Koçer zivistana xwe di şikeftên li quntara Çiyayê Bagokê de derbas dikin

Koçerên ku bi sarbûna hewayê re ji zozanan daketin, di şikeftên quntara Çiyayê Bagokê de bi cih bûn. Koçer li cihê ku di konan de bimînin di şikeftan de dimînin û tevahiya zivistanê li wan warên kevnar rojên xwe derbas dikin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Mêrdîn - Bi hatina payîzê re re koçer ji bo derbaskirina demsala zivistanê, ji zozanan daketin deştan. Koçerên ku ji bo ajalên xwe baştir xwedî bikin li herêmên germ bi cih bûn dê di mehên ber biharê ve dîsa berê xwe bidin zozanan. Piraniya koçeran zivistanê dema xwe di konan de derbas dikin, di demsala zivistanê ya dijwar de li quntarên çiyayê Bagokê di şikeftan de dimînin. Koçerên ku kevneşopiya xwe ya salane berdewam dikin, bi pergala cereyan, av, gov û tenûrê ku di şikeftan de ava kirine, hemû pêdiviyên xwe bi cih tînin.
Koçerên ku di şikeftên quntara Çiyayê Bagokê ya li gundê Marînê yê Nisêbînê de bi cih dibin, van rojên ku sermayê dest pê kiriye, dest bi hatina herêmê kirin. Koçer bi dehan şikeftên ku tê de tenûr û gov tên çêkirin wekî mala xwe bi kar tînin, tevî zehmetiyên ku dijîn debara xwe dikin.
Şikeftên Bagokê bûn mala Koçeran
Aynûr Ep a ku yek ji koçerên piştî ku ji çiyayên Sêrtê daketin, berê xwe dan riya Bagokê diyar dike ku hem aliyên xweş û hem jî aliyên zehmet ên koçerbûnê hene. Aynur Ep anî ziman ku ew zivistanê ji bo ajalên xwe ji zozan dadikevin xwarê, destnîşan kir ku piştî tiştên xwe kom kirine ji bo di şikeftan de bimînin tên Bagokê. Aynur Ep, anî ziman ku beriya wan koçerên din di van şikeftan de mane û dibêje ku berê mehên zivistanê di konan de derbas dikirin.
"Ew ê çar meh di şikeftan de bimînin" 
Aynûr Ep xwe dîtiye, nedîtiye koçeriyê dike û karê ku ji malbata xwe hîn bûye berdewam dike gotinên xwe wiha domand: “Em bi ajalên xwe, debara xwe dikin. Ji ber vê yekê ji bo ajalên me ku der guncaw be em diçin wê derê. Havînê li zozanan xwarin heye, em diçin wir, zivistanê jî diçin cihên germ. Em îro hatin li vir. Piştî ku em tiştên xwe bixin şikeftan em ê çar mehan li vir bimînin. Bi salan e koçer tên li vir dimînin. Em îro bi eşyayên xwe re hatin, rojek an jî du roj şûnde dê ajalên me bên. Piştî hatin em ê li vir dest bi karê xwe bikin. Em ê ajalên xwe bidoşin û xwedî li têjikan derbikevin.”
"Em her tişt ji bo ajalên xwe dikin" 
Aynûr Ep a ku dibêje şikeft û kon ji hev cuda ne, destnîşan kir ku şikeft ji konan zêdetir bi ewle û germ in. Aynur Ep, diyar kir ku di navbera jin û mêran de dabeşkirina kar heye û anî ziman ku koçerî bûye pîşeya wan û wiha got: “Em her tim digerin û cihên cuda dibînin. Ew aliyê koçeriyê pir xweş e. Lê rojên ku em diwestin û zehmetiyan dikşînin ji hene. Ya herî hêsan ew e ku zehmet e em ajalên xwe ji deştê daxin zozanan û dîsa wan dubare derdixin û li vir li wan binêrin. Ji bo ku li vir tiştek neyê serê wan û baş bixwin çi ji destên me tê em dikin. Pir zehmetiya wê heye lê ez bi hezkirin dikim.”