Li Îranê bedena jinê bû çavkaniya nû ya aborî

Li Îranê bi zêdebûna reklamên firotina hêk û malzarokên cîgir re, jin li ser zextên aborî û biryarên ku ji ber neçariyê dane, diaxivin. Bazarek bêrêzik û bêpîvan ku rola navbeynkaran tê de derketiye pêş.

CIWANA ŞERÎFZADA

Bokan – “Dema ku min cara ewil reklamê li ser înternetê dît, min biryar da ku hêkên xwe bifroşim. Wergirtina hêkan qet ne hêsan e. Ew dikare ji bo her kesî bibe sedema pirsgirêk û tevliheviyan. Lê gava ku hûn ji ber sedemên darayî neçar in vê bikin, hûn nikarin li ser pêşerojê bifikirin. Debara îro, dibe tiştê herî girîng ji bo we. Niha, ew ji firotina gurçikekê çêtir e. Ger hûn dirêjtir û bedewtir bin jî, ew dikarin hêkên we bi bihayekî bilindtir bikirin.”

Ev gotinên Faîza W. ne. Jinek ku li Îranê bi xwişka xwe re, di lûtkeya zextên aborî de neçar ma ku hêkên xwe bifroşin. Îro înternet tijî reklamên firotina hêkan û dayîktiya cîgir e. Ji bo Faîza û Ferzanehê, mîna gelek jinên ku hêkên xwe didin, sedema sereke ya li pişt vê yekê neçariya darayî ye.

Navbeynkarên di bazara firotina hêkan û dayîktiya cîgir de

Gelek ji wan kesên ku li pişt van reklaman in, navbeynkar in. Ew, bexşvanan bi navend an cotên ku pirsgirêkên nezayînê (sterîtiyê) hene û hewceyî hêkan in ve girê didin. Navbeynkar hewl didin ku bexşandina hêkan wekî pratîkek normal nîşan bidin û dibêjin: “Bi bexşandina hêkên ku hûn her meh di dema regla xwe ya mehane de winda dikin, alîkariya jinên ku nikarin bibin ducanî, bikin!” Ew hevokên wekî van bikar tînin an jî jinan bi hinceta “Bi xebata li malê pere qezenc bikin” teşwîq dikin.

Di vê navberê de, ev navbeynkar bi giranî li jinên ku dikarin hêkan bexş bikin digerin. Mercên ji bo vê xebata ku wekî dilxwazî tê nîşandan ev in: Divê jin di bin 33 salî de be, zewicî be an berê zewicî be, saxlem be, ji nexweşiyên xwînê bêpar be, rezervên hêkan ên têr hebin, ceribandina tiryakê derbas kiribe û razîbûna hevjînê xwe hebe.

Ji biha û bazarkirinê bigre heta reftara bêrûmet a navbeynkaran

Di reklamên serhêl ên firotina hêkan de bihayên cuda tên dîtin, lê Ferzaneh dibêje: “Piraniya navbeynkaran derewan dikin û dema ku ew fêm dikin ku hûn firoşkarekî rastîn in û hewceyê pereyan in, bihayê kêm dikin. Di vê bazarê de çend kesên pir navdar hene. Ez karîbûm hêkên xwe di bexşa xwe ya sêyemîn de bi bihayekî bilindtir bifroşim û navbeynkar hemû lêçûnên derman, ultrason û testan girt ser xwe, lê di bexşa ewil de, ez bi xwe berpirsyara lêçûnên dermanên berî bexşê û piştî bexşê bûm.

Beden, hiş û tevliheviyên nehatine ziman

Nexem Z., pispora nexweşiyên jinan û hêkdanê ye. Ew, bexşandina hêkan û kirêkirina malzarokê wekî çareseriyek bibandor a ji bo pirsgirêkên zayînê yên gelek cotan pêşkêş dike. Lê belê, ew balê dikişîne ser aliyê din ê çîrokê û bazirganîkirina vê mijarê wiha tîne ziman: “Bexşandina hêkan ne pêvajoyek hêsan û bêencam e. Ew ji bo bidestxistina hêkan laşê jinê dide ber dermankirina hormonal. Yek ji tevliheviyên ku divê cidî bê girtin, sendroma hîperstimulasyona hêkdankê ye. Her wiha îhtîmala enfeksiyon, xwînrijandin û nexweşiyên hormonal jî heye. Carna îhtîmala penceşêra hêkdankê jî tê gotin. Hin jin piştî bexşandina hêkan bi pirsgirêkên psîkolojîk re rûbirû dimînin. Rastiya ku şaneyên wan ên genetîkî di çêbûna zarokekî din de rolek lîstine, gelo ew ê qet wî zarokî nas bikin? Her wiha ji bo dayîkên cîgir ên ku malzaroka xwe ji bo qezenca darayî kirê dikin, krîzeke nasnameyê ya cidîtir derdikeve holê û di her du rewşan de jî, jin di çareserkirina vê pirsgirêkê de zehmetiyan dikşînin.”

Prensîbên qanûnî û dadwerî yên nezelal

Wekî ku li gelek welatên rojavayî gelemperî ye, bexşandina sperm û hêkan li Îranê ji ber pirsgirêkên dadwerî, qanûnî û çandî bi sînorkirinên cidî re rûbirû ye. Ewqas ku li Îranê bi piranî embriyo tên bexşandin, an jî di hin rewşan de, li gorî çalakvanên vî warî, malbat tenê jinên zewicî tercîh dikin (her çend di hin rewşan de jinên berê zewicî jî werin qebûlkirin). Di vê rewşê de, li gorî rêberiya zanyarên olî, zewacek demkî û pir caran veşartî di navbera jina bexşvan û mêrê serlêder de heya wergirtina hêkê û çêbûna embriyoyê pêwîst e. Ji ber ku di gelek rewşan de nasnameya wergir û bexşvan divê veşartî bimîne.

Pirsgirêk ne tenê kirîn û firotina hêk an malzarokan e

Her çend pênaseyên pratîkekî wisa ji perspektîfekî qanûnî ve bên destnîşankirin jî, qanûn hîn jî bi awayekî nezelal bersivê dide bexşandina hêkê, bexşandina embriyoyê, dayîktiya cîgir û şertên wan. Wekî din, pirsgirêk li vir ne tenê kirîn û firotina hêk an malzarokan e. Ew rewşek e ku ji ber krîza aborî, enflasyonê û kêmbûna ewlehiya debara jiyanê, laşên jinan bûne yek ji hebûnên dawîn ên ku dikarin bi pereyan bên guhertin.

Di rewşeke wisa de, xeta di navbera “bijarteya azad” û “neçariya ji ber xizaniyê” de winda dibe. Ger gihîştina wan bi kar û dahatiyekî hebûya, ger piştgiriyeke têr hebûya ku lêçûnên jiyana xwe bidin, Faîze û Farzaneh qet serî li firotina hêkên xwe nedidan.