"Li Cezayîrê jinên temenê wan mezin dibe rastî hevberdanê tên"

Parlamentera Cezayîrê Zekiya Boktoşa bal kişand ser zêdebûna diyardeya hevberdana piştî temenê pêncî salî li Cezayîrê û teqez kir ku divê ev diyarde, di saziyên fermî de were nîqaşkirin da ku asta cidiyeta wê were diyarkirin.

RABIA XERÎS

Cezayîr - Parlamentera Cezayîrê, Zekiya Boktoşa pirseke nivîskî ji Wezîrê Dadê yê Cezayîrê re şand û jê pirsî ku ji bo parastina jinan ji diyardeya hevberdanê piştî pêncî salî tedbîrên ku divê bên girtin çi ne. Ji ber ku xala 72 a zagona Malbatê ya Cezayîrê xaleke ne temam e û tê de valahiyeke mezin heye. Jina ku bi salan bi hevjînê xwe re jiyaye, zarokên xwe mezin kiriye û di avakirina malê de kedeke mezin daye, dema ew û hevjînê xwe hev berdidin, mafê xwedîkirina zarokan jê tê girtin û ji malê tê derxistin.

"Hejmarên fermî zêdebûna hevberdana piştî mezinbûna temen piştrast dikin"

Zekiya Boktoşa sedemên ku hişt ew vê dosyayê ji bo gotûbêjkirina li ser asta parlamentoyê veke ji ajansa me re eşkere kir û wiha got: "Sedemên belavbûna vê diyardeyê yên derûnî jî hene. Guhertinên fîzyolojîk û hormonî yên ku bedena mirov bi mezinbûna temen re tê re derbas dibe, hestan tevlihev dike. Wê hingê difikirin ku dirêjahiya jiyana zewacê dê nebe nîşana aramiya malbatê û hevberdan di vê kategoriyê de ji nişka ve çêdibe. Hejmarên fermî yên ku tên pêşkêşkirin zêdebûna hevberdanê piştî mezinbûna temen piştrast dikin. Pêwîst e ev diyarde ji bo gotûbêjê di asta Wezareta Dadweriyê de were nîqaşkirin ji bo diyarkirina asta cidiyeta wê û kêmkirina rêjeya belavbûna wê. Divê zagona malbatê li gorî taybetmendiyên civaka Cezayîrê der barê vê diyardeyê de were sererastkirin. Divê hemû saziyên fermî, Wezareta Dadê, Hevgirtina Neteweyî, malbat û saziyên olî her wiha parlamentoya ku ez temsîl dikim bi hev re bibin alîkar û li hemberî vê diyardeyê bisekinin da ku roleke me ya girîng di çareserkirina diyardeyeke wiha de, hebe."