Kişwer Mewlûd: Divê mirov dest ji jiyanê bernede
Kişwer Mewlud, weke gelek kesan bi nexweşiya penceşêrê ketiye lê bi sekn û têkoşîna xwe bûye xwedî li hemberî nexweşiyê û xwe ji nû ve li jiyanê girtiye.
MIHRÎBAN SELAM
Helebce- Îro 4’ê Sibatê roja têkoşîna li dijî penceşêrê ye û gelek çîrokên jinan hene ku divê werin bihîstin. Ew çîroka ku em îro behsa wê dikin, ne tenê êş e, dengê hêvî, aramî û serkeftinê ye. Çîroka jineke ku nehişt tirs li ser wê serdest be. Kişwer Mewlud dayîka du zarokan e û li Helebceyê dijî. Di sala 2016’an de bi nexweşiya penceşêra memikê ketiye girt û memikên wê hatine girtin lê du kurên wê jê re bûne hêvî, niha wê nexweşiyê derbas kiriye û bi hêviyek mezin dijî.
‘Bi ferqkirina girêya di singê xwe de çûm bijîjk’
Kişwer Mewlud wiha behsa jiyana xwe û ezmûna xwe ya li dijî nexweşiya penceşêrê kir: “Di sala 2016’an de min hîs kir ku serik memikê min dadikeve. Min ji xwişka xwe ya ji xwe biçûktir re got serê memikê min dadikeve, got netirse tiştek nîn e. Li ser gotinên wê min guh neda û ez di tirsyam. Rojekê girêyek bi ber destê min ket, çûm bijîşk û piştî lêkolînkirin gotin divê di demek herî nêz de emeliyat bibî, wê demê min emeliyat kir. Min ji bijîşk re got ger hewce be memikên min jêbikin, bila tu girê nemîne.”
‘Min bi xwe hêvî da xwe’
Kişwer Mewlud da zanîn ku emeliyateke giran derbas kiriye û got: “Piştî wê mi dît ew girê bi temamî çûye, ez hêvîdar im kes tişta ku min dîtiye nebîne. Piştre hîn bûm ku penceşêr e. Ez tirsiyam biçim nexweşxaneya Hîwa. Lê belê ji neçarî ez çûm nexweşxaneyê 9 caran dermanê kemoterapî dan min. Ji ber ku pir giran bû bandorê li por û birûyê min kir. Piştî wê min 15 caran lazer dît. Ev jî qonaxeke giran bû. Çîroka jiyana min dirêj e û malbata min her dem li ba min bû. Min dixwest êdî bi xwe biçim nexweşxaneyê werim.”
‘Ji bo xatirê zarokên xwe li ser piyan mam’
Kişwer Mewlud destnîşan kir ku divê li hemberî gotinên kesan û civakê mirov bi hêz bin û got: “Hezkirina du kurên min wisa kir ku berdewam bikim, bavê wan nîn e, ez hem dayîk hem jî bavê wan im û min xwe berneda, her dem kar kir. Peyama min ji bo hemû jinan ew e ku zû biçin kontolên xwe bikin û zûtir çareseriyê bibînin. Yên ku bi vê nexweşiyê dikevin bila netirsin. Min bi xwe hêvî da xwe û ez ji xwe bawer bûm.”
Kişwer Mewlud di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê hemû kesên bi vê nexweşiyê dikevin bi hêvî bin. Xwişkên min gelek bi ber min diketin ev yek jî ji min re bû hêvî. Niha min nexweşiyê derbas kiriye û neviyên min hene.”