Li dibistanên havînê yên Hûsiyan: Li şûna huner û zanistê perwerdeya şer

Li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de, bi hezaran zarok di navendên havînê de bi îdeolojiya şer û cîhadê tên perwerdekirin. Malbatên ku zêdetirî deh salan e di bin vê zextê de dijîn di nav fikaran de ne. Lêkolîn û raporên navneteweyî jî hişyariyê didin.

RANÎA ABDULLAH

Yemen – Li pişt dîwarên navendên havînê yên li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de, xwendekar jêhatîyên ragihandinê, rastnivîsî an jî perwerdeyên xweşnivîsî nagrin; zarokên biçûk huner an jî muzîkê jî fêr nabin. Li şûna vê ji zarok û ciwanan re dersên dijwar ên têkildarî "dijmin çawa pênase bikin”, teknîkên şer, bawerî û ol li gorî perspektîf û ramanên Hûsiyan tên dayîn.

'Em êdî nizanin ka em ê çawa zarokên xwe biparêzin'

Jina bi navê Meryem Ehmed, bi hevjîn û 5 zarokên xwe re li gundewarê Taîzê yê di bin kontrola Hûsiyan de dijîn. Meryem Ehmed, da zanîn ew ji bo parastina zarokên xwe hemû rêbazan bikaranîne û wiha axivî: "Di hawîrdorekî ku her çar aliyê me hatiye dorpêçkirin de, em êdî nizanin ka em ê çawa bi agahdarî û îdeolojiya ku zarokên me him li dibistanan û him jî li navendên havînê pê re rû bi rû dimînin re têbikoşîn."

Meryem Ehmed, bi xemgîniyek mezin axaftina xwe wiha domand: "Her cara ku me hêvî dikin em ji Hûsiyan û hewldanên wan ên bandorkirina zarokên xwe xilas bibin, ew bêtir belav û berfirehtir bûn. Êdî parastina zarokên xwe ya ji van raman û baweriyên ku bandor li wan dikin û zarokên me ji destê me digrin, pir zehmet e.”

Perwerdeya leşkerî ji bo zarokan

Xwendekarên ku temenê wan di navbera 10 û 18 salî de ye, bernameyên waneyan yên ku Hûsî mîna "çalakiyên bawerî, îbadet û çandî yên ji çanda Quranê hatine wergirtin" bi nav dikin, dibînin.

M.S.A. ya 14 salî, yek ji van hezaran zarokane ku beşdarî navendên havînê yên li paytext Sana'a dibe. M.S.A, di betlaneyên havînê de rojê zêdetirî sê saetan li navenda havînê derbas dike, bi gelemperî dersên olî, îtîqadî û leşkerî dibîne. M.S.A, der barê vê mijarê de wiha dibêje: “Em Quran û dersên Seyîd dibînin.”

Lê pirsgirêk bi vê yekê re sînordar nîne. Hişê zarok û ciwanan bi mijarên leşkerî û siyasî tê tijî kirin. Ji dersên olî bigre heta dersên leşkerî, balê dikişîne ser şêwekirina ramanên ciwanan. M.S.A, axaftina xwe wiha domand: "Tiştê ku herî zêde ji bo me tê vegotin, şerê bi dijmin re û cîhad e û cezayên ku kesên xiyanet û xayîntî heq dikin.”

Bi dirûşmeya 'îlîm û cîhad'

Ajansa me, hewil da gotara fermî ya Hûsiyan jî bişopîne. Dezgehên medyayê yên girêdayî Hûsiyan, nûçeyên temamkirina çalakî û bernameyên qursên havînê yên ku bi dirûşmeya "Îlîm û Cîhad" (1447 AH/2026 PZ) hatiye organîze kirin belge dikin, weşand. Li gorî raporên wan ên fermî, komîteya binî tenê li parêzgeha Hodeydayê hejmarekî pir zêde xwendekaran bandor kirin. Hûsiyan, ragihand ku hejmara xwendekarên kur û keç ên li dibistanên havînê yên li navçeyên cûda yên bajêr hatine qeydkirin 184 hezar e.

Li gorî gotara medyayê ya Hûsiyan, di merasîma girtinê de xwepêşandanên rêçgerî yên alên Yemenî û Filistînî hatine hilgirtin jî, hatin lidarxistin.

Bandorên derûnî û xetereya li ser nasnameya zarokatiyê

Heyfa El-Şerabî ya berpirsyara çalakiyên Rêveberiya Perwerdehiyê ya li bajarê Taîzê ya li başûrê rojavayê Yemenê ku di bin kontrola hikûmeta rewa ya ku ji hêla navneteweyî ve tê nas kirin, dibêje ku navendên havînê yên Hûsiyan ji bo zarokan xeteriyên mezin çêdikin. Heyfa El-Şerabî, diyar kir bandorên van navendan ne tenê bi serdemek diyarkirî re sînordar in, di heman demê ji ber ku zarok ji temenê biçûk ve bi zihniyetek îdeolojîk a taybetî tên perwerdekirin, bi salan berdewam dikin. Heyfa El-Şerabî, wiha axivî: "Em dizanin ku zarokatî demên mirovan yên herê girînge ji bo pêşketinê. Di hêla derûnî, nasname, zanîn, fêrbûyîn, keşf, lêkolîn, meraq û analîzan de.  Lêbelê, tiştê ku di van navendan de diqewime di zarokan de dibe sedema avakirina komek zanînê ya çewt û zarokan ji bo perwerdekirina îdeolojîk a dijwar hesastir dike. Her wiha zarok bêyî ku derfeta pirs pirskirinê an jî fikrên azad bibînin, neçarî qebûlkirina fikrên diyar tên kirin.”

Heyfa El-Şerabî, diyar kir ku Hûsî hewil didin di hişê zarokan de raman û birdoziyê xwe yê cîhadî avabikin. Ev yek li ser zarokên zextek giran avadike. Lewra dibe sedema dijwarbûna ji nû ve avakirina hişmendiya wan an rastkirina têgehên çandî. Heyfa El-Şerabî, destnîşan kir ku bi demê re derfeta zarokan ji bo têkiliya civakî ya xwezayî kêm dibin û ev yek dibe sedema meyla redkirina yên din û redkirina qebûlkirina jiyana hevbeş an cihêrengiya ramanê.

Raporên navneteweyî

Raporên ku ji aliyê rêxistinên navneteweyî û herêmî ve hatine weşandin, rastiyên balkêş ên der barê karanîna navendên havînê ya li deverên di bin kontrola Hûsiyan de eşkere dikin. Human Rights Watch, belge kiriye ku Hûsî bi rêya van navendan beşdarbûna zarok û ciwanan a ji bo komên çekdar zêde dike, bikaranîna pêşkeftinên herêmî kampên xwe bi hêza mirovan piştgirî dike û nifşê nû di aliyê îdeolojîk û leşkerî de seferber dike.

Parêzer û çalakvan Gaza al-Samaî, da zanîn ji aliyê Hûsiyan ve beşdarkirina zarokan a ji bo komên çekdar, binpêkirinek eşkere ya qanûna mirovî ya navneteweyî û qanûna mafên mirovan a navneteweyî ye. Ev yek jî gelek xeter e.

Gaza al-Samaî, diyar kir ku Peymana Mafên Zarokan a 1989’an li dijî tevlîbûna zarokên di bin 15 salî de ji komên çekdar e û Protokola Vebijarkî ya Peymana Mafên Zarokan a derbarê Beşdarbûna Zarokan Pevçûnên Biçek ku di sala 2000’an de hatiye pejirandin, bi bilindkirina temenê leşkeriyê ya ji bo 18 salî parastinê xurt dike.

Banga li ser asta navneteweyî û hesabpirsîn

Gaza al-Samaî, axaftina xwe de balê dikşîne li ser binpêkirina erkên qanûnî yên navnetewî û wiha dibêje: "Pêkanînên ku zarokên li deverên di bin kontrola Hûsiyan de rastî tên, binpêkirinek eşkere ya erkên qanûnî yên navneteweyî ne. Kesên ku zarokan ji bo komên çekdar hildibijêrin û digrin sucên şer pêktînin. Li ser asta navneteweyî jî, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî wekî yek ji saziyên herî girîng ên ku bi şopandina van binpêkirinan û misogerkirina hesabdayîna sûcdaran re eleqedar derdikeve pêş. Rêxistinên navneteweyî jî ji bo belgekirina van pêkanînan, parastina mafên zarokan û parastina wan xebatên xwe didomînin.

Têkoşîna Meryem Ehmed û gelek malbatên ku li deverên di bin kontrola Hûsiyan de dijîn, ne nû ye. Ev têkoşîn ji deh salan zêdetir e berdewam dike. Her gava ku difikirî rizgarî nêzîk e, sal bi lez derbas bûn û xeyala parastina jîngeha xwezayî û perwerdehiya saxlem a zarokên wan ji destê wan tên dizîn.