Li Cezayîrê di sê mehên destpeka salê de 14 jin hatin qetilkirin

Li Cezayîrê, ku her cûre şîdeta li dijî jinê wekî sûc tê hesibandin, dema ku mijar dibe pratîka wê, pêdivî nayên cîh anîn. Weletê ku di çarika yekem a salê de, 14 jin lê hatine qetil kirin, peymanên navneteweyî di mijarên wekî pêşîgirtina li komkujiyên jinan û her cûre cûdakariya li dijî jinan di 1979’an de îmze kiriye.

Navenda Nûçeyan - Cezayîr di nav wan welatên ku di gelek peymanên navneteweyî yên wekî "Peymana Pêşîgirtina Her cûre cûdakariya Li Dijî Jinan" û "Peymana Mafên Siyasî" ên 1979’an de bûye aligîr cih digre. Li gorî prensîba hiyerarşiya norman, makeqanûna Cezayîrê di hiqûqa navxweyî de hukmê peymanên navneteweyî jî digire nav xwe. Ev pirsgirêk piştî 10 salan hate sererast kirin, ji hêla Konseya Destûra Bingehîn a makeqanûna 1989’an ve hat bi bîr xistin.
Mafên jinan tenê di qanûnê de ne
Di qanûna ceza de, destdirêjî wekî sûc tê dîtin û tê cezakirin, lê ev rêzikname di warê mercên guncaniya êrîşê de pir tixûbdar e. Li welatê ku destdirêjî wekî sûc tê hesibandin, tê gotin ku pêdivî ye ku mexdûr "razî" nebe û wekî şert û merc ketinê tune. Li gorî qanûna cezayê, tacîz û destdirejiya zayendî jî têne cezakirin. Digel rêziknameyên qanûnî jinan diparêzin, ev eşkere ye ku raberkirina vê yekê li ser jiyanê ne wusa ye.
Di çariyeka yekem a salê de 14 jin hatin qetilkirin
Li Cezayîrê di sala 2020’an de bi tevahî 54 jin hatin kuştin, ev hejmar di 2019’an de 60 bû. Li Cezayîrê mîna hemî welatên cîhanê ku mercên pandemiyê xirabtir dibin û faktorên wekî bêkarî û qeyrana aborî bi giranî bandor li welat û jinan dike. Di çarika yekem a 2021’an de, rewşa qetlîamên li ser jinan ku di çapemeniyê de heya serê meha nîsanê xuya dike, li welêt wekî 14 tê nîşandan.