"Kongreya Star li ser esasê bingeha xeta azadiya jin û civakê têdikoş e"

Madlên Şêx Xidir Berdevka rehenda qada civakî ya herêma Firatê, behsa xebatên jinan di nava Rêxistina Kongrera Star de kir û wiha got: "Pêkhateyên jinan ên rêxistinkirî di biniya Kongreya Star de li gorî rêgezên konfederalîzma demokratîk dixebitin. Di rehendên bîrdozî, rêxistinî, siyasî, parastina rewa û mijarên stratejîk de biryarên hevbeş werdigre û dixe meryetê."

DILUCAN BOZÎ
Kobanê-Kongreya Star rêxistineke avanî ya konfederal a demokratîk ya jinê ye, ji bo wekhevî û azadiya hemû jinên herêmên Bakur Rojhilat Sûriyê-Rojava û Sûriyê têkoşînê dike. Kongreya Star li Rojava, Bakur Rojhilatê Sûriyê bi awayekî giştî li tevahiya Sûriyê li ser bingehên rêgezên vîna cewherî û xwerêvebirinê bi tevahiya jinên gelên ku xwediyê çand, ziman, baweriyên cûda xebatên xwe mezin dike. Di nava piştevaniyeke hevpar de ye û li ser vê bingehê xwe birêxistin dike. Li ser bingehê stratejiya netewa demokratîk navendîbûnê derbas dike û bi cudawaziya gelan û jinan re bi esasgirtina edalet, azadî û wekheviyê birêxistin dibe. Li ser bingehê paradîgmaya demokratîk-Ekolojîk û azadixwaziya jinê birêxistin dibe û bi bergeha nêrîn û bîrdoziya jinê çareseriya pirsgirêkên civakê esas digre. Di tevahiya qadên jiyanê de bi perspektîfa konferderalîzma demokratîk birêxistin dibe û li beranberî tevahiya nêzîkbûnên ku çavkaniya xwe ji pergala mêrê serdest û feraseta ku rê li ber zayendperestî, nîjadperestî, deshildatperestî û tundiya vedike, têkoşîn dike. Bi berfirehkirina qada jin û civakê xebat û rêxistinbûnê pêşdixe. Ji ber vîna jinê di her qadên jiyanê de bibe hêza biryarê, tevahiya xebatan li ser bingehê hevserokatiyê  û bi rêgeza nûnertiya wekhev dide meşandin. pêşengtiya rêxistinbûna modela civaka demokratîk a li ser bingehê komun û Meclîsan e, dike. 
Kongreya Star li pêşberî tundiyê têkoşîn dike
Pêşengtiya modela azadî û wekheviyê ya ku bi şoreşa Rojava derketiye holê, dike da ku li ser demokratîkbûnê vesaziya Sûriyê û Rojhilata Navîn pêk were û deskeftiyên gelê Kurd û gelên din were parastin û pêşxistin. Kongreya Star, rêbazên xwe yên rêxistinbûn û têkoşînê dispêre zanistiya jiyana azad Jinolojiyê. Bi Jineolojiyê re mêtîngeriya zihnî tê derbaskirin, hişmendiya jina azad, jiyana azad û têkoşîna cins tê pêşxistin. Li ser bingehê perspektîfa hevjiyana azad despêkê malbat di navê de jî hem di têkiliyên jin-mêr de hem jî di tevahiya têkiliyên civakî de li dijî zordarî, desthilatparêzî û zayendparêziyê têdikoşe û hewldide, demokratîkbûna mêr û malbatê pêk were. Bi nêzîkbûneke ku xweparastin û jiyana wekhev dixe navenda xwe, birêxistin dibe. Li dijî şer û saziyên mêrê serwer ê ku xwe di tevahiya qadên jiyanê de birêxistin kirine, di aliyê siyasî, civakî, aborî, hiqûqî, fizîkî û hwd de, xweparastina jinê pêş dixe. Nirxên civakî yên komunal ên jinê û mafê hebûna gelan diparêze, li dijî her cure bişavtin û qirkirinên çandî, fizîkî û li dijî her cure dagirkerî û mêtîngeriyê têdikoşe. Kongreya Star di nava xwe de 12 rehendan dihewîn e.
Rehenda Civakî li ser bingehê zanebûn û rêxistinkirina civakê dixebit e 
Armanca vê ya esasî pêşxistina zanebûna civakê ye. Ji bo pêşxistin û parastina mafê mirovan, aştî, werzîş, bawerî, zarok, pîr, astengdar, mexdûrên şer, koçberiyê, malbatên şehîd û gaziyan, pilan û pirojeyan, pêş dixe, rêxistinbûn û sazîbûnên pêwîst ava dike. Xebatên wek perwerde, rêxistinbûn û çalakiyan pêşdixe. Ji bo jin û civak bibin xwediyê hişmendiya netewa demokratîk, têdikoşe. Ji bo demokratîzekirina malbatê xebatên piralî dimeşîn e. Di mijarên weke pirsgirêkên jin, zarok û ciwanan de, her wiha di mijarên koçberî, bêkarî, karkerî û îstismara zarokan de dahûrandinên pêwîst dike û li beramberî pirsgirêkên wisa, li ser bingehê çareseriyê nêzîkbûn raber dike. Rehenda civakî di 1'ê Mijdara 2019'an de hatiye avakirin, Weqfa Jina Azad a herî zêde bi van mijaran re têkildare jî 29'ê Tebaxa 2019'an li Kobanê hat vekirin. Şaxê Weqfa Jina Azad a bajaroka Sirînê jî 26'ê Çileya 2020'an hat vekirin. Divê çarçoveyê de Berdevka Rehenda Civakî ya herêma Firatê Madlên Şêx Xidir ji ajansa me re axivî.
Rehenda civakî di xizmeta civakê de ye
Madlên di destpêka axaftina xwe de balkişand ser girîngiya rehenda civakî û wiha got: "Ev rehenda berfireh gelekî girînge ji bo jin û civakê. Bi taybet mijulbana bi pirsgirêkên civakî û perwerdekirina wan re, ji vê yekê jî sê beş girêdayî rehenda civakî ne, ya despêkê Weqfa Jina Azad, Rêxistina Sara ya li dijî tundiyê, li gel ol û bawerî ne. Bi van hersê beşan re em her di nava tensîqê dene. Weqfa Jina Azad xwe li ser esasê avakirina pirojeyan dide meşandin. Ji xwe hemû piroje girêdayî jinan in, wek dirunxane, kuafor, fêrbûna sê zimanên Kurdî, Erebî û Inglîzî, li rex wê jî amurên bi dest tên çêkirin û xwe fêrî tiştên teknîkî dikin. Ev xebat jî ji bo gelek jinên ku ji xwendin û nivîsandinê bê par mane giringe. Li rex wê jî girêdayî weqfê Keske Sora Alan heye, ev jî zarokên sêwî hembêz dike û wan perwerde dike. Di keske Sorê de cihê zarokan yê ewlehî, perwerde û beşa deruniyê heye. Rêxistina Sara ya li dijî tundiyê jî di nava xwe de gelek beş digre, beşa perwerde, derunî, tundî, raghandin, arşîv û hiqûqê jî di nava pilanên me de heye. Ev Rêxistin li beramberî hemû cureyên tundiyê têdikoşe."
"Em di nava civakê de bi nîqaşan pirsgirêkan çareser dikin"
Madlên anî ziman ku rehenda civakî bê navber di nava civakê de dixebite û wiha bi lêv kir: "Herî zêde Rêxistina Sara di nava gel de ye, ji bo ku ti pirsgirêk dernekev, ev beş bi taybet beşa tundiyê hemû demê xwe daye civakê. Di dema şewba Vîrûsa koronayê de beşa tundiyê gelekî xebitî û bû bersiv ji hemû pirsgirêk û tundiya ku li ser civakê û bi taybet li ser jinan tê kirin re. Em dikarin bibêjin ku heya dawiyê jî ji bo ev hîna bi awayekî çalak di nava gel de xebatên xwe bide meşandin, rastî gelek zehmetiyan tê, ji ber em dizanin heya niha jî civak qebûl nake ku jin serî li saziya Sara bide. Ruxmî van hemûyan jî em xebatên xwe didomînin. Em di nava wê têkoşîna ku em çawa bikaribin vê hişmendiya zayendperest bidin guhertin, ev jî yek ji erkên qada perwerdeya ku bi rêka dayin dersan, nîqaşkirina bi gel re, hêdî hêdî civakê ber bi guhertinekê ve bide meşandin. Lê bi rastî jî dema ku em bixwazibin xwe bighînin jineke ku rastî tundiyê bê wê demê em gelek zehmetiyan dibînin û carnan jî em rastî lêdanê tên. Di heman demê de em zor û zehmetiyan di milê hiqûq de dikşînin, di nava pilansaziyên me deye heye ku em vê beşî jî bidin avakirin da ku em bi karibin dozên jinan biparêzin."
Madlên destnîşan kir ku ol û siyaseta li ser jin tê meşandin dihêle ku jin rastî gelek astengiyan bên û wiha pêde çû: "Di rêka siyaset û baweriya heyî de jin rastî lêdan, tundî û işkenceyan tên. Ev xebat di demên meyê niha de divê roleke xwe ya sereke hebe, da ku em bikaribin rastiya ol ya heyî bidin meşandin. Jin di hemû warê civakê de rastî tundiya bedenî, lêdan, ji derketina jinê ji malê bigre heya xebatê ku dide meşandin. Ji bo vê jî me xwast em saziya ol û bawerî bidin avakirin, da ku mefê jinê di milê ol de jî bê parastin. Her wiha neyiniyên ol ku li ser jin dihatin ferzkirin. Êdî divê em gavne din bavêjin, wek pirojeyên ku em li herêmên Ereban bidin avakirin, ji bo em bikaribin hemû jinan hembêzbikin. Sala par me navenda Rêxistina Sara ya li dijî tundiyê, rehenda civakî û Weqfa jina azad vekir, ev bi xwe jî gaveke başe ku li her derê sazî û navendên jinan bêne vekirin, da ku her jineke ku pêdiviyên wê bi kar û xebat hebe an go rastî zehmetiyekê hatibe berê xwe bide me."
"Êdî dem hatiye em saziyên xwe berfireh bikin"
Madlên bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî ji ber pirsgirêkên heyî civak di nava gelek zehmetiyan re derbas dibe û wiha dawî kir: "Pirojeyên ku me li pêşiya xwe danîne wê bibe yek ji lingên çareseriya van pirsgirêkan re. Herî zêde em niha li ser xebatên ku em çawa çaxên xwe berfireh bikin û bi karibin van saziyên bi awayekî baş bi rêxistin bikin. Her wiha perwerdekirina malbatên demokratîk ku çawa bikaribin bi hevdû re bi awayekî hevbeş bikaribin jiyana xwe bidomînin. Li rex van jî perwerdeya koçberan bi taybet jin û zarokan. Ji kombûna rêjeya koçberan heya rewşa wan di nava kampan de, ji bo astengdaran jî em bi awayekî peywendî bi navenda komleya astengdaran re çêdikin. Ji bo sporê jî hin piroje hene ku em bikaribin jinê di milê sporê de jî pêş bixin."