Li Şehba ya bajarê bêrîkirin û hêviyê ‘ecerek’...

Çîroka Nebiye Mihemed a bi stranan ji Efrînê dirêjî Şehbayê buye û di desthilatdariya Baasê de ji ber ku bi Kurdî striye 12 sal qaçax maye, ji pênûsa ‘ecer’ a rewiya Şehbayê bi we re ye.

DENÎZ AKARSEL

Şehba – Her bajarek xwedî hest û pêyv in. Dema hûn biçin wê bajarê ew hêst li ser dilê we rûdinê û pêyv li ser zimanên we bi cih dibe. Piştî rêwitiyek zehmet em digihin Şehbayê. Bayên ku navê xwe jî hilgirtine pêşwaziya me dikin. Navê Şehbayê di Kurdî de dibe ‘Şah ba’ ango li gor hinekan ‘bayê şahê’ û li gor hinekan jî ‘şahê bayê’. Ger em tundiya bayê ku li laşê mirov dide esas bigrin gotina ‘Şahê bayê’ dê bêtir cihê xwe bigire. Şehba ku ji gelek bawerî û neteweyan re deriyên xwe vekiriye, piştî êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî di 18’ê Adara 2018’an de li ser Efrinê pêkanîn, vê carê ji Efriniyên ku ji cih û warên xwe bûne re malavaniyê dike. Piştî şerê navxweyî yê di sala 2011’an de li Suriyeyê destpê kir kesên ji bawerî û mezhebên cûda yên li bajar neçar mane ku bajar biterikînin. Niha piraniya nifûsa bajêr ji Efrîniyan pêk tê.

Hestê Şehbayê bêrîkirin, pêyva wê hêvî ye

Dema ku em li bajarê ku rojavayê wê Çiyayên Lelûnê dorpêç kirine digerim, ji firina wê heyanî dermanxaneya wê, ji dikana wê heyanî bestenîvanê wê li gelek cihan em rastî Efriniyan tên. Her efrîniyekî ku em pê re diaxivin bi gotina xwe ji kesê ‘ecer’ ango ‘biyanî’ re hezkirin, bêrîkirin û hêviyên xwe yên vegera Efrînê vedibêjin. Bi vê awayê hestê Şehbayê dibe bêrîkirin, pêyva wê jî dibe hêvî. Her kesê ku min Şehbaya bi deşta fireh hatiye dorpêçkirin nîşan da û ji wan pirsî bê ka Efrîn bajarek çawa bû, destpêkê behsa xweza, keskahî, darên wê yê zeytûnê û ava Efrînê vedibêje. Gotina xwe ya ‘Her kes ji Efrînê re dibêje ‘Bihişta Kurdistanê’ jî lê zêde dikin. Li ser rûyê her kesê ku qala Efrînê dike ken, li ser çavên wê jî hêviyek xwe nîşanî me dide.

Hemu rehendên Netewa Demokratîk bi jiyanî kirine

Efrînî li her cihê ku çûne kulîlkan şîn kirine, daran çandine û hestera xwe ya Efrînê kêm be jî bi vê yekê radiwestînin. Li Şehbayê hama bêje pêşiya her malekî, her konekî kesk e. Bê guman Efrînî tenê hezkirina xwe ya xwezayê veneguheztine, li Şehbayê pergala Netewa Demokratîk bi hemu rehendên wê jiyanî dikin. Ji bo wan yek ji rehendên ku herî girîng dibînin jî çand e.

Em jî berê xwe didin navenda Tevgera Çanda Hîlala Zêrîn a ji her emrê jin xwe tê de birêxistin kirine û xebatên çand û hûnerê lê dimeşînin. Li hindûr komekî qelebalix a piraniya wan ciwan ava dikin me pêşwazî dikin. Tevgera Çanda Hîlala Zêrîn ji sala 2018’an û vir ve bi şûbeyên xwe yên li Şehbayê vekirine, bi qursên şano, amûrên muzîkê û qursên taybet ên ji bo zarokan bê navber xebatên xwe dimeşînin.

Dema ku em bi beşdarvanên qursan re guftugoyek dikin, Behiye Mihemed bi cil û bergên xwe yên netewî dikeve hindûr. Serdana me ya Şehbayê bi çîroka Nebiye Mihemed re digihe Efrînê. Destpêkê ez dûdil nêz dibin gelo dê ji ‘ecerekî’ re qala xwe bike? Paşê ez cesareta xwe kom dikim û dipirsim. Ez dipirsim û ew bi çavên xwe yên tijî qal dike...

Ji ber ku bi Kurdî strî 12 sal qaçax ma

Nebiye Mihemed a di salên 1980’an de Tevgera Azadiyê nas dike, di sala 1988’an de li Efrînê di yekemîn xebatên çandê de cihê xwe digire. Nebiye dibêje ku ew beriya Tevgera Azadiyê nas bike li dawetan striye dibêje ku “Piştî naskirina fikrên azadiyê û bi awayekê çalak beşdarbûna xebatê êdî li dawetan stran gotin şerm dihat.” Nebiye ku dibêje yek ji xeyalên wê ew bûye ku bibe hunermenda gel û vê derfetê jî Tevgera Azadiyê jê re avakiriye wiha gotinên xwe didomîne:

“Hevalekê bi navê Delîla hebû. Rojek hat, ji min xwest ku ez di nav Koma Muzîkê ya Engîzek de cihê xwe bigirim. Min bi kelecan erê kir û di sala 1990’î de bi Koma Engîzek min dest bi xebatan kir. Koma me qelebalix bû. Li ser me pêkûtiya rejîmê pir zêde bû. Gelek endamên koma me ji aliyê rejîmê ve hatin girtin. Beşek ji wan jî şehîd bûn. Di wan salan de lêgerîna min jî derket. Derbarê min de biryara girtinê hebû. Ez reviyam û min li gundan jiyan kir. Ji ber vê yekê koma me belav bû. Bi giştî min 12 sal qaçax jiyan kir. Pêvajoyek zehmet bû ji bo min.

‘Gel dengê min nas kir’

Rojekê heval Fuat (Alî Haydar Kaytan) li malekî min dît. Ji min re got ‘ji ber ku kesek nîne di Newrozê de derkeve divê tu derkevî ser dîkê’. Min wî neşikand û qebûl kir. Bêyî agahiya malbata xwe ez çûm qada Newrozê. Ez li konekî mam. Ji bo neyêm naskirin min cil û bergên xwe guhert û derketim ser dîkê. Gel dengê min nas kir. Li ser vê yekê hêzên rejîmê ketin pêy min. Bavê min bi wan re axivî û ji wan re got ‘Ew ne keça min bû’. Lê ew dengê min nas kiribûn û dizanîbûn ku ez im. Bavê min zeytûnên xwe firot, pereyê ku kom kiriye da rejîmê û wiha min xilas kir. Paşê piştî ku ji rejîmê xilas bûm carek din min di nav Koma Engîzek de cihê xwe girt. Ango me got ‘Me bi ciwanî destpê kir û em ê vê çandê biparêzin, êdî em nikarin ji vê şoreşê qût bibin’.” 

‘Hozan Mizgîn bandorek mezin li me kir’

Nebiye Mihemed a dibêje ku piştî Şoreşa Rojava bê navber xebatên çandê de domandiye, li Şehbaya ku piştî dagirkirina Efrînê tê, tevî hevalên xwe yên mîna wê ji Efrînê ne Koma Muzîkê ya Mizgin ava dikin û wiha riya xwe didomîne. Nebiye Mihemed bi gotina “Min dengê Hozan Mizgin bihîstibû û pir jê hez dikir. Min digot ger rojekê biçim çiya divê navê min Mizgin be. Xeyala min ev bû, lê pêk nehat” behsa vê yekê dike ku çima navê koma xwe ya nû Mizgin lê kirine. Nebiye dibêje ku kesyet û dengê Hozan Mizgin bandorekî pir mezin li ser Kurdên Rojava kiriye û wiha didomîne:

“Ji bo xebata me ya berê li erdê nemîne, me sê heval biryar da ku em komekî ava bikin. Paşê hevalên ku xebatên çandê dimeşandin piştgirî dan me. Em mal bi mal li endaman geriyan. Me bi 3 kesan destpê kir û niha koma me ji 9 kesan destpê kir. Ez 52 salî me. Kesek bi vê temenê naxwaze di nav koman de cihê xwe bigre. Pêvajoyekî me pir zehmetî kişand. Min jî got ‘ez tenê jî bimînim ezê berdewam bikim’. Me navê komê bi hev re diyar kir. Ji ber ku em hemu ji Hozan Mizgin hez dikin.” Nebiye Mihemed a dibêje ku 3 zarokên wê hene, destnîşan dike ku zarok û hevjînê wê gelek piştgiriyê didin wê, ji ber ku ew dengbêj e pê kêfxweş in.  

‘Em zarokên Efrînê ne’

Bi ti awayê gumana Nebiye Mihemed çênebûye ku dê rojekê vegerin Efrînê. Mîna Efrîniyên din biçe ku derê Efrînê jî hilgirtiye di nav dilê xwe de. Nebiye Mihemed ku bi gotina “Em li ku derê bin em dibêjin ‘Ger em vegerin Efrînê em ê vê bikin’. Niha dibe ku bedena me li vir be, lê em fikrên xwe, bi dilê xwe li Efrînê ne û em Efrînê dijîn” hestên xwe tîne ser ziman,  bi gotina “Em zarokên Efrînê ne” balê dikşîne girêdanbûna wan a ji Efrînê re.

‘Ji bo çanda me bijî...’

Nebiye Mihemed dibêje “Di vê temenê de ez beşdarî xebatên çandê bûm. Tenê ji bo ku çanda me bijî. Hemu cîhan bi saya jinan çanda me fêr bû.” Ez hê li ser zêde dikim ku hê emrê te pir ciwan e, bi gotina “Û çi dibe bila bibe em ê rojekê teqez biçin Efrînê. Em ê Rêbertiya xwe li wir pêşwazî bikin. Em ê pîrozbahiyan bikin û stranên wê di wê roja xweş de bistrin” xeyala xwe ya ji dil pê bawer e parve dike.

‘Ez ê wê rojê strana Dayîkê Qurban bêjim’

Dema ku ez ji Nebiye dipirsim ku dema vegere Efrînê dê destpêkê kîjan stranê bistire çavên wê tijî dibe û dibêje: “Hîn stran hene li ser dilê mirovan e. Mirov bi lêvkirinê de zehmetiyê dijî. Malbata min jî ji bo beşdarbûna min a van xebatan piştgiriyê da min. Wê demê yekem strana ku ez fêr bûm strana Ayşe Şan a bi navê Dayikê Qurban bû. Di nav malbatê de min ji dê û bavê xwe re jî vê distrî. Ji ber vê yekê dema ez biçim Efrînê strana ku dixwazim bistrim ev e.”

Ez jê dixwazim ku beşekî ji stranê ji bo me bistire. Dilê me nahêle. Dengê Nebiye ji nav darên zeytunan derbas dibe, li ser girekî bilind a Efrînê rûdinê, ez jî weke ‘ecera’ Efrîniyên li Şehbayê li ‘Bihuşta Kurdistanê’ temaşe dikim.