Li Îranê jinên xwedî pêwîstiyên taybet nikarin tenê derkevin derve

Negar M. a xwedî pêwîstiya taybet û li Îranê dijî, diyar kir ku ev çend sal in kursiya bi teker bi kar tîne lê ji ber bajêr li gorî kesên xwedî pêwîstiyên taybet nehatine çêkirin nikare bi tena serê xwe derkeve derve.

ŞABNAM TAWAKOLÎ

Tehran –  Astengdarî wek windabûna organê ku dibe berî zayînê yan di dema zayînê de çêbibe yan jî ji ber sedemek di dema jiyanê de çêbibe tê pênasekirin. Faktorên wekî şewb, nexweşiyên endemîk, şer û dagirkerî, qeza, koçberî, xizanî, polîtîkayên tenduristiyê, derzîlêdana çewt, çanda baviksalarî, zewaca zarokan, tundiya nava malê, pîrbûn û qeyrana avhewayê jî dikarin bibin sedema astengdariyê.

Her sal 3’ê Kanûnê Roja Astengdaran a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) tê pîrozkirin. Mijara îsal a Roja Astengdaran jî wek "Bi tevkariya bi astengdaran re xilaskirin û bidestxistina armancên pêşketina domdar" hat diyarkirin. Tê texmînkirin ku di cîhanê de milyarek mirovên xwedî pêwîstiyên taybet hene. Lê ne civak û ne jî dewlet ji xeynî rojên taybet hatiye diyarkirin ji bo cîbicîkirina "mafên mirovî" yên kesên xwedî pêwîstiyên taybet hewldanên têr nakin.

Pirsgirêkên ku astengdar pê re rû bi rû dimînin ne li ser bingeha mafan, wek dilovanî û xêrxwazî ​​tê kirin! Kesên xwedî pêwîstiyên taybet tên paşguhkirin, di jiyana xwe de bi cudakarî û pêşderaziyê re têdikoşin.

Jinên astengdar ji mafên xwe bêpar tên hiştin

Jinên astengdar hem ji ber zayenda xwe û hem jî ji ber astengdariya xwe du caran rastî cudakariyê tên. Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî, zarokên keç û jinên ciwan ên xwedî pêwîstiyên taybet li gorî jin û zarokên keç ne xwedî pêwîstiyên taybet in 10 qat zêdetir bi tundiyê re rû bi rû ne. Jinên xwedî pêwîstiyên taybet ku hema bibêje di her kêliya jiyana xwe de rastî zehmetiyan tên, nikarin bigihîjin perwerde, kar û mafên civakî yên ji bo pêşxistina jêhatîbûna xwe û bidestxistina pîşeyê pêwîst.

Nikarin tenê derkevin derve

Jinên astengdar ên ku nikarin xizmetên derbarê tendurustiya xwe ya zayendî û zayînê de werbigirin, ji ber ku kêm jêhatîbûna wan a parastina xwe rastî tundiya demdirêj tên. Bajar û qadên giştî yên ku bêyî kesên xwedî pêwîstiyên taybet li ber çav bên derbaskirin tên çêkirin, jinên xwedî pêwîstiyên taybet nikarin tenê derkevin derve.

‘Ez nikarim tenê derkevim derve’

Negar M. A 33 salî ku xwedî pêwîstiyên taybet e û li Tehranê dijî, ev çend sal in kursiya bi teker bi kar tîne. Negar M. da zanîn ku avahiyên bajaran bêyî kesên xwedî pêwîstiyên taybet li ber çavan bên girtin, hatine çêkirin û diyar kir ku herî zêde li qadên giştî pirsgirêkan dijîn. Negar M. Navendên danûstendinê wek mînak nîşan da û wiha got : “Navendên danûstendinê ku bi giştî xwedî çend qatên cihê ne, ji bo kesên astengdar nehatine çêkirin. Ji ber vê yekê ez nikarim biçim navendên danûstendinê. Ji ber vê sedemê pêwîstiyên xwe li ser înternetê yan jî ji malbata xwe dixwazim. Di otoparkan de jî ji bo kesên xwedî pêwîstiyên taybet cih nîn e. Ji bo ku ez derkevim derve divê yek li cem min hebe. Ji bilî vê bi tena serê xwe derketina derve ji bo min xeyalek e.”