Li Îranê tundiya dîjîtal a li dijî jinan dibe sedema xwekuştinan
Parvekirina wêneyên taybet û agahiyên kesane yên jinan a li ser kanalên Telegramê, ewlehî û jiyana jinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dike xeterê. Ev nûçe, li gorî vegotinên jinan, çalakvan û parêzeran, aliyên cûda yên vê tundiyê lêkolîn dike.
JIWAN ŞERÎFZADE
Mahabad – Di çend salên borî de, kanalên Telegramê yên cûrbecûr ên di bin navên diyar de dixebitin, wêne, agahdariyên kesane, hejmarên têlefonê û navên bikarhêner ên kesane ku piraniya wan aydê jinên ciwan in, diweşînin. Ev kanal, li Mahabad, Bokan, Kamyaran, Serdeşt, Sayin Qale, Ûrmiye, Seqiz, Loristan û bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê derketine holê. Ev yek ji bo gelek jinan bûye sedema encamên cidî yên civakî, malbatî û derûnî.
Rojhilatê Kurdistanê û Îran ne yekane herêmên ku jin bi van şêweyên tacîza dîjîtal re rû bi rû dimînin in. Lê belê nêrînên çandî, zextên civakî û helwestên saziyên berpirsyar ên li hember vê rewşê, ji bo gelek jinan tehemûlkirina van şert û mercan zêdetir dijwartir kiriye.
Xuyabûna dijminatiya jinê ya di hiqûq, malbat û civakê de
Parvekirina wêne an jî agahiyên taybet ên kesan a bêyî razîbûna wan, mînakek tundiya dîjîtal e û dikare encamên derûnî, civakî, pîşeyî û malbatî ji bo kesên rastî vê yekê hatine, hebin. Her çend ev zirar dikarin bandorê li her kesî bikin jî, pirî caran ji ber normên civakî yên li dijî jinan û zextên civakî, ev encam ji bo jinan girantir dibe. Di vê pêvajoyê de, qanûn li şûna ku wan biparêze, gelek caran jinan dike bin zextek hêj girantir.
‘Polîsên FATA’yê ji min re gotin pere bişîne em wêneyê te jê bibin'
Jina ku navê Bavan Kerîmî bikart îne, yek ji wan jinan e ku di sala 2023’an de hejmara têlefon û wêneya xwe di nava parvekirinên kanalek Telegramê ya bi navê "Tîmarxane” de dît. Tevî ku bi Polîsê Sîber ê Mahabadê (FATA) re têkilî danî jî, ji bo çareseriya pirsgirêkê tu bersiv negirt. Bavan Kerîmî, wiha got: "Rêvebirê kanalê ji min pere xwest. Min bi Polîsê FATA’yê re têkilî danî, lê wan ji min re gotin, 'Pere bişîne ku em wêneyê te jê bibin.' Kanal hate girtin, lê heman bûyer gelek caran dûbare bû. Ji ber ku tenê kanal dihat gilîkirin û girtin, rêveberê kanalê nedihat girtin. Dema ku kanalê dest bi xebatê kir, pir nedihat naskirin û polîsan jî zêde girîngî nedida. Bi demê re, rewş gihîşt wê astê ku ji malbatan re şîret hat kirin ku zarokên xwe yên keç kontrol bikin. Ji jinan re jî dihat pêşniyarkirin ku tiştekî parve nekin, storyan parve nekin û wêneyên profîlê bikar neynin.”
Berteka malbatên wan dibe çavkaniyek mezin a tirsê
Di hawîrdorek bi vî awayî de, civak bi xwe beşdarî ji nû ve hilberandina tundiyê dibe. Ji ber ku mirov bi parvekirina wêne û agahdariya jinan an jî bi darizandina wan dibin sedema mezinbûna zirarê. Mixabin bi demê re hejmara endamên di kanalên Telegramê yên wiha de, gihîşt çend hezaran. Her wiha ji bo jinan, ne tenê zirara îtîbara wan a civakî ye, di heman demê de berteka malbatên wan jî bûye çavkaniyek mezin a tirsê.
Li gorî nûçeyên hatine weşandin, yek ji mînakên dawî jî, sê jinên ciwan ên ji Loristanê yên bi navê Esma C., Reha B., û Reyhane G. bûn. Van jinan, piştî ku wêneyên wan li ser kanalek Telegramê hate parvekirin, dawî li jiyana xwe anîn.
‘Jin di nava civakê de sûcdar tên dîtin’
Çalakvana mafên jinan Şadî M., di vê mijarê de destnîşan kir ku tirsa ji malbatê, bi taybetî jî tirsa ji bav, bira û pismam, dibe sedem ku hinek jin xwe dawî li jiyana xwe bînin an jî rastî gefên kuştin û tundiya fîzîkî werin. Şadî M. ragihand ku hinek ji vana jinan neçar dimînin ku dev ji dibistanê berdin û wiha domand: “Derketina wan a ji malê tê qedexekirin, telefonên wan tên desteserkirin an jî jiyana wan a taybet bi tevahî tê kontrolkirin. Heta girtina rêveberên kanalê ya li bajarokên biçûk jî pirsgirêkê çareser nake. Ji ber ku jinên rastî vê yekê tên, demek dirêj tên sûcdarkirin û êş dikşînin."
Şêwaz diguhere, lê tacîza dîjîtal didome
Di gelek rewşan de, armanca sereke ya parvekirina wêneyên taybet û agahdariya kesane ew e ku di kesê de hestên şerm, tirs û tecrîda civakî biafirîne. Yên ku vê naverokê belav dikin têgehên "namûs" û "îtîbar" mîna amûrek kontrolkirin, tolhildan an jî biçûkxistinê bikar tînin. Ev rêbaza tacîzê, ne diyardeyek nû ye. Beriya belavbûna înternetê jî heman bername hebûn. Rêbazên mîna belavkirina wêneyên çapkirî, vîdyoyên kesane û malbatî û belavkirina hejmarên telefonê, berê jî amûrên tacîzêbûn û bedela herî giran a vê yekê her tim jin dan.
‘Lîsteyên reş ên nav û bernavên ciwanan dihat çêkirin’
Yek ji niştecihên Mahabadê Senur V. di vê mijarê de wiha dibêje: “Beriya belavbûna înternetê jî, 'lîsteyên reş' ên ku nav û bernavên biçûkxistinê yên ciwanan tê de cih digirt, dihatin amedekirin. Van lîsteyan jiyana gelek kesan xirab dikir. Di dawiyê de êdî ewqas belav bûn ku kes eleqedar nedibû.”
Guhertina di feraset û baweriyan de şert e
Diyardeyên mîna weşandina wêne û vîdyoyên kesane, nîşaneya çand û ferasetek ku beden û rûmeta mirovan û bi taybetî ya jinan, vediguherin amûrên avakirina desthilatdarî û kontrolê.
Hinek kes dibêjin ku hikûmet bi taybetî di demên krîtîk de ji bo bala raya giştî bikşîne aliyekî din, li pişt perdê di avakirin an rêvebirina hinek ji van kanalan de rolek dilîze. Çi faktor bibin sedema belavbûna van tacîzan jî, dîtina rêyên têkoşîna li dijî wan di bin şert û mercên heyî de bûye fikar û pêwîstiyek cidî.
‘Divê kesên rastî vê yekê hatine bighîjin rêyên hiqûqî û saziyên berpirsyar jî hesab bidin’
Parêzer û çalakvana civakî Kejal H., jî da zanîn gava ewil a têkoşîna li dijî van tacîzan şoreşa ferasetê ye û got: “Şerê li dijî vê diyardeyê bi darizandina rêveberên kanalê bi dawî nabe. Bê guman pêwîst e ku kesên rastî vê yekê hatine bighîjin rêyên hiqûqî û saziyên berpirsyar jî hesab bidin. Lê belê, ji holê rakirina vê cureya tundiyê, hewceyî guhertina nêrîna civakî, perwerdehiya giştî, piştgiriya mirovan û bidawîanîna çanda ku li şûna sûcdar kesên ku rastî vê binpêkirinê tên lêpirsîn dike ye.”