Komîna Vîtariya ya taxa Dêrikê pêkhateyan tîne ba hev

Komîna Vîtariya ya komîna taxekî Dêrikê ye pêkhateyan tîne ba hev. Jinên ji pêkhateyên Kurd û Suryan ên li bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê dijîn, gotin ku bi pergala neteweya demokratîk re yekîtiya gelan çêbûye.

ZEYNEB ÎSA

Dêrik – Bajarê Dêrikê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi çanda xwe û rengîniya xwe ya dewlemend a pêkhateyan tê nasîn. Dêrik, bi xwezaya xwe ya bi aram, hewaya xwe ya paqij resen, çiya û geliyan û çandên ku bi dehan salan bi hev re dijîn, dighîne hev. Dêrik bi pêkhateyên xwe yên cihêreng ên mîna Kurd, Sûryanî, Asûrî, Ermen û Ereb, mînakek bêhempa ya jiyana civakî ya li herêmek bi aloz, nîşan dide. Tevî hemû zehmetiyan jî Dêrik sembola aştiya herêmî û navendeke girîng e ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Li Komîna Vîtariya ya komîne taxekî Dêrikê hemu pêkhate cihê xwe digirin. Jinên ku li bajarê Dêrikê dijîn, behsa taxa xwe ya ku gelek pêkhate lê dijîn kirin.

‘Herkes bi çand û zimanê xwe tê naskirin’

Ayşa Ubêd a ji pêkhateya Kurd ku li bajarê Dêrikê dijî, behsa rengîniya bajarê Dêrikê kir û got: “Li bajarê Dêrikê gelek pêkhate dijîn. Kurd, Ereb, Sûryan, Ermen, hemû cihê xwe di vî bajarî de digrin. Beriya ku şoreş destpê bike, pêkhateyên Kurd û Sûryan bi hev re dijiyan, têkiliyên me û wan bi hev re hebûn û herkes bi çand û zimanê xwe dihat naskirin. Piştî ku Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinan hat destpêkirin, me cihê xwe di gelek saziyan de girt. Rêveberiya xweser tu cudahî nekir navbera me Kurd, Sûryan, Ereb û Ermenan. Têkiliyên pêkhateyên bajarê Dêrikê bi hev re xurt in û me xwişk û biratiya gelan di nav xwe de ava kir.”

‘Bi pergala neteweya demokratîk xwişk û biratiya gelan hat avakirin’

Ayşa Ubêd bal kişand ser taxa ku bi navê Komîna Vîtariya tê nasîn û pêkhateyên Kurd, Ereb, Sûryan û Ermen lê dijîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di taxa Komîna Vîtariya de piranî pêkhateyên Sûryan dijîn. Em wek pêkhateya Kurd rêzê didin ola wan. Çi cejnên wan çêdibin, em serdana wan dikin û bi hev re ne. Di heman demê de di cejnên me yên misilmanan de ew jî tên serdana me. Di dema rejîma Baasê de gelek cudahî dikirin navbera me, dixwestin pêkhatiyên Kurd û Ereb li hemberî hev rabin. Bi taybetî me gelê Kurd pir zor û zehmetî di dema rejîmê de kişand. Piştî avakirina bergala neteweya demokratîk û hatina Rêveberiya Xweser, gelê Kurd, Ereb, Sûryan, Ermen, em pir ji hev re nêz bûn û xwişk û biratiya gelan di nav me de dan avakirin.”

‘Hemû pêkhate bi hev re li bajarê Dêrikê dijîn’

Corcêt Gorgîs ku ji pêkhateya Sûryan e û li bajarê Dêrikê dijî, da zanîn ku li bajarê Dêrikê jidayîk bûye, bajarê Dêrikê ji destpêka xwe ve beriya dehan salan bi rengîniya xwe tê naskirin ku hemû pêkhate tê de dijîn. Corcêt wiha got: “Jiyan li bajarê Dêrikê pir xweş e. Ji ber ku gelek netewan dihewîne û gelek mezheb tê de hene. Her mezhebek rêzê dide mezhebên din. Di demên berê de me wek pêkhateya Sûryan bi pêkhateyên Kurd re kar dikir, di cotina erdan û çandinê de. Bi hatina Rêveberiya Xweser re hevaltî û xwişk û biratiya di navbera me de zêdetir bû. Di her saziyê de Kurd, Ereb û Suryan cihê xwe digrin û em biratiya gelan di nava xwe de ava dikin.”

‘Komîna Viktariya hatiye avakirin’

Corcêt Gorgîs der barê hejmara malbatên ku di taxa bi navê Komîna Vîtariya tê nasîn de wiha got: “Cîranên me yên taxê Kurd, Ereb û Ermen hene. Em wek malbatek li hev dinhêrin. Hemû cîran rêzê nîşanî hev didin. Ji ber ku em gelek pêkhate di taxê de dijîn. Mezhebên me ji hev cuda ne, di cejnên me de cîranên me yên Kurd û Ereb tên cejnan pîroz dikin û serdana malên me dikin. Em jî di cejnên misilmanan de cejnên cîranên xwe yên Kurd û Ereb pîroz dikin û serdana malên wan dikin. Di taxa me de 200 mal hene. Ji hemû pêkhateyan kes hene. Di taxê de komîna me ya Vîtariya heye. Di wê komînê de ew tax tê birêxistinkirin, civîn çêdibin. Di wan civînan de her komîteyek tê diyarkirin. Komîteya tendirustî, parastin û wekî din hene. Ji her komîteyek re karê wê tê diyarkirin, tê gotin ku di taxê de ewê çi kar û xebatê bimeşîne. Em jî dibêjin ku em ê her dem li ser fikrên neteweya demokratîk bin, çiqas ji me were em ê biratiya gelan di nava xwe de ava bikin.”