Krîza tiryakan li Kirmaşanê: Temenê bikaranîna tiryakê ketiye bin 15 salî

Li Kirmaşana ku bi krîzên aborî û civakî re têdikoşe, bikaranîna çixare, nargîle û madeyên hişber di nava keçên ciwan û xwendekaran de bi awayekî metirsîdar zêde dibe. Rapor nîşan didin ku ev rewş bi destwerdan û saziyên ewlehiyê ve jî tê xwedîkirin.

SARÊ PORXIZARÎ

Kirmaşan – Li şûna girtina pênûsekê an pirtûkekê, tiştekî spî û zirav di navbera tiliyên wan de heye. Ew dibe ku bi şekilê xwe dişibe pênûsekê, lê ne ji bo nivîsandin û fêrbûnê ye. Ew, ji bo şewitandin û kişandinê ye: Cixare. Ew bi bawerî û bêyî tirsa ji encamên wê, bikar tînin. Ev çîroka keçên ciwan û ciwanên din ên li Kirmaşanê ye ku ketine nav xefika cixare, cixareya elektronîk, nargîleyê û bikaranîna titûn û madeyên din ên hişber.

Li parêzgehek ku demek dirêj e bi tiryakbûn, xizanî, nebûna binesaziyê, marjînalîzekirin û tundiya navmalî ve mijûl e, niha krîzek nû derdikeve holê: meyla keçên ciwan ji bo bikaranîna titûn û madeyên hişber zêdetir dibe. Çavdêriyên meydanî û raporên nefermî nîşan didin ku temenê bikaranîna titûnê di nav keçan de li Kirmaşanê bi awayekî xemgîn daketiye. Her çend derbarê mîqdara vexwarinê ya di nav xwendekarên jin de daneyên rast û fermî tune bin jî, çavkaniyên nûçeyan nîşan didin ku bikaranîna cixare û nargîleyê zêde bûye û şêwazên xeternaktir di nav wan de belav bûne; şêwazên ku dikarin rê li ber tiryakbûna girantir vekin.

Kêmkirina temenê vexwarinê: Keçên ciwan di xetereya tiryakê de ne

Şehîn R., karmendek li Nexweşxaneya Mihemed a Kirmaşanê, li ser rewşa nexweşên ciwan dibêje: “Vexwarina cixareyê di nav keçên di bin 15 salî de, bi awayekî xemgîn zêde bûye. Zêdetirî ji sedî 60’ê keçên di navbera 12 û 16 salî de heftê herî kêm 20 cixareyan dikşînin, an jî bi navînî rojê sê cixareyan dikşînin. Piraniya van keçan li derveyî malê cixareyan dikşînin û gelek ji wan di malbatên ku dîroka tiryakê hene de mezin bûne. Ji ber vê yekê cixarekêşandin ji bo wan wekî tevgerek normal tê hesibandin. Lê tiştê ku hîn xemgîntir e, ewe ku vexwarina wan ne tenê bi cixareyan ve sînordar e; gelek ji wan di heman demê de esrarê jî dikşînin, ku pir xeternak e û dikare bibe pêşengiya tiryakên girantir.”

Nebûna hişmendiya pêşîlêgirtinê ya bi bandor e

Li gorî statîstîk û çavkaniyên berdest, zêdetirî ji sedî 50’ê bikarhênerên madeyên hişber li Îranê di navbera 15 û 29 salî de ne. Ev îstatîstîk nîşan dide ku fikarên li ser bikaranîna titûn û madeyên hişber di nav ciwanan de, nemaze xwendekaran de zêde dibin. Ev meyl bi çend faktoran ve girêdayî ye; di nav wan de peydakirina hêsan a madeyên hişber, çavdêriya qels a li dibistanan, zextên akademîk û malbatî û nebûna xizmetên şêwirmendiyê yên bi bandor. Hin ciwan ji bo ku ji fikaran birevin, li heyecanê bigerin, an ji bo pejirandina civakî hewl bidin, serî li bikaranîna madeyên hişber didin. Di nav keçan de, zextên civakî, sînorkirinên ragihandinê û lêgerîna serxwebûnê an avakirina nasnameyê vê diyardeyê girantir dikin. Di heman demê de, nebûna hişmendiya pêşîlêgirtinê ya bi bandor rê li ber belavbûna karanîna madeyên hişber vekiriye.

Çima ciwan berê xwe didin madeyên hişber?

Fernaz F., xwendekareke psîkolojiyê li Kirmaşanê ye. Fernaz, destnîşan kir ku pêvajoya ciwantiyê ya herî hesas e û di vê demê de xwestekên mirovan çêdibin û wiha domand: “Li Kirmaşanê, krîza sereke aborî ye û rêjeyek bilind a xwendekaran ji malbatên hejar tên. Divê em vê rastiyê ji nedîtî ve neyên ku xwendekarên di vî temenî de hewceyî heyecanê ne û hestên nû biceribînin. Dema ku keç li malê rastî zilm û zorê tên û xizanî vê zextê zêde dike, ew li hawîrdora dibistanê digerin ku mijûl bibin. Lê belê hawîrdora dibistanê ku ji girtîgehek dijwar a di bin qanûnên Komara Îslamî de ne pir cûda ye, zextê li ser keçan zêde dike, ji ber ku ew ne li cihek ewle ne. Ji ber vê yekê, ew serî li awayê herî hêsan ê kêfxweşiyê didin: tiryakbûn. Ev dikare wekî sedema sereke ya xwesteka bikaranîna madeyên hişber û titûnê di nav xwendekarên jin ên li Kirmaşanê de bê hesibandin.”

Hin dikanên titûnê bûne navendên firotina tiryakê

Lê belê, rola saziyên hikûmetê di meyla zêde ya ciwanên Kirmaşanê ya bikaranîna madeyên hişber de nayê paşguhkirin. Tevî qedexeya fermî ya çandina esrarê, hin xwediyên erdê li herêmê ragihandin ku çandina wê berfireh bûye û hêzên leşkerî hatine da ku berheman tune bikin. Kiryarek ku ew îdîa dikin carinan bi daxwazên bertîl an dabînkirina amûran ji qereqolên polîsan re tê. Her wiha îdiayên ku çavên xwe ji bazirganên madeyên hişber ên li parêzgehê re girtine an jî piştgirî dane wan jî, hebûn. Wekî din, hesabên hevpar destnîşan dikin ku hin dikanên titûnê li Kirmaşanê, ji bilî firotina cixare û titûnê, bûne dergehên veşartî ji bo firotina madeyên hişber û psîkotropîk.

‘Polîsan got dikana ku tiryak difroşe, ya hevalên me ye’

Mastanah H., ku ligel hevjînê xwe li Kirmaşanê karê dikanekê dimeşîne, ezmûna xwe ya şexsî wiha vedibêje: “Di destpêka Tîrmehê de, dikana me çû cihekî nû, li tenişta wê dikaneke titûnê hebû. Ji rojên pêşîn ve, me dît ku ciwan û mêr gelek caran serdana vê dikanê dikin. Piraniya wan xwendekarên lîseyê an jî yên dibistana navîn xuya dikirin. Piştî hefteyek an du hefteyan, me hêdî hêdî fêm kir ku ji bilî titûnê, di vê dikanê de bi eşkereyî madeyên hişber jî dihatin firotin. Gava ku em ji vê yekê piştrast bûn, me biryar da ku em qereqola polîsan a herêmî agahdar bikin û gilî bikin. Ji ber ku me bawer dikir ku em bi firoşkarekî madeyên hişber re mijûl dibin. Nêzî saetekê piştî bangê, otomobîlek polîsan bi çend efseran re li ber dikana me rawestiya. Yek ji efseran, zilamekî mezin, ket dikanê û bi dengekî dostane lê tehdîdkar got: ‘Min bihîst ku hûn nû hatine û mêvan in. Dikana li rex we yê yek ji hevalên me ye; divê hûn jê hez bikin, an na hûn ê bibin mêvanên me.’ Ew dem bû ku me fam kir ku ev dikan di bin çavdêriya van efseran de dixebite û ji ber vê yekê ew bêyî tirsa darizandinê, bi awayekî azad madeyên hişber belav dikirin.”

Lêkolîn planê hikûmetê eşkere dike

Axaftinên van kesên ku van madeyên hişber bikar tînin, nîşan didin ku krîza tiryakbûna ciwanan li Kirmaşanê dibe ku ne tenê ji ber faktorên psîkolojîk be, her wiha beşek ji mekanîzmayek hikûmetê ye. Bi rastî, lêkolîna ka ciwanên li Kirmaşanê çiqas bi hêsanî dikarin madeyên hişber bi dest bixin, digel piştgiriya leşkerî ji bo bazirganên madeyên hişber, planeke ji hêla hikûmetê ve hatî amadekirin eşkere dike. Ji bo ku gelek ciwanan di nav tiryakê de bigre, wan ji şiyana wan a fikirîn û aqilmendiyê dizîne; tiryakek ku ji hebûnek ji hikûmetê bi xwe jî wêrankertir, ango Komara Îslamî, çêdibe.