bibin.”

Mestureya 35 salî jî bi hevjînê xwe yê kal re li gel 5 kur û keçek xwe ya 9 salî ku mala wan bi hewanan hatiye şewitandin koçberî Kabîlê bûne. Hevjînê Mestureyê berê dema li ser mala xwe bû şînahî difirot û bi wê debara xwe dikir. Mesture tîne ziman ku ne ew ne jî hevjînê wê dewletî bûn ku ji mirinê bitirsin û wiha domand: “Tenê ji tirsa windakirina keça xwe ya biçûk me mala xwe hişt û em reviyan. Ez bi xwe şahid bûm jina cîrana me ya berî 5 salan hevjînê xwe winda kiribû bi sê zarokên wê ve girtin û bi xwe re birin.”

“Bajarê me Kandizê dan ber agir”

Dayikeke din a ku ji ber topbarana li ser bajarê wê Kendizê reviyaye hatiye Kabilê ya bi navê Şebane jî wiha qala jiyana xwe dike: “Bajarê me Kendiz dan ber agir. Dema ku Talîbanan daxuyaniya ‘cîhada nîkahî’ belav kir, min keça xwe ya 7 salî ji tirsa şand mala dayika xwe. Talîban bi serbestî çek didan ser milê xwe û bi traktoran li nava kolan û bajaran digeriya. Kesên dewletî dikujin û keçikên ciwan jî dibin û li xwe mehr dikin.”

Şebane berdewam dike û dibêje: “Du roj in em hatine Kabîlê û di vê parkê de mane. Kes nîn e were hewara me. Hevjîn û kurê min ê mezin dema beriya Talîbanê xwestin bên bajarê me jiyana xwe ji dest dan. Vê carê jî min mal û hemû hebûna xwe winda kir.” Şebane ya ku ji bo keça xwe ya nû zewiciye ku pereyên kirêya wesayîdan tunebû pê birevin bên Kabîlê ji ber wê bi dengê bilind digrî û dibêje: “Ez her dem keçika xwe difikirim û pariyek nan di qirika min de naçe.”