Li Îranê nêzikatiya li hember ‘jinebiyan’: Henek û biçûkxistin
Stran û wêjeya populer carna têgehên dijminê jinan bi şiklê qef û pesnê dubare dikin; ev nêzîkatî jinebiyan ne wekî kesên serbixwe, wek têkiliya bi mêran re pênase dike û şêwazên mêrsalar normalîze dike.
SARA PURXAZARÎ
Kirmaşan – Di vîdyoyên muzîkê de, stranbêjên mêr bi serbilindî bi dehan jinan nîşan dide û dengê xwe bilind dike, di heman demê de gotinên stranê bi awayekî henekî û biçûkxistinê pesnê peyva ‘jinebiyê’ didin.
Dibe ku we ev cûreyên dîmenan gelek caran dîtibe, lê hinek kesan pirsî ka çima stranbêjek mêr dê pesnê jinekê bide ku jê re dibêje ‘jinebî’ û ew paşgir çi ferqê li ser rewşa jinê çêdike? Ji bo analîzkirina vê nêrînê, divê em pêşî wate û têgeha jinebiyê di civakeke mêrsalar de lêkolîn bikin. Peyvên ‘jin’ û ‘keç’ di ziman de tenê behsa zayenda mê dikin. Lê belê, di çandek mêrsalar de, ev peyv giraniyeke wateyî ya cuda hildigre. Di vê çandê de, ‘keç’ behsa jinek xama dike; hebûneke ku hîn jî di destê malbatê de ye ku nirxa wê bi parastina xamatiya wê de tê destnîşankirin. Jinek zewicî, xamatiya xwe winda kiriye û di xizmeta kesê ku dibêjin hevjînê wê ye de ye. Lê belê, di vê pergala semantîk de, jinebî behsa jineke bê mêr û ne xama dike. Li gorî nêrîna mêrsalar, gihîştina wê hêsantir e û ji ber ku piştgiriya mêrekê tune ye, wekî kesek bê mesref û an bê mecbûrî dikarin nêz bibin tên dîtin. Lê belê, têgeha ‘jinebî’ û wateyên wê yên di nav civakê de mijarek berfireh û bi hizir e ku di vê raporê de bi temamî nayê çareserkirin û di demek din de em ê bi berfirehî bigrin dest.
‘Jinebî wek bêçare û bê parastin tê dîtin’
Ferîde X. ku li Kirmaşaê rojnamevantiyê dike têkildarî mijarê wiha got: “Di civakeke mêrsalar de, jinebî wek bêçare û bêparastin tê dîtin. Baweriya ku di nav gelek mêran û carnan jinan de belav e, ew e ku jinebî ji bo jinekê asta herî bilind a bextreşiyê ye. Niha, xeyal bikin ku ev heman faktora qedexekirî ji nişka ve di berhemek hunerî de dighîje statuya pesindayînê. Ev nakokiya eşkere pirsek bingehîn derdixe holê: Çima peyveke ku her tim bi biçûkxistin û redkirinê ve girêdayî ye, ji nişka ve wek sembola pesindanê derdikeve holê? Bersiv eşkere ye; ev pesnê eşkere ji bilî nîşandana nêrîneke amûrî ya li hember jinebiyan ne tiştek din e. Mêrsalar, bi rêya bikaranîna ferhenga jinan, bi awayek bedew û helbestî, hewl dide ku bingehê ji bo destavêtina van jinan deyne. Dema ku em naveroka gelek helbestên ku ji bo jinebiyan hatine nivîsandin lêkolîn dikin, em şopên kûr ên nerînên mêrsalar di tebeqeyên ferhengê de dibînin. Mînak, di helbestekê de min bihîst, jinebiyek wekî destê duyemîn dihat binavkirin û dişiband baxçeyek bê baxçevan ku her kes dikaribû fêkiyan bidize. Her çend ev rêz dikarin bi rengekî henekî û qerfî bê îfadekirin jî, di rastiyê de tabloyek rezîl û dijminê jinan derdixin holê. Naveroka wisa ne tenê rexneyek cidî heq dike, divê ew kesên ku wê dinivîsin û dixwînin jî cidî bên girtin.”
Dema ku dijminatiya jinan di zimanê rojane de tê veşartin
Yek ji rêbazên bicihbûna mêrsalarî, dubarekirina nêrînên dijminê jinan di zimanê rojane û yê axaftinê de ye; ev pêvajo ziman vediguherîne amûrek ji bo ji nû ve hilberandina cudakariyê û şekildana çanda kolektîf. Gelek peyv, helbest û nivîsên dijminê jinan bêyî rexne an sererastkirinê di medyaya dijîtal û medyayê de ji nû ve têne weşandin. Ev nêrîna biçûkxistinê
pir caran ew qas veşartî û xapînok e ku gelek jin bi xwe jî ferq nakin û bêyî ku bizanin beşdarî ji nû ve hilberandina wê dibin; di encamê de, stereotîpên mêrsalar hêdî hêdî normalîze dibin û bicîh dibin.
‘Qet nedifikirîm ku li pişt van stranan fikrên wiha hene’
Armîta Yarî (navê ne raste) ya 28 salî diyar kir ku piştî ku yek ji helbestên li ser jinebiyan jê re hatiye şîrovekirin acis bûye û wiha got: “Her tim di erebeyê de me guh dida ven cureyên stranan, heta em direqisîn û kêfxweş dibûn. Wek strana navdar a ‘jinebî’. Lê ez qet nedifikirîm ku li pişt van stranan fikrên wiha hene. Ji bo min, muzîk her gav çavkaniya şahî û kêfê bûye, ne nîşanek nêrînên jinan. Niha ez fêm dikim ku gelek gotinên li dijî jinan ewqas bi nermî di jiyana me ya rojane de cih girtine ku em wan jî ferq nakin û heta beşdarî ji nû ve belavkirina wan dibin.
Dema jin şêwazên mêrsalariyê ji nû ve dihilberînin
Ev gotin nîşan didin ku heta jin jî ji gelek tevgerên dijminê jinan bêxeber in û wan weke ku xwezayî an normal bin nîşan didin. Dema em li vîdyoyek muzîkê dinhêrin ku stranbêjek stranek li ser jinebiyekê pêşkêş dike, em dibînin ku bi dehan jin tevî naveroka biçûkxistinê direqisin û kêfxweş dibin. Ev dîmen nîşan dide ka şêwazên mêrsalarî çiqas kûr ketine nav tebeqeyên çandê, ji berê ve tespîtkirina wan dijwartir bûye û heta jin jî bi nezanî wan dubare dikin.
‘Ez bi qerfî stranan li ser jinebiyan dibêjim’
Stranbêjek yê merasîma a li Kirmaşanê Xebat.Q, têkildarî van stranên ku di gelek şahiyan de têne lêxistin, wiha dibêje: “Stranên ku ez li ser jinebiyan di dawetan de dibêjim, bi temamî mîzahî ne û armanc dikin ku bêtir bextewariyê biafirînin. Rastî ev e, jinebî di çavê raya giştî de bêtir balê dikşînin û di civakê de bêtir têne dîtin. Ji ber ew dixwazin ji nû ve bizewicin. Ji ber wê, ev jin pir caran cilên bedew li xwe dikin, bêtir bala xwe didin dîtbariyê da ku kesek wan bigire bin baskên xwe û ew di civakê de ‘bêmal’ nemînin.”
‘Mirov wek jin nayê dinê, mirov dibe jin’
Gotinên axaftvan nîşan didin ku nêrîna serdest a li ser jinebiyan, ew e ku ew jinên li şûna wan digerin û ji ber vê yekê heq dikin ku tinaz bi wan bên kirin -ev nêrînek ewqas dubarekirî ku heta hin jin jî wê qebûl dikin. Bell Hooks di xebata xwe ya bi navê ‘Ji bo hemûyan jin’ de rave dike ku mêrsalarî ne tenê bandorê li mêran dike, di heman demê de dibe sedema ku jin jî ziman û hişmendiya wê bi xwe ve girêbidin. Bi vî rengî stereotîpên dijminatiyê ji nû ve çêdikin. Li gorî vê nêrînê, jinebiyek, jineke bêparastin û nasnameya wê bi têkiliyên wê yên bi mêran re tê destnîşankirin. Di encamê de, wekî Simone de Beauvoir got: “Mirov wek jin nayê dinê, mirov dibe jin.”