Li başûrê Lîbyayê rêzên dirêj ên sotemeniyê
Sotemenî tune ye, lê ya herî giran barê ku dikeve ser milê jinan e! Li Sebhayê, krîza sotemeniyê bi saetên windakirî yên di rêzên dirêj de, qutbûna kar û têkçûna hevsengiya malbatan tê pîvandin.
Lîbya – Di tevahiya meha Îlonê de, qutbûna dabînkirina sotemeniyê li başûrê Lîbyayê pêvajoya bidestxistina benzînê ji bo gelek jinan veguherand ceribandinek rojek dirêj. Bi taybetî, veqetandina tenê rojek di hefteyê de ji bo jinan a ji bo ku li hin îstasyonan sotemeniya wesayîtên xwe tijî bikin, bû sedema giliyên li ser mîqdarên ne bes, demên benda dirêj û nebûna xizmetên bingehîn.
Ev êş û azar di demekê de tên ku Kompanyaya "Al-Brega" ya Kirrûbira Pêtrolê ragihandiye ku şandina sotemeniyê ji bo herêma başûr berdewam e. Rojane nêzîkî milyonek lître li gorî mîqdarên heyî û bernameyên belavkirinê tê belavkirin. Her wiha di 24’ê Îlonê de nêzîkî 1.31 milyon lître ji bo depoya Sebhayê hatibû veguhestin. Di heman demê de kompanyayê di 26’ ê heman mehê de ragihand ku 5 milyon lître ji barkêşiyeke nû ji bo destekkirina hewcedariyên başûr hatiye terxankirin.
Lê belê gihîştina barkêşiyên nû, ji bo wan jinên di doran de rawestiyane, nayê wê wateyê ku bandora krîzê bi dawî bûye. Ji ber ku pirsgirêk ji bo wan bi şêwaza belavkirinê, dirêjiya dema bendewariyê, astengkirina kar û jiyana rojane ya ku ji ber vê rewşê çêdibe ve girêdayî ye.
Rojek temam ji bo bidestxistina sotemeniyê
Welatiya bi navê Eyşe Ebdulrehîm dibêje ku veqetandina rojekê ji bo jinan pirsgirêk çareser nekir, ji ber sînorbûna mîqdarên peydabûyî û dirêjiya demjimêrên bendewariyê. Ew rave dike ku hin jin ji saet heftê sibê ve dighên îstasyonên sotemeniyê û dibe ku heta nîvro an êvarê li wir bimînin, di heman demê de hinekên din ji gund û navçeyên dûr tên, ku ev yek li rêwîtiya bendewariyê mesafeyên dirêj û lêçûnên zêde zêde dike.
Eyşe Ebdulrehîm wekî hemşîreya di beşa kotanê (vaksînasyonê) de dixebite. Eyşe di wê baweriyê de ye ku derbaskirina demjimêrên dirêj li ber îstasyona sotemeniyê, bandoreke rasterast li ser karê wê û li ser wan nexweşên ku xizmeta wan a tenduristiyê bi gihîştina wê ya ser kar ve girêdayî ye, dike.
Ew dibêje ku bidestxistina mîqdarek kêm ji sotemeniyê, her gav têra hewcedariyên çûnûhatina rojane nake; bi taybetî ji bo wan jinên ku di navbera cihên rûniştinê, kar û dibistanan de mesafeyên dirêj derbas dikin. Her wiha ew tîne ziman ku hin jin neçar dimînin ku di wextê hewcedariyê de sotemeniyê ji bazara reş (sûka paralel) bikirin, nexasim dema ku mijar dibe xwedîderketina li nexweşên ku hewce ne bi rênîşandaneke rêkûpêk bighîjin nexweşxaneyê.
Bandorê li nexweşên diyalîzê dike
Ew balê dikişîne ser rewşa nexweşeke ku hewceyî rûniştinên şûştina gurçikan (diyalîz) e û ronahî dixe ser vê yekê ku di bin şert û mercên nebûna sotemeniyê ya bi aramî de, çûnûhatina birêkûpêk a ji bo nexweşxaneyê pir zehmetir dibe.
Ji bo Eyşe Ebdulrehîm, erebe ji bo gelek jinên Başûr ne amûreke luksê ye, berovajî vê yekê ew rasterast bi kar, gihîştina saziyên tenduristî û perwerdehiyê û dabînkirina hewcedariyên malbatê ve girêdayî ye. Ew diyar dike ku hin jin ji bo bighîjin cihên karên xwe mesafeyên dirêj derbas dikin, lê hinekên din jî berpirsyariya birina zarokan a ji bo dibistanê an jî lênihêrîna endamên malbatê yên nexweş û pîr hildigrin ser milên xwe.
Ew di wê baweriyê de ye ku birêkûpêkkirina dabeşkirina sotemeniyê li gorî herêmên rûniştinê dikare êş û azarên jinan kêm bike. Ji bo vê yekê pêşniyar dike ku jin bikaribin li îstasyoneke nêzî cihê rûniştina xwe sotemeniyê tije bikin, li şûna ku ji bo gihîştina stasyoneke ku tenê ji bo wan hatî veqetandin mesafeyên dirêj qut bikin.
Bendewariya dirêj di şert û mercên neguncaw de
Endama Sendîkaya Mamosteyan a Beşa Karûbarên Jinan Eyşe Bin Yaqe, krîza sotemeniyê wekî çavkaniyek xemgîniyê ya ku her diçe li Sebha û navçeyên Başûr di nav jinan de zêde dibe pênase dike. Ew radighîn ku veqetandina rojekê di hefteyê de ji bo jinan û diyarkirina mîqdara sotemeniyê, misogeriya bidestxistina sotemeniyê nake û dibêje “Ji ber ku dibe ku jinek demjimêrên dirêj di bendewariyê de derbas bike û paşê vegere mala xwe bêyî ku bikaribe sotemeniyê bike tanka erebeya xwe.”
Ew balê dikişîne ser ku jinên ji gund û navçeyên dûr neçar dimînin bên Sebhayê û carna ji 12 demjimêran zêdetir li bendê bimînin. Ev yek di bin şert û mercên nebûna tuwaletên giştî û xizmetên bingehîn de pêk tê ku jin bikaribin di dema bendewariyê de bikar bînin. Her wiha ew destnîşan dike ku hin jin hene ku bi nexweşiyên kronîk ên mîna şekir û tansiyona bilind dinalin, ku ev bendewariya dirêj –bi taybetî di bin tîrêjên rojê de– ji bo wan dibe sedema westandineke pir girantir.
Eyşe Bin Yaqe diyar dike ku bandora vê krîzê ne tenê zehmetiya bidestxistina sotemeniyê ye, belkî astengkirina şiyana hin jinan e ku karên xwe bidomînin û debara malbatên xwe dabîn bikin. Ew destnîşan dike ku hin jin di warê gihandina sîparîşan (kuryetî) an jî birina zarokan a ji bo dibistanan de dixebitin, ku ev kêmbûna sotemeniyê rasterast dibe kelem li pêşiya berdewamiya karê wan.
Ji krîza sotemeniyê ber bi barekî civakî ve
Şahidiyên jinan nîşan didin ku krîza sotemeniyê ya li Başûr ne tenê bi peydabûna madeyeke bingehîn ve girêdayî ye, belkî bi awayê bandora kêmbûna wê ya li ser jiyana rojane ve girêdayî ye.
Jina xebatkar dibe ku neçar bimîne ku di navbera saetên bendewariyê û pabendbûna bi karê xwe de yekê hilbijêre. Jina ku debara malbatê dike, heke çûnûhatin ji bo wê zehmet bibe, bi metirsiya windakirina dahata xwe re rû bi rû dimîne. Her wiha jina ku lênêrîna nexweşan dike, dibe ku xwe di rewşeke wisa de bibîne ku nikaribe bigihîje nexweşekî ku pêdiviya wî bi tedawiya birêkûpêk heye.
Ev bar û zehmetî li herêmeke berfireh a cografî mîna Başûr pirtir derdikevin pêş; ku li wir erebe ji bo gelek malbatan amûreke bingehîn e ji bo gihîştina kar, perwerdehî û xizmetên tenduristiyê. Ji vê nêrînê, birêvebirina krîza sotemeniyê rasterast bi hewcedarî û şert û mercên jinan ve girêdayî dibe, di nav de birêkûpêkkirina dabeşkirinê, kêmkirina demên bendewariyê, peydakirina agahiyên zelal û amadekirina cihên bendewariyê bi xizmetên bingehîn.
Ji ber vê yekê, aramiya dabînkirina sotemeniyê ne tenê bi wan mîqdarên ku dighîjin embarên Sebhayê tê pîvan, belkî bi şiyana niştecîhan –û di nav wan de jinan– a gihîştina bi sotemeniyê re tê pivan, bêyî ku bidestxistina wê bibe sedema windakirina rojeke kar, lênêrîn an çavkaniya dahatê. Ji bo wan jinên ku behsa ezmûna xwe kirine, daxwaz ne îmtiyazeke taybet e, belkî mekanîzmayeke dabeşkirinê ya birêkûpêktir e ku şert û mercên jinên xebatkar, yên debarker û lênihêrkeran li ber çav bigre û sînoran deyne ber wî çax û keda ku krîz ji jiyana wan a rojane dixwe.