Komeleya Jinan di her warî de xebatên serkeftî didomîne
Komeleya jinan a li Misirê di warê aborî civakî û siyasî de ji bo jinên Misrî gelek xebatan dide meşandin. Seroka meclisa komeleyê Huda Awarî diyar kir ku hemû enerjiya xwe ji bo qedexekirina sinetkirina jinan xerc dikin.
ASMAA FATHI
Qahîre- Di pênc salên dawî de, li parêzgeha Qana ya girêdayî Misirê komeleya jinan ji bo jinên li gundan dijîn gelek kar û xebat dide meşandin. Bi taybetî der barê sinetkirina keçan, zewaca di temenê biçûk de xebatek taybet didin meşandin di heman wextê de ji bo jin di warê aborî de bi pêş bikevin atolyeyan, karên dirûtûnê, çandinî û hwd. gelek derfetên kar didin avakirin.
Tevgera jinan her ku diçe berbiçav dibe û jin rolên pêşeng digrin tevli hemû warên jiyana siyasî dibin. Ji bo vê mijarê me hevdîtineke bi seroka meclisa komeleya Misirê ya pêşveçûna jinên gundewar a li navenda Qos li parêzgeha Qanayê Huda Awarî re kir.
Hûn dikarin behsa rewşa kar û xebatên xwe bikin?
Em yekem komele ye di asta navendî de kar û xebatên di warê mafên jinan de dike û têkoşîna me li hemberî mijarên weke pêşîgirtina tundiya bi hemû cureyên bedenî û derûnî li ser jinan, encamên weke dûrxistina ji xwendinê û zewaca bi zorê û di temenê biçûk de ye.
Hemû enerjiya xwe me xistiya mijara qedexekirina sinetkirina jinan û zewaca di temenê biçûk de. Her wiha ji bo em rewşa xwe biguherînin û di pêşerojê de xwe bi pêş bixin bi riya planeke xurt tevli bazara kar bibin em hewl didin jinan di warê aborî de xurt bikin. Lewre bi riya perwerdeyan em piştevaniyê didin û hewl didin dest bi projeyên xwe yên taybet bikin.
Komele di warê civakî, aborî, çandî de ji bo zanîna jinan zêde bibe û beşdarî biryaran bibin çi di nava malbatê de dibe çi di civakê de be bi giştî komeke bernameyên hişyariyê di hemû waran de pêşkêş dike.
Di kar û xebatên we de astengiyên ku derdikevin pêşiya we çi ne?
Di hemû pêvajoyên kar de di her demê de astengiyên cuda derdikevin, destpêkê hinek beşên civakê rê nedidan jinan kar bikin û ne jî rola jinan esas digirtin lewre bi riya mekanîzmayên taybet me hewl da em wan qaliban bişkînin û hin pêşeng û kesên bi bandor tevli kar bikin ji bo ku rasterast bandorê li civakê bikin.
Her wiha weke dahateke zêde û ji bo malbatê hewldana me hebû ku em di kar de beşdariya jinan xurt bikin, ev plansazî bû alîkar ku li gundewarên Misirê karê jinan were pejirandin.
Yek ji astengiyên ku li pêşiya xebatên me derdiketin, tunebûna derfetên darayî û alîkariya mirovî bûn. Piştî aliyên cîbicîkar û rêveber bersiva hevkariyê dan êdî bandora me zêdetir bû û xizmetên ku em pêşkêş dikin êdî berbiçav in.
Di hawirdoreke ku bi çanda mêrsalarî hatiye dorpêçkirin de di aliyê zagonan de hûn çiqas guhertinan dibînin?
Zagon heta asteke mezin alîkar in lê ya rast aktîfkirina zagonî dibe ku em encamên baş bigrin û rasterast û bi hêz bandorê li kiryarên kesan dike.
Em di nava Sayîd de kar dikin, em dikarin behsa hemû mijarên hesas û bi nakok jî bikin û li ser kar bikin weke sinetkirina jinan û zewaca di temenê biçûk û yên wekî destdirêjiyê.
Rewşa cotkarên jin xirab e êşên wan çi ne û hûn çawa alîkariya wan dikin?
Yek ji astengiyên herî zêde yên ki jinên karker dikşînin ew e ku mûçeyê kêmtirî mêran digrin tevî ku jin heman karên mêran jî dikin lê rastî heman krîzan tên û barê zêdetir rakirine ser milên xwe lê dîsa jî neçar in razî bin ji ber pêdiviya wan bi pere heye. Sîwana parastina civakî yan tendirustî dûrî wan e lewre gef li rewşa wan tên xwarin dema nexweş dikevin piştgirî tune ye û rastî gelek metirsiyan tên.
Em di Komeleya Jinan de jinan perwerde dikin û alîkariyê didin wan ku bibin xwedî zevî, fêr dibin çawa bacanan biçînin û li ber tavê zuha bikin pişt re bifroşin, çiqas zeviyek biçûk be jî dikarin ji xwe re bi kar bînin û projeya xwe ya taybet tê de ava bikin.
Pêwîstiya Parêzgehên Sayîd bi karê berdewam heye, hûn çawa planên pêşerojê yên kar dikin?
Gelek planên me yên pêşerojê hene di serî de jinên li gundan dijîn pêvajoya berhemdariyê ku pêdiviyên malbat û civaka xwe peyda bike û ji derve nekire.
Em baş dizanin xurtkirina jinan di warê aborî de bingeha avakirina civakî, siyasî, biryardayînê ye. Planên me der barê jinên ciwan de jî hene ku em wan perwerde bikin tevli bazara kar bikin pisporiya pêşengiya karan bigrin û di navendên pêşengiya civakî de cihê xwe bigrin.
Em dikarin li vir behsa çîroka yek ji wan jinan bikin, bawernameya xwendina navîn li gel hebû, fêrî pîşeya dirûtinê bû. Dema alîkariya wî di dahata malbatê de kir nêrîna hevjînê wê hat guhertin. Ji ber rewşa aborî ya xirab, bavê wê nedixwest keçên xwe bide xwendin lê bi karê wê jinê re edî keçên xwe şandin dibistanê. Yek ji keçan di beşa xwendina hunerî de ye û yek jî di asta amadehî de dixwîne. Herdu hevjîn niha hêvî dikin ew her du keç biçin zanîngehê, dayik jî fêr dibe dixwaze xwendina xwe biqedîne û alîkariya derdora xwe bike.