Komkujiya Mehmûdiyê berdewamiya Komkujiya Helebçeyê bû

Dayika Emîne Eloş yek ji şahidên komkujiya taxa Memûdiyê Efrînê ye, di komkujiyê de malbatê wê tev bi giranî bidîndar dibin. Emîne ya parçeyek ji laşê xwe windakiriye, têkoşîna ji bo vegera Efrînê tim di dilê wê de zindiye.

Dayika Emîne Eloş yek ji şahidên komkujiya taxa Memûdiyê Efrînê ye, di komkujiyê de malbatê wê tev bi giranî bidîndar dibin.  Emîne ya parçeyek ji laşê xwe windakiriye, têkoşîna ji bo vegera Efrînê tim di dilê wê de zindiye. 
SARA ŞÊX HESEN
Heleb - Bi êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê di dîroka 20’ê Çileya 2018’an de li ser axa Efrîn- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek komkujî li ser sivîlên li herêmê çêbûn. Yek jê komkujiya taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê ye, ev komkujî di salvegera komkujiya Helebçe ya ku balafirên şer ên Iraqê bombeyên kîmyewî bi ser bajarê wê de barandin, pêk hat. Di komkujiya Helebçeyê de bi qasî 5000 mirovên Kurd jiyana xwe ji dest dan û bi deha hezaran jî birîndar bûn, komkujiya taxa Mehmûdiyê ji komkujiya Helebçayê ne cuda bû. Dema sivîl ji ber bombebarana dewleta Tirk li ser gundan berê xwe didin navenda bajarê Efrînê, li taxa Mehmûdiyê tên hedefgirtin zêdetirî 50 sivîlî jiyana xwe ji dest dan û bi dehan birîndar bûn. 
Dewleta Tirk a dagirker di 16’ê Adara 2018’an de li taxa Mehmûdiyê ya bajara Efrînê komkujî pêk anî. Dayika bi navê Emîne Eloş yek ji şahidên komkujiya taxa Mehmûdiyê ye. Dayika Emîne malbata wê di komkujiyê de bi giranî birîndar bûn ew bi xwe jî birîndar bû û parçeyek ji bedena wê hat birîn. Têkildarî kêliyên komkujiyê dayika Emîne ji me re ev çîroka bi êş parve kir. 
Kêliyên komkujiya taxa Mehmûdiyê
Emîne kêliyên komkujiya Mehmûdiyê û bûyerên ku bi çavên xwe dîtine wiha anî ziman: “Ji ber dijwariya topbarana dewleta Tirk me berê xwe dida navenda bajarê Efrînê. Dema em gihîştin taxa Mehmûdiyê balafirên şer li ser serê me digeriyan, em hemû sivîl bûn tu leşker di nav me de tunebûn. Di wan kêliyan de baran bi dijwarî dibarî, bi qasî diwariya wê baranê bombe li ser me reşandin. Me dixwest em xwe biparêzin lê me berê xwe dida kîjan deverê em dihatin topbarankirin, balafir ne disekinînin û sivîl pir ditirsiyan. Em ji maşîneyên xwe daketin û bombe di nava sivîlan de ketin. Ez ji ser hişê xwe çûbûm, dema hinekî hatim ser hişê xwe min dît keça min ji destê xwe birîndar bûye û destê wê hat jêkirin. Min keça xwe hilgirt ser milên xwe û li hevjînê xwe geriyam, hevjînê min jî di nav xwînê de xuya nedikir ji dest û lingên xwe birîndar bû. Ez bi xwe jî birîndar bûm û ji malbata min deh kes birîndar bûn. Dema min wisa keç û hevjînê xwe dît bi birîndariya xwe dîsa ji ser hişê xwe çûm. Birînên me giran bûn, ji her derê bêhna mirinê dihat û mirovan nema hev nas dikir. Keça min ev sê sal in heya niha jî tedawî dibe, jixwe hevjînê min li erdê ye. Di wê kêliya ku ez hatibûm ser hişê xwe de min hîs dikir ez xewnekê dibînim, min her digot xweziya xewn be û ne rastî be. Bêbextiya cîhanê wisa anî serê me.”
   
Hêviyên vegerê
Bi hêviyên vegerê Emîne êşên xwe li hev dipêçê û wiha dawî li gotina xwe anî: “Em niha bi hêviyên vegerê dijîn ji bo wê em li ber xwe didin, yan na bê Efrînê çi wate ji jiyana me re dimîne? Em niha koçberî Helebê bûne lê her axa me Efrîn ji bo birînên me derman e. Sûcê sivîlan nîn e di ewqas komkujiyan re derbas bibin. Ruxmî min parçeyek ji laşê xwe winda kiriye jî dîsa têkoşîna ji bo vegera Efrînê di dilê min de zindî ye. Em mafê xwe yê vegera Efrînê dixwazin, mafê me heye em bi ewle bijîn.”