Koçberên jin ên Idlibê ji ber kêmbûna derfetan êşê dikşînin

Ji ber krîza Sûriyeyê ku di sala xwe ya diwazdehan de ye; pêwîstiya bi alîkariyên mirovî li seranserî welat, bi taybetî li Idlibê, hê jî her diçe zêdetir dibe û barên herî giran ê vê rewşê li ser milên jinan e.

SOHÊR EL-ÎDLIBÎ
Idilb-Rewşa ewlekariyê hê jî qeyraneke mezin e, ji ber ku jinên bêwar rastî gelek metirsiyan tên, şerên ku berdewam dikin, bandorên gelek xirab ku bi salan e didomin li ser jiyana mirovan dihêle. Şert û mercên nebaş li kamp û stargehên kolektîf û kêmbûna çavkaniyên civakî û aborî dibin sedem ku encamên nebaş wekî xebitandina zarokan û zewaca di temenê biçûk de bi xwe re bîne.
Rewan El-Omer, a 35 salî ku li kampên sînorî yên Atmayê dimîne piştî koçkirina xwe ya dawî ji bajarokê xwe yê Heish li gundewarê başûrê Idlibê beriya sê salan, dibêje ku pêdiviya wan bi kesekî heye ku bi wan û êşa hîs dikin re be û wiha didomîne: "Pêwîstiya me bi karekî heye ku dahatûyek ji me re peyda bike û bi wê yekê em bikaribin debara xwe û çar zarokên xwe bikin û alîkariya hevserê  xwe yê bi nexweşiya şekir bikim. Di şert û mercên xizanî û buhayan de kêm kar peyda dike. Jiyana me ya li kampê bi hewceyî aramî, ewlekarî û lênihêrîna tenduristiyê ye." 
Ji bo nexweşên lezgîn tu navendên tendirustiyê li nêzî wan tune ne
Ew yek ji bûyerên bi êş tîne bîra xwe dema ku bebika wê ya pênc mehî ji nişka ve di derengiya şevê de bi tayê ket û nikaribû wî bigihîjîne cihekî ji ber ku kamp ji navendên bajaran dûr bû, ji cihên tendirustiyê yên lezgîn bêpar bû. Ew neçar ma ku tevahiya şevê kompresên sar li wî bixista lê nikaribû germahiya wî kêm bike loma bû sedema felc û atrofiya mejî.
Xuyaye ku li kampên Idlibê, tevî derbasbûna salan ji bo niştecihbûnê xirab in. Kamp bi giranî ji karûbarên bingehîn bêpar in, di nav de beşên tenduristî, stargeh, xwarin, perwerde, av û tenduristî jî hene. 
Ruba El-Husên, a 27 salî, şerma ku ew di dema jidayikbûna kurê xwe yê yekem de rast hatiye ji bîr nekir, ji ber ku ewlehî li kampa bêserûber a li derûdora bajarê Sermada yê sînorî dimîne tune ye. Wê got: "Zehmet e ku mirov li deverek bê hêmanên jiyana saxlem were adaptekirin, qîrîna min a ji ber êşa zayînê her kesê bihîst, ji bilî dijwariya gihandina min a tuwaletên dûrî konê û kêmbûna paqijiyê û avê."
“Li kampa em lê ne tu derfetên binehîn tune ne”
Wê da diyarkirin ku tu çalakiyên rêxistinan, ji bo bihêzkirina jinan nedîtiye ku her tim ji bo alîkariya jinan ji bo bidestxistina pîşeyan û ewlekirina derfetên kar hatine pesindan û got: "Em li vir pêdiviya me bi kurs û rahênanên bihêzkirinê yên ku em li kampan û deverên din dibihîzin hene. Ew li hin deveran hene li hin deveran jî tune ne ruxmî girîngiya wan em bêpar in."
Li aliyê din Nadia Zeidan, a 31 salî, çalakvana civakî, xebatkara di warî mirovahî û rahênera hevgirtina civakê de got: "Pirsgirêka jinan û bihêzkirina wan di hundirê Sûriyeyê de, bi taybetî li Idlibê, ji bo xebatên rêxistinên civaka sivîl girîngiyek e. Projeyên wê di navbera pêşketin, civakî û pîşeyî de cihêreng in ku bi riya wan armanc dike jin beşdarî xebatên civakî, zêdekirina dahata malbatê, berdewamiya kar û piştre berfirehbûn û guhertina îmaja civakê ya jinên kedkar û piştgiriya wan bibin.  
Ew dipejirîne ku proje ji hewcedariyê kêmtir dimînin û bi hezaran jin hene ku li karekî digerin, di heman demê de herêm bi kêmbûna derfetên kar û nebûna cih ji bo hemûyan re rû bi rû ye ku ev yek dibe sedem rêjeya jinên sûdmend pir kêm be û ji sedî 5 derbas neke.
Neteweyên Yekbûyî texmîn dike ku li dora nîvê dezgehên tenduristiyê li Sûriyeyê bê xebat mane û tundûtûjiya li ser bingeha zayendî berdewam dike li ser jiyana jin û keçên ciwan û malbatên wan bi bandorên xirab çêdike.