Li Îranê hejmara zarokên ku li kolanan dixebitin zêde dibe!

Zarokên ku li bajarê Urmiyeyê heta derengiya şevê benîşt, mendîl, simît, qehwe û kulîlkan difroşin bi her cure xeteriyan re rû bi rû dimînin. Zarok dibêjin ku her çend xeyalên wan mezin bin jî neçar in bixebitin.

ALA MOHAMMADÎ

Urmiye – Bajarê Urmiye yê Îranê yek ji wan bajaran e ku bi bedewiyên xwe yên xwezayî, dewlemendiyên dîrokî û bala geştiyarên xwecihî û biyanî dikişîne, ni cazîbeya xwe re di plana pêş de ye. Li bajarê ku xwedî zeviyên çandiniyê yên dewlemend e, ji ber ku çandinî weke polîtîkaya dewletê nayê piştgirîkirin, cotkarî hêdî hêdî kêm dibe û bêkarî, bi taybetî jiyana malbatan, pêkhateya civakê xera dike. Urmiye heya demeke kin wek bajarekî ku zarok li cade û kolanan bixebitin nebû lê niha hûn li her kolanek bi zarokên ku firoşkar e re rû bi rû bimînin. Ev zarok nikarin biçin dibistanê û wek hevalên xwe nikarin jiyana xwe bidomînin. A herî girîng ew e ku bi bandora qeyrana aborî ya li ser malbatên xwe, bi taybetî tundî neçar in bi gelek faktoran re rû bi rû bimînin.

Heta derengiya şevê li kolanan in

Di destên hinekan de benîşt, di yên hinekan de cixare, kulîlk, çay, qehwe, simît, mendîlên kaxiz hene... Lîste dirêj dibe diçe û zarok ji serê sibehê ve, li kolanan dem derbas dikin. Boyaxkirina pêlavan bûye wek ‘pîşesaziyek.’ Bi dehan zarok di destên wan de sindoqên boyaxê hene dem bi dem ji bo pêlavan boyax bikin dikevin pêşbirkê.

"Ez neçar im nan bibim malê"

Em dixwazin jiyana van zarokan hîn bibin, li wan guhdarî bikin çîrokên wan bizanibin. Gava ku em nêzî wan dibin, fêm dikin ku xeyalên wan hemûyan, ji temenê wan mezintir in. Kesek nêzik me dibe û dibêje: “Ji kerema xwe re kulîlkek bikirin” û desteyek ji destên xwe direjî me dike. Temenê wê/wî hîn pir biçûk e… Zarokê ku ji min re dibêje 14 salî ye û nêzî salek e li kolanan firoşkariyê dike, dibêje ku neçar maye dev ji xwendina xwe ya dibistanê berde û diyar kir ku bavê wê/wî jî naxebite û got; "Ez neçar im nan bibim malê."

“Xeyala wê ew e ku bibe bijîjk”

Zarokek din ê ku dibêje 12 salî ye ev 4 sal in li kolanan kulîlkan difiroşe dibêje ku bavê wê bêkar maye û ew hînbûyî vê rewşê ne. Dema ku ew mezin bibe, xeyala wê ew e ku bibe bijîjk…

Li tevahiya Îranê, ne tenê li bajarê Urmiyeyê, bi giştî li ser hejmara zarokên ku li kolanan dijîn û kar dikin, tu dane nîn in. Tenê li Urmiyeyê em rastî zarokên ku li her serê kolanê dixebitin tên; hûn bi xwe encama îstatîstîka ku derbikeve bifikirin.