Li Îranê krîza kehrebeyê jiyan û karsaziyê têk dibe
Li Îranê qutbûna kehrebeyê ya dubare bûye sedema gelek pirsgirêkan. Her çendî rayedar îdia dikin ku rewş baştir dibe jî piştî êrîşên dawî yên li ser binesaziya hilberîn û belavkirina kehrebeyê, zirar di gelek waran de zêde dibe.
JIWAN ŞERÎFZADE
Bokan – “Par qutbûna kehrebeyê bêhtir bi plan dihat kirin û muşteriyan li gorî wê plansaziya xwe dikirin lê îsal tam ne diyar e kengê dê kehrebe qut bibe. Carna pênc deqe, carna di heman rojê de nêzî nîv saetê diçe, paşê du saetan. Hinek rojan kehrebe qut nabe lê ev yek jî nediyar e dê kengê bibe.
Ji bo ku ez berdewam bikim, neçar mam cîhazek şarjê yê veguhêz bikar bînim. Ew jî nêzî du saetan dixebite lê destpêkirina qutbûna kehrebeyê û bilindbûna rêjeya dolar bû sedem ku bihayê berhama herî zêde tê bikaranîn ji 2 milyon tumenî bibe 8 milyon tumen. Bêguman, ev yek niha bihatir e.”
Ev gotinên Mojgan G. ku li saloneke bedewiyê di beşa neynûkan de dixebite. Mîna gelek jinên ku ji bo karên xwe pêwîstî bi kehrebeyê heye, Mojgan jî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimîne.
Li Îranê qutbûna kehrebeyê ya dubare, di çend salên borî de ji bo karsazên cur be cur bûye sedema windahiyên mezin. Her çendî hikûmet bi berdewamî vê pirsgirêkê înkar dike û red dike berpirsiyariyê qebûl neke jî; şert û mercên şer û êrîşên DYE’yê yên li ser binesaziya enerjiyê zexta li ser tora belavkirina kehrebeyê zêde kiriye û rayedarên hikûmetê zexteke mezintir li ser raya giştî kirine.
Li Îranê kêmbûna kehrebeyê û krîza berfirehbûyî
Îran bi qasî 200 santralên kehrebeyê, di nav de santralên termîk, santralên hîdroelektrîkê, yekîneyên enerjiya nûjenkirî û santrala nukleerî ya Buşehrê hene; xwedî yek ji mezintirîn torên kehrebeyê ye li Rojhilata Navîn. Tevî tora hilberîn û belavkirinê ya berfireh, gelek pirsgirêk derketine holê. Di nav de negihîştina sotemeniyê, cezayên navneteweyî, astengiyên santralên kehrebeyê û tora veguhestinê hene. Deynê hikûmetê ji santralên kehrebeyê re û hinardekirina ji bo welatên weke Efganistan, Pakistan, Iraq û Ermenistanê jî tê texmînkirin ku vê havînê kêmasiyek hilberîna kehrebeyê di navbera 10 hezar û 18 hezar megawat de hebû.
Şer û zirara li ser binesaziya kehrebeyê
Di şerê heyî yê ku di Adara 2025’an de dest pê kir, zirara herî mezin gihîşt qada kehrebeyê. Karkera santrala kehrebeyê û pispora di vî warî de, Darya Kazemî (navê lixwekirî), dibêje: “Di rojên destpêka şer de, mirov ber bi kirîna petrol, benzîn, lambeyên gazê, fener û hwd. ve diçûn û tirsa qutbûna kehrebeyê pir cidî bû lê zirarê bi awayekî cuda xwe nîşan da. Her çendî binesaziya hilberînê rastî êrîşê hatibe jî zirara çêbûyî tê texmînkirin ku ji 7,000 megawat zêdetir be û zexta li ser şebekeyê ku li seranserê welat û domdar e, pir zêde ye û zêde dibe.”
Li gorî daneyên fermî, zirara li santralên kehrebeyê yên girêdayî pîşesaziyên pola û petrokîmyayî yên li Esfehan, Mehşehr û Eselahu, êrîşa li ser santrala kehrebeyê ya bi çerxa hevbeş a Ehmed Kazimî, wêrankirina beşên torên belavkirinê li Kîş, Cask, Bender Ebas, Qeşm, Mehşehr û Sirak û qutkirina bi qasî ji sedî 25’ê hilberîna gazê kêmbûna kehrebeyê xirabtir kiriye.
Her wiha zirara li îstasyon û torên veguhestinê yên li Kerec, Tehran, Sîstan, Belûcistan, Bûşehr û Hormozganê bûye sedem ku beşek ji kapasîteya veguhestinê ji dewrê derbikeve.
Mirov di nava krîzê de ne ji ziyanên darayî bigre heta jiyana mirovan
Ji bo mirovan, qutbûna kehrebeyê ne tenê tarîtî ye, di heman demê de tê wateya astengkirin an jî xetera jiyanê jî. Li piraniya bajaran, qutbûna kehrebeyê ne plankirî ye û du saetan dirêjtir didome. Nişteciha Bokanê Şîrîn, diyar dike ku di hinek rojan de qutbûn heta çar saetan didome.
Tê gotin ku qutbûna kehrebeyê di sala 2026’an de bi qasî 400 trîlyon tumen zirar daye û metirsiya bêkarî û îflasê hem di asta mîkro de hem jî di asta makro de zêde kiriye. Xwediya kafeyeke li Tehranê Delaram M. yek ji wan kesan e ku ji ber qutbûna kehrebeyê ya şeş saetan difikire cihê xwe yê kar bigre. Mîna gelek kesên din, ew neçar maye motorek kehrebeyê bikire lê qutbûna ne plankirî tiştan ji bo wê dijwartir kiriye.
Gelek kes ji ber germa zêde xwe davejin kolanan
Li gel ku gelek kes ji ber germa zêde û alavên sarkirinê naxebitin di nava tarîtiyê de neçar dimînin xwe li kuçe û kolanan bi cih bikin, av li hinek tax û avahiyan jî qut dibe. Zeyneb K. ku li devera Kavdanan a yek ji xizantirîn deverên Mehabadê ye, dibêje: “Pompeyên kehrebeyê ji bo dabînkirina avê tên bikaranîn û ligel qutbûna kehrebeyê em rastî kêmbûna avê jî tên.”
Ji bo kesên din ên mîna Şahla V. pispora çekên kîmyewî ya li Serdeştê dijî, qutbûna kehrebeyê dema ku pêdiviya wan bi makîneyên oksîjenê hebe pirsgirêkek girîng û jiyanî ye. Ev rewş di demek ku qutbûnên kehrebeyê yên li ser bingeha çînê dubare dibin, wek salên berê û dema ku qutbûn li deverên dewlemend herî kêm in de tê jiyîn.