Komeleya Hadî be peyamê dide ciwanan

Komleya Hadî be ji aliyê Lina Cubra ya dayika Hadî ku di qezayeke trafikê de jiyana xwe ji dest daye ve hatiye damezrandin û bi damezrandina vê komeleya dixwaze pêşî li qezayên trafikê bigre.

 
CAROLİNE BAZZİ
Lubnan- Hadî di qezayeke trafikê de jiyana xwe ji dest da û mirina Hadî êşek mezin da malbatê. Malbata wî biryar da ku bîranîna kurê xwe bidin jiyîn û ji bo ciwanên di wî temenî de komeleya bi navê Hadî ya ku haydarbûna ji bo ewlehiya trafîkê di Çileya 2006’an de piştî wefata kurê xwe ava kir.
Seroka komeleya Hadî be, Lîna Cubran der barê Hadî, neviyê xwe û komeleya Hadî ku bi hêstirên çavên xwe mezin kir ji ajansa me re axivî. 
“Hadî be ji kategoriya ciwanan pêk tê”
Lîna Cubran wiha behsa komeleya Hadî be kir û got: “Komeleya Hadî be, tê wateya di ajotina wesayîdan de bi aram û rihetbûnê. Piştî di ser wefata kurê min re 40 roj derbas bûn, min û hevalên xwe biryar da ku em vê komeleyê damezrînin da ku Hadî ji ciwanên din re di aliyê ajotina wesayîdan de bibe alîkar. Dema me dest bi komeleyê kir, me hinek lêkolîn kirin da em bibînin ku ji kîjan kategoriyê em dest pê bikin û em bi çi karî rabin. Me dît ku kategoriya di navbera 15 û 29 salî de rêjeya herî mezin e ku di encama qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest didin. Ji bo ku em vê katagoriyê agahdar bikin, me hewl da bi zimanê wan em bi wan re biaxivin. Mînak: Me destpêkê wêneyê Hadî li ser riyan daliqand û belav kir ku tê de da ku ciwanan agahdar bike me nivisand ‘Min jiyana xwe ji dest da, tu jiyana xwe ji dest nede, bi hêz be û rihet wesayîdê bajo.’ Ev jî rastî eleqeyek mezin hat. Ji ber kategoriya ciwanan li cihê herî zêde tê ditin dibistan û zanîngeh in, me girîngî da wan deran. Me bi hevkariya şaredariyê re semînerên hişyarbûnê ji bo kesên temenê wan 11 sal û jor de me organîz kir."
“Taxi Nights fikrek cuda ye”
Lîna da diyarkirin ku sedema herî berbiçav a qezayên trafîkê vexwarina alkolê ye û wiha domand: “Em destûr nadin ciwan ji şahiyan bi tena serê xwe vegerin. Me şevbihêrkek bi navê Taxi Nights ava kir. Armanca me ew e ku em qezayên trafikê ji holê rakin ji ber vê yekê dema kesekê xwest biçe şevbêhêrkê divê bi taksiyên ku me kirîne biçe ne bi wesayîda xwe ya şexsî. Her wiha ji bo ku hişyarbûnek were avakirin ger ku mirovekî kihûl vexwaribe bila bi taksiya xwe venegere mal. Ev li seranserî cîhanê fikrek gelek cuda bû. Hejmara amadekaran pir bi pêş ket. Di yekem şevbohêrk de nêzî 100 kesan amade bûn ku ew jî hevalên Hadî bûn ku piştgiriy çalakiya me kirin. Di şevbihêrka herî dawî de beriya ku nexweşiya koronayê belav bibe 1200 kes li şahiyê amade bûn.” 
“Divê dayik ji zarokên xwe re pêşeng bin”
Lîna der barê bandora dayikê li ser zarokên xwe de wiha dibêje: “Bi boneya cejna dayikan me çalakî organîz kir. Di hişyarkirina zarokan de me berpirsyarî da ser milên wan da ku dayik ji bo ciwanan bibin aliyê hişyariyê. Her wiha me dayik agahdar kirin ku di ajotina wesayîdan de baldar bin û ji zarokên xwe re bibin pêşeng. Me li pêş dibistanan 13 rêyên bi ewle peyda kir û me îşaretên lezbûnê danîn û deh rawestgehan ji ajotina ser rêyên sereke ku ji Bakûr ber bi Başûr ve diçin çêkirin. Da ku agahiya şagirtan ji van tiştan hebe, me semîner ji wan re organîz kirin.” 
“Hadî be komeleya yekem e ku bawernameya El-Îzo wergirtiye”
Lina da zanîn ku ew yekem komele ne ku bawernemaye El-Îzo girtine û wiha behsa pêşxistina komelaye xwe dike: “Me du caran ji US AID dirav wergirt, em yekem komele bûn ku me budceya xwe danî ser malpera dîjîtal her wiha em yekem komele ne ku bûne xwedî bawernameya El-Îzo. Piştî wefata kurê min ez bi temamî hatim guhertin, ez jinek gelekî şermîn bûm. Dayika min ji diyalog, cesaret, hêzbûn û behremendiya min matmayî ma. Ez gelek ditirsiyam ku carekê derkevim ragihandinê lê belê min kedek gelek mezin da û armanca min ew e ku mirina kurê min vala neçe. Ez fêrî zagonên trafîkê bûm, min gelek lêkolîn kirin û beşdarî gelek konferansên navneteweyî yên li ser ewlehiya trafîkê bûm. Komeleya me Hadî be xelatek ji komeleya Break li Londonê wergirt.”
“Hadî be neviyê min e û naxwazim rastî xirabiyê were”
Lina komeleya Hadî be weke neviyên xwe dibîne û naxwaze rastî tu xirabiyan were û der barê vê de wiha got: “Me bi dilekî şewitî dest pê kir, me hîs kir ku Hadî be ew tiştê ku dikarin pêşkêşî Hadî bikim ez dibînim. Hadî be weke keç, kur û neviyên min e. Wek ku kurê min çû û ji min re ev komele hişt, min bi hêstirên çavên xwe ava kir û naxwazim rastî xirabiyê were. Çalakiyên me tu carî ranewestiyan lê ji ber rewşa tunduristî, aborî û siyasî ya xirab paşve ma. Lê em di vê qonaxê de bi gelek pargîdaniyan re hevkariyê dikin, em semînerên hişyariya ajotinê didin. Ger ku dibistan jî werin vekirin em ê di wir jî semînerên haydarbûnê bidin.” 
“Armanca me ew e ku em navendek ku piştgiriya malbatên qurbaniyan dike bikin”
Seroka komeleya Hadî be Lîna Cuberan wiha behsa xeyalên xwe yên der barê Hadî be de kir: “Armanca min û hevjînê min ew e ku em navendekê ji bo piştgiriya malbatên qurbaniyan damezrînin, ji ber ku gelek malbat hene piştî wefata zarokên xwe dikevin rewşeke kambaxtir lê heya roja îro me nekariye dirav ji bo vê navendê kom bikin. Roja Yekşema meha Mijdarê roja cîhanî ya qurbaniyên ku di encama qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest dane ye. Wekî tê zanîn heta niha ev roj li Lubnanê qet bi bîr nehatiye, wek komele me dest bi vejînkirina vê rojê kir. Me li Sin El-Fîl parkek girt û navên kesên qurbanî lê nivîsandin. Her sal di wir de em dicivin û ji malbatan dixwazin ku zarokên xwe bi ken û kêfxweşî bi bîr bînin. Tiştê min kêfxweş dike ew e ku her kes êdî Hadî be nas dike. Gel bawerî da min, ji ber ku ez rastiyê vedibêjim û nîşeyên xurt pêşkêş dikim. Me kedek mezin da heya ku xelkê bawerî da me. Nabe her kesê ku ji bûyerekê bi hêrs bû, bi lez wesayîdê bajo. Divê her kes xwe kontrol bike. Wesayîd wek çekê ye, her kes dikare çekê bigre û xwe bikuje. Ji ber vê ajotina bi lez dibe  wekî te çek hilgirtibe û berê wê dabe xwe ye. Divê her kes li gel xwe dest pê bike û derdora xwe hişyar bike. Komeleya Hadî be bi xaleke biçûk dest pê kir û piştre fireh û mezin bû ev yek jî ji ber ku me kedek mezin daye çêbû.”