Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên sala nû ya xwendinê qediyane

Hevseroka Desteya Perwerdayê ya herêma Cizîrê Rohat Xelîl û Rêveberiya Akademiya şehîd Egîd a branşên Kurdî Şîlan Mihemed der barê sala nû ya xwendinê de axivî got: "Ji bo sala nû ya xwendinê hemû mamoste di perwerdeyan re hatine derbaskirin û xwendekar jî bi kelecanek mezin li benda vebûna dibistanê ne."

EBÎR MUHEMED
Qamişlo - Ji destpêka belavbûna nexweşiya Koronayê ve, gelek astengiyên jiyanî û pirsgirêkên tendirustî derketin holê. Şewba virûsê bandora xwe li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kir. Her wiha bû sedem ku gelek xwendekar ji xwendinê bêpar bimînin. Ji ber pandemiya koronayê li seranserî cîhanê ji yek milyarî zêdetir ji xwendekar ji xwendinê dûr man. Bi taybetî di sala 2020’an de şewba koronayê bandorên mezin li xwendekaran kir ku nikaribûn biçin dibistanan. Di heman demê de dewleta tirk jî bi awayekî rojane êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, rewşa şer jî bandorên mezin li xwendin û xwendekaran dike. Ruxmê hemû zehmetiyan jî xwendekar dev ji xwendina xwe bernadin û li gorî pergala Desteya Perwerdeyê xwendina xwe li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Her wiha ji bo şewba virûsê jî Desteya Perwerdeyê bi riya onlayn wane didan xwendekarên xwe. Têkildarî xwendina sala 2021/2022, Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya herêma Cizîrê Rohat Xelîl û Rêveberiya Akademiya şehîd Egîd a branşên kurdî Şîlan Mihemed nêrînên xwe parve kirin.
"Par ji ber rewşa şer û şewba virusê dibistan hatin rawestandin"
Rohat da zanîn ku di sala borî de pirsgirêkên wekî şer û nexweşiya koronayê bandor li xwendinê kirine û got: "Ji destpêka sala xwendinê ya 2020/2021’ê ve, zehmetî çêbûn yek ji wan, êrîşên dewleta tirk li ser Serêkaniyê û Girê Sipî bû. Di encama êrîşan de gelek malbat, xwendekar û mamoste koçber bûn û neçar man ku di dibistanên bajarê Hesekê de  bi cih bibin. Gelek xwendekarên vî bajarî ji xwendinê bêpar man. Ruxmê êrîşan jî me hewl da zarokên ku ji warên xwe koçber bûne perwerde bikin. Virusa koronayê bandora xwe li tevahî cîhanê kir ku xwendin hatin astengkirin. Weke Desteya Perwerdeyê bandora şewbê li me jî çêbû ku me heta demekê dibistan rawestand."
"Amadekariyên sala nû ya xwendinê"
Rohat diyar kir ku 12'ê îlonê bi awayekî fermî dibistan vedibin û wiha got: "Beriya ku dibistan vebin me hemû mamosteyên xwe ji perwerdeyan derbas kir. Ev sala me ya yekemîn e ku me refa 12'an li ser dibistanan zêde kiriye. Her wiha mamosteyên me hem pêkhateyên Kurd hem jî yên Ereb in. Me ji bo xwendekarên refa 12'an li dibistanan odeyên taybet ava kirine. Beriya dibistan vebin me hemû xwendekarên refa 12'an û refa 9'an ji ezmûnan derbas kir û li gorî encaman, asta xwendekaran hatin nirxandin. Wê di 5'ê Îlonê de bi awayekî fermî mamoste li ser kar bin her wiha di 12'yê Îlonê de jî bi awayekî fermî dibistan li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê deriyên xwe ji xwendekarên xwe re vedikin."
 "Em sala nû ya xwendinê li tevahî mamoste û xwendekaran pîroz dikin"
Rohat sala nû ya xwendinê wiha nirxand: "Di sala pêşiya me de xwendin 100 roj di werzê yekem de çêdibe û 75 di werzê duyemîn de çêdibe. Dema dibistan vebin dê dîsa lêvegerek ji sala borî re çêbibe da ku xwendekar tiştên ku jê bêpar mane hîn bibin. Em ê ji bo şewba virusê jî bi desteya tenduristiyê re di nava tensiqê de bin da ku em xwendekarên xwe ji vê nexweşiyê biparêzin. Ger rewşa virûsê xeter bibe, me amadekarî kiriye ku em li ser onlaynê waneyan bidin xwendekarên xwe. Em sala xwendinê ya nû li hemû mamoste û xwendekaran pîroz dikin. Hêviya me ew e ku em salek ji xwendinê xweş derbas bikin."
"Hemû mamoste ji perwerdeyan derbas bûn"
Her wiha Rêveberiya Akademiya şehîd Egîd a branşên kurdî Şîlan Mihemed bal kişand ser perwerdeyên mamosteyan û got: "Ev nêzî sê sal in akademiya şehîd Egîd a branşa kurdî hatiye avakirin ji bo perwerdekirina mamosteyên beşa kurdî. Perwerdeyên me ji hev cuda ne, carna perwerdeyên beşên navîn û amadeyî û carna jî beşên seretayî li akademiyê tên dayîn. Di heman demê de her perwerdeyek heta mehekê didome. Armanca akademiya şehîd Egîd ew e ku beriya dibistan dest pê bike, mamosteyan ji bo sala nû ji xwendinê re amade bikin. Her wiha guhertin û veguhertinên di bernameyan de ji mamosteyan re tê vegotin û li gorî bernameyan mamoste tên perwerdekirin. Di vê salê de me giranî da perwerdenasîn, rêbaza wanedayîn û danûstandina bi xwendekaran re. Di dibistanan de tişta herî girîng ew e ku agahiyan baş bidin şagirtan û armanca me û tevahî mamosteyan jî ew e." 
"Xwendekar bi kelecanek mezin li benda vebûna dibistanan in"
Şîlan bal kişand ser kelecana zarokan ji vebûna dibistanê û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Amadekariyên me ji bo xwendina sala nû hatin kirin. Tevahî mamosteyên dibistanan ji perwerde û ezmûnan hatin derbaskirin. Her wiha em ê mamosteyan li ser dibistanan belav bikin. Di heman demê de hemû xwendekar bi kelecanek mezin li benda vebûna dibistanan e û hemû xwendekar gelek girêdayî dibistanan e. Her wiha fêrkirina bi zimanê dayikê û rehetiya di danûstandina bi mamosteyan re, dihêle ku girêdaneke xwendekaran ji xwendinê re çêbibe. Rola pergala perwerdehî û kesayeta mamosteyan di aliyê exlaqî, civakî û zanistî de mezin e. Ger kesayet û mamoste saxlem bin, di heman demê de têkiliyên mamosteyan  bi xwendevanan re xweş be, hezkirina xwendekaran ji mamoste û xwendinê re çêdibe."
"Pergala me ya xwendinê li tevahî cîhanê mînak e"
Şîlan di dawiya gotina xwe de diyar dike ku pergala wan a xwendinê li tevahî cîhanê mînak e û wiha bi dawî kir: "Di beşa seretayî de pirsgirêk rû didin, ji ber ku zarok nû ji malbatên xwe dûr dikevin û derbasî civakek mezin dibin loma tirs di dilê wan de çêdibe ango dikevin rewşek tenêtiyê. Lewre di rêbaza perwerdenasiyê de beşek taybet heye ji bo şêwazên çareserkirina pirsgirêkên xwendekaran. Her qonaxek branşên wê yên cuda hene her wiha di derbasbûna qonaxa amadeyî de beş ji hev tên cudakirin. Di beşên me de zimanê Erebî û Îngilîzî jî heye. Di branşa refê 12'an de Jineolojî jî tê dayîn ji ber refa 12'an qonaxa derbasbûna zanîngehê ye. Sala borî ji bo me tevan tecrubeyek baş bû. Hêviya me ew e ku em di hemû aliyan de bi serkeftî bin. Her wiha pergala me ya xwendinê li tevahî cîhanê bûye mînak, ew yek jî serkeftina Kurdan nîşan dide."