Li Şengalê Çarşema Serê Nîsanê bi coşeke mezin hat pîrozkirin
Bi boneya Cejna Çarşema Serê Nîsanê bi hezaran kes di pîrozbahiya Geliyê Kersê de kom bûn. Di şahiyê de gelek peyamên girîng jî hatin dayîn.
Şengal – Îro li geliyê Kersê di Bexçeyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi hezaran Êzidî cejna xwe ya Çarşema Serê Nîsanê pîroz kirin. Cihên weke Mexmûr, Bexda, deverên cuda mêvan hetibûn û gelek peyam jî hebûn. Ji bo pîrozbahiyê bernameyek berfireh hatibû amadekirin. Atolyeya Şehîd Adil Mardîn a Mexmurê bi wêneyên xwe beşdarî pîrozbahiyê bun. Dîsa akademiya Jineolojî ya Şengal jî bi berhemên xwe yên xumalî ciyê xwe di pîrozbahiyê de girtin.
‘Nehêlin civaka Êzidî careke din fermanan jiyan bike’
Pîrozbahî ji bo şehîdên Şengal û tevahî şehîdan bi yek deqe rêzgirtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê peyamê Bavê Şêx hate xwandin. Bavê Şêx di peyama xwe de cejna hemû Êzidiyan piroz kir û daxwast dike ku ev cejn bibe cejna xêr û xweşiyê. Piştê peyama Bavê Şêx peyama Endama Konseya Rêveber a KCK ê ya Sozdar Avesta hate temaşe kirin. Sozdar Avesta di peyama xwe de cejna Çarşema Serê Nîsanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû Êzidiyan pîroz kir û balkişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan a li ser rizgarkirina Şengalê de. Dîsa Endama Konseya Rêveber a KCK ê Sozdar Avesta bahsa girîngiya tifaqa di navbera Êzidiyan de kir û bang li Mala Mîran û Bavê Şêx kir da ku bi yek bawerî, bi yek destî, bi yek rihî, bi yek peyvî tevbigerin û nehêlin civaka Êzidî careke din şikestinan jiyan bike.
Di berdewamiya bernameya şahiyê de li ser navê civaka Êzidî hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê Azad Hisên axivî û cejna Çarşema Serê Nîsanê li hemû Êzidiyan pîroz kir û got ku ji bo Şengalê çi pêwîst be wê bê kirin.
‘Di rojên wisa de hatina gel hev ji bo me cihê serbilindahiyê ye’
Li ser navê wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî Hevseroka Şaredariya Mexmurê Gurbet Îşlek ji bo cejna Çarşema Sor peyama xwe pêşkeş kir û got: “Ez vê cejnê li hemû Êzidiyan pîroz dikim. Em wek xelkê Mexmurê êş û êrişên li ser civaka me ya Êzidî hîs dikin. Em jî hêvî dikin ku cejnên xwe êdî bi Rêbertî re pîroz bikin. Di rojên wisa de hatina gel hev ji bo me cihê serbilindahiyê ye. Her çiqas îro cejn jî be em dizanin ku ji bo çanda gelê me yê Êzidî bê windakirin êriş pêk tên. Berxwedaniya li quntarên Şengalê ku ji aliyê gelê me yê Êzidî ve tê kirin ji bo dijminan dibe tirs û xof.”
Di herikîna pîrozbahiyê de peyamên ku ji Silêmanî û Bexdat jî hatibûn hate xwandin.
Piştî peyaman Koma Hêviyên Şengalê ya Zarokan derketin ser dikê û berhemên xwe pêşkeş kirin. Piştre Kolektîfa Sazên Êzî bi berhemên xwe wextekî xweş bi beşdaran da derbaskirin.
‘Em êş û şahiyên gelê Êzidxanê wek yên xwe dibînin’
Peyama ku ji Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê hatibû jî hat xwendin. Di peyamê de Êzidî wek gelê resen û berxwedêr hat pênasekirin û cejn li Êzidiyên Şengalê û hemû cîhanê, li perestgeha Laleşê hat pîrozkirin. Di berdewamiya peyamê de ev hatin ziman: “Çarşema Sor, ne tenê cejneke olî ye, lê belê di nava dilê karesat û dijwariyan de sembola koka dîrokî, resenî û parastina nasnameya neteweyî û çandî ye. Ev cejn ku hevdemî şînbûna xweza û zindîbûna axê ye, heman demê de peyama berxwedanî û têkoşînê ye li hember zilm û fermanên li ser gelê Êzidxantê tê kirin. Em ji binarê Qendîlê ve, ku derguşa berxwedan û biratî û xwişktiyê ye, dubare dikin ku êş û şahiyên gelê Êzidîxanê wek yên xwe dibînin.”
Koma Bêrîvan jî bi berhemên xwe yên muzîkê di pîrozbahiyê de ciyê xwe girt. Hunermend Denîz Esmer piştî koma Bêrîvan derket ser dikê û bi stranên xwe ve coşa heyî mezintir kir. Herî dawî hunermend Hemîd Qeyranî stranên xwe pêşkeş kirin û gel jî li gel van stranan dîlan girt.