Li Cezayîrê hejmarên tirsnak ên hevberdanê pirsgirêkên malbatan girantir dike

Her diçe li Cezayîrê daxwazên hevberdanê zêde dibin û pirsgirêka hevberdanê weke pirsgirêkek sereke di korîdorên edliyeyên Cezayîrê de tê dîtin. Jinên siyasetmendar û civaknas li ser mijarê nirxandinên giring kirin û dan zanîn ku ji ber di despêkê de zewacê weke bingeha malbatê û karek cidî nagirin, kêfî nêz dibin paşê jî weke pirsgirêkek sereke derdikeve pêşiay wan.

 
RABIA XERÎS
Cezayîr - Li gorî amarên dawî yên ku ji aliyê Wezareta Dadê ya Cezayîr ve hatine weşandin, tenê di 6 mehên despêka îsal de rêjeyeke zêde ya telaqê tomar kiriye. Sînorê giliyên jinan ên hevberdanê ji 10 hezarî derbas kiriye û 44 hezar hevberdan çêbûne. Raporên fermî yên zêdebûna pirsgirêkên dibin sedema hevberdan û tayîbetî jî daxwazên jinan ên hevberdanê her diçe li Cezayîrê zêde dibe. Li gorî daneyên di raporan de hatine eşkerekirin diyar dibe ku di nava du salan de 100 bûyerên hevberdanê hatine jiyîn. 
Li gorî daneyên berdest di sala 2019’an de 13 hezar daxwazên hevberdanê yên jinan hatine qeyîd kirin, sala 2020’an ev rêje gihaye 15 hezaran û şeş mehên despêka sala 2021’an jî giyaye 10 hezarî. Ev teleba jinan a hevberdanê metirsiyek mezin li ser civaka Cezayîrê dide çêkirin. Wisa xuya dike ku sîstema civakî ya Cezayîrê bi metirsiyên mezin re rû bi rû ye, ku wê bi jihevketinê tehdîd dike, ji ber ku di van salên dawî de diyardeya hevberdan û daxwazên jinan ên hevberdanê her diçe zêde dibe.
Karê sereke yê Qanûna Malbatê ya Cezayîrê bûye mijulbûna pirsgirêkên hevberdanê
Li gorî xala 48’an a Qanûna Malbatê ya Cezayîrê, ku bi biryarnameya 05/02 hatiye veguhestin li ser pirsgirêkên hevjînan û hevberdanê disekine. Her wiha mafê jinê heye ku li gorî xala 54’an a heman qanûnê, bi pêkanîna prensîba wekheviya di navbera jin û mêr de yek alî daxwaza hevberdanê bike û li ser wê pêwendiyê bi Qanûna Malbatê re çêke û giliyê xwe bike.
Parêzvanên mafên mirovan hişyariya paşguhkirina vê diyardeyê didin, ji ber metirsiya wê li ser şêniya nû ya welat heye, nemaze ji ber ku bi vê yekê re jiyana zarokan ketiye metirsiyê. Ji ber sedema nebûna atmosfera malbatî ya rehet û zextên ku bi demê re vediguherin qeyranên civakî yên giran ku gefê li tevahiya civaka Cezayîrê dixwe.
“Divê li ser hişmendiya zayendî xebatên şiyariyê bên kirin”
Hin kes bawer dikin ku qanûna malbatê ya Cezayîrê yek ji sedemên mezinbûna diyardeya hevberdanê û giliyên yekaliyê hevberdanê li Cezayîrê ye. Parlamentera berê Fatima Seîdî jî di derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî û got ku şert û mercên niha hewce dike ku li ser gotarên têkildarî zêdebûna dosyayên hevberdanê û giliyên yekalî yên di derbarê hevberdanê de tên kirin bên nirxandin. Di nav xalên ku ji hêla parêzvana mafên mirovan Fatima Seîdî ve hatî destnîşan kirin, vekolînek li ser xala 54 ji metna qanûna ku hewce dike divê kiryarên xerab ên giliyên hevberdanê bi dayîna mafê tazmînatê ji mêrê ku ji vê prosedurê bandor bûye were sînordar kirin. Her wiha bi armanca xurtkirina mekanîzmayên lihevkirin û navbeynkariyê jî madeyên 49 û 56’an ên heman qanûnê hatin guhertin. Fatima Seîdî got ku ev her du diyarde ji ber cudabûna dê û bavan û jihevketina malbatê bandoreke giran li zarokan dike. 
“Ciwan bi kêfî û sivik nêzî zewacê dibin piştî demekê jî pirsgirêkan dijîn”
Civaknas Ghania Khalasi jî di wê baweriyê de ye ku belavbûna giliyên hevberdanê di civaka Cezayîrê de bi çend sedemên sereke yên kombûna dîrokî, çandî û civakî ve girêdayî ne.
Profesor Ghania Khalasi têkildarî heman mijarê ji ajansa me re wiha got: "Pirsgirêkên civakî yên wek hevberdanê, di pêvajoyên cuda de bi van veguherînan de derdikevin holê. Têkiliya zewacê li ser bingeha kêfê hatiye dîtin û ne li ser bingeha erk û rêzgirtinê ye. Wek mînak, zewac li gel hin kesan bipesindanê ve hatiye girêdan, bêyî guhdana mafê mêr û jinan, ev jî li ser zewacê xetereyê çêdike.”
Faktorek din a ku civaknas Ghania Khalasi radixe ber çavan ew jî faktorên aborî ne, ku dibe sedema aloziyên di navbera hevjînan de û bilêv kir ku bi vî awayî derdikeve holê ku malbat rola ku di demên berê de lîstiye winda kiriye û got: “Em dibînin ku hemû pirsgirêk li cihê di nava malbatê de bi endamên malbatê re bê çareserkirin di korîdorên Edaliyên Cezayîrê de tên çareserkirin.”