Li Îranê zarok di bin siya lêçûnên giran de mezin dibin

Bilindbûna bihayê kelûpelan, demên bêhnvedanê yên li dibistanan jî di bin siya fikarên aborî de dihêle û xwarina ku zarok li dibistanê dixwin jî ji bo budçeya malbatê bûye barekî giran.

JIWAN ŞERÎFZADA 

Bokan – Zengila navberê lê dide û xwendekar yek bi yek ji polên xwe derdikevin. Hinek ji wan xwarin di destên wan de ye û hinek jî dikevin rêza li ber kantîna dibistanê. Ji bo gelek xwendekaran, ev rêz veguheriye cihê hesabkirinê. Ev dîmên, nîşan dide ku bêhnvedanên dibistanê êdî ne bi kêfxweşiyê, zêdetir bi fikar û tirsê derbas dibin.

Ji derveyî lêçûnên cilûberg û pêdiviyên dibistanê, bihayê xwarinên ku li dibistanê tên xwarin, îsal bûye yek ji mezintirîn pirsgirêkên malbatan. Ev lêçûna ku her meh di sala xwendinê de dubare dibe, pareke girîng ji dahata mehane ya malbatan digre.

Hesabê bêhnvedanek para xwarina dibistanê ya di budçeya malbatê de

Çavdêriyên qadê yên li dibistanan, nîşan didin ku kirîna tiştên xwarinê yên herî bingehîn jî êdî bûye têkoşîneke rojane. Li gorî hesabê ku mehê bi navînî 22 rojên di dibistanê de derbas dibin, lêçûna xwarina dibistanê ya ji bo sê bêhnvedanên rojane, di navbera 100 û 600 hezar tûmenan de diguhere.

Dema ku bihayê kek an jî biskuwîtên herî sade yên fabrîkayî ji 40 heta 50 hezar tûmenan dest pê dike, ji bo kirîna tiştên wekî qutiyeke biçûk a ava fêkiyan an jî şîr, pêdivî bi dayîna pereyek zêdetir heye. Ji bilî vê yekê, li hinek kantînên dibistanan bihayê sandwîçeke sar gihîştiye 150 heta 200 hezar tûmenan an jî  zêdetir e.

Bi hesabekî sade re, lêçûna mehane ya xwarina dibistanê ya xwendekareke ji du milyonî destpê dike û heta zêdetirî çar milyon tûmanan zêde dibe. Ev lêçûn li gorî asta mûçeyên heyî ya sala 2026’an, li ser milê civak û malbatên xwedî dahata kêm û navîn, dibe barêke aborî ya zêde. Ger enflasyon jî were berçav girtin, ji bo xwarinên bi tendurist, divê mehane zêdetirê 10 milyon tûmen mesref bê kirin.

Pirsgirêka bihayê zêde û girtina kantînên dibistanan

Guherînên berdewam ên di bihayên xurekê de, bi taybetî yên li gundewar û derdora bajaran domandina xebatên kantînên dibistanan, hema bibêje rewastandiye.

Kelsum A. ya beriya demeke nêz li gundekî nêzî Bokanê kantîneke dibistanekî birêve dibir, bi van gotinan behsa çerxa xirab a di navbera dabînkirin û daxwazê de dike:

“Ez ji bo ku zirar nekim, neçar bûm her hefte bihayên tiştan bilind bikim. Lê xwendekar êdî nikaribûn wan bi vê bihabûnê re tiştek bikirin. Li aliyê din, berhemên erzantir ên li bazarê pir bê kalîte bûn. Heta carna kekên kufikgirtî jî dihatin destên me. Bi bihayên nû re êdî li dibistanê daxwaza ji bo sandwîçên sar jî nemabû. Di dawiyê de ji bilî girtina kantînê tu çareya min nema.”

Projeya ‘Taşteya bi Tendurist’

Piştî girtina kantînên dibistanan û zehmetiyên ku malbat di dabînkirina xwarinên rojane de dikşînin, hinek dibistanan bi armanca ku li dijî berhemên pîşesazî alternatîfek ava bikin, dest bi pêkanîna projeya “Taştiya bi Tendurist” kirin.

Lê belê di pratîkê de, ev çareserî bûye sedem ku cudahiyên aborî û civakî yên di nava polan de bêhtir derkevin pêş.

Mamosteya qonaxa ewil a dibistana navîn Kemend B. jî pirsgirêka heyî wiha tîne ziman: “Di bêhnvedana ewil de em dixwazin xwendekar xwarinên ku ji malê anîne, bixwin. Lê rastiya bi êş ew e ku hê jî zarokên ku malbatên wan nikarin rojane ji bo wan sandwîçek penîr a sade yan jî hêkek peyda bikin, li ser rêzên xwe rûdinên.”

Li gorî gotina mamoste, di hawirdorekê ku sozên rayedaran wekî belavkirina birêkûpêk a şîrê bêpere nayê bicihanîn de, cudahiyên di şert û mercên xurekê ya navbera xwendekarên heman polê de her ku diçe berbiçavtir dibe. Ev cudahî, di navbera dibistanên xizan ên li taxan û dibistanên li taxên dewletê de, zêdetir tê dîtin.

Mexdûriyeta malbatan û fikarên xwendekaran

Di salên dawî de, herî zêde berhemên xurekê yên malbatan rastî enflasyonê hat. Lê belê bandora vê qeyrana bêdeng tenê bi tenduristiya fîzîkî ya xwendekaran re sînordar nîn e, di heman demê de bi awayekî kûr bandorê li rewşa derûnî ya malbatan jî dike.

Amadekirina xwarina dibistanê ya berê rêbazeke kontrolkirina lêçûnê bû êdî bi serê xwe bûye pirsgirêkek aborî.

Şeyda M. ya dayîka du xwendekarên dibistana amadeyî ye, rewşa ku dijî wiha vedibêje: “Di şert û mercên enflasyona heyî de, amadekirina sandwîçek, kekek malê yan jî fêkiyan, bûye lêçûneke mezin. Zarok hene di pêvajoya balixbûnê de dixwazin bi hevalên xwe re ji kantîna dibistanê tiştan bikirin, em jî hewl didin van lêçûnan dabîn bikin. Lê belê encama vê zexta aborî ya berdewam, ji bo malbatan dibe sedema şermê û ji bo zarokên me jî dibe sedema fikara bêperebûnê.

Bi awayekî zelal tê dîtin ku berdewamiya vê rewşê û derxistina xurekên bi tendurist ji çenteyên xwendekaran êdî ne tenê pirsgirêkeke aborî ye. Ev rastî, gefeke cidî li tenduristiya fîzîkî û başbûna derûnî ya nifşekî ku di qonaxa herî krîtîk a pêşketina xwe de ye dixwe û berdêla qeyranên aborî ew nifş dide.