Li Başûrê Kurdistanê zehmetiyên jinên ajokar
Jinên ajokar çiqasî li gorî rêgezên alokariyê tevdigerin jî rastî gotinên zayendperest ên ajokarên mêr tên, ji ber wê jî nikarin bi rehetî ajokariyê bikin.
ŞINYAR BAYÎZ
Silêmanî - Di salên borî de civakê rê nedida jinên Başûrê Kurdistanê ajokariyê bikin. Malbatan ji ber gotinên derdor ku nêrînek nebaş li ser jinên ajokar çêdikin nedihêlan keçên wan ajokariyê bikin. Jinan bi demê re ev nêrîn guherandin û li ser cadeyan rojane mirov rastî gelek jinên ajokar tên. Li gora amaran tenê di nava 7 mehên sala 2021’an de 528 hezar û 513 mêr û 88 hezar û 267 jin xwediyê belgeya ajokariyê ne. Li gora wê 732 buyerên qezayê çêbûne, ji ber vê yekê 2187 kes birîndar bûne ji wana 1709 mêr û 478 jin bûn. Her wiha 119 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji wana 980 mêr û 21 jinin. Ev amarane didin diyarkirin ku mêr ji jinan zêdetir qeza dikin. Me jî girêdayî van mijaran mikrofona JINHA yê dirêjî ajokarê jin kir û nêrînên wan girt.
“Kurê min hertim dibêje xwezî dayika min ajokarî nekiriba”
Ajokara nava bajarê Silêmaniyê Avan diyar kir ku jin dikarin ji mêran xweştir ajokariyê bikin û wiha got: “Jin hîn zêdetir rewşa ruhî ya hemwelatiyan di fikire. Di nava civakê de jî tu çiqas ajokarek baş jî bê mêr hertim vê rexne dikin û naxwazin jin pêşkevin û hertim dêbêjin xwezî te ajokarî nekiraba. Bi van hemû astengî û gotinan jî heta niha min tu qeza nekiriye, lê belê hertim kurê min dibêje xwezî dayika min ajokarî nekira. Dema karê me tenê ajokarî be emê ji mêran xweştir bikin.”
Ajokara ciwan a bi navê Sûmeya Cemal jî dibêje: “Zêdebûna gengeşeyên ajokaran ji nebûna yasayê ye. Divê ajokarên ku gotinan dibêjin ajokarên jin bên sezakirin. Qasî ku ajokarên mêr me xirab dibînin, wisan li me hatiye êdî ajokariyê nekim, neku nikarim ji ber em bêzar bûne ji gotinên wan.”
Ajokar Ezîz Azad jî da zanîn ku jin ji hemû mafên jiyanê hatine dûr xistin şofêrtî ji yek ji van mafane û wiha got: “Hertim mêr li ser cedeyê ji bo jinan li kolanan didin divê seza bidin wan mêran û yasaya tunditujiya li beramberî jinan li ber çavan bigrin.”
“Li gora salên borî jin hîn zêdetir xwedî belgeya ajokariyê ne”
Rêvebera beşa belgedayina rêveberiya polîsan a çûyîn û hatina Silêmaniyê Eqîd Şîlan Osman di derbarê belge girtina jinan de wiha dibêje: “Li gora salên borî belgeyên şofêrên jin zêde bûye, ji ber belge bûye beşek ji pêdawistiyên jinan û jin gihane wê astê ku mil bi milê mêran bikarin karê xwe bikin. Mirov gelek keyfxweş dibe dema ku rêjeya şofêrên jin zêde dibe. Lê belê buyerên herî kêm yên qezayên jinan ji ber jin zêdetir li gora rênmayên yasayî tevdigerin. Her çendî ez rêveberekim û jinim li ser cedê rastî gotinan têm. Heta niha jî mêr wisan difikirin ku hêza jinê ya ajokariyê nine, ne ji ber tirsê ne ji ber ne zanînê ye. Di dema ku jin bûye karkerê çuyîn û hatinê li ser cedê li ser erkê kardeye, pêwîste hem jin hem jî mêr rêzê li van karmendan bigirin, hinek karmend hene ji aliyê mêran ve rastî gotinên nexweş an jî helwestek ne baş tên, di wê demê de ew şofêr tê sezakirin. Li vê derê tora civakî û saziyên ragihandinê hene divê hemû hemwelatî bizanin belgeya ajokarên jin û mêran bê cudahîne û herdû rêgez jî heman ajokarin.”