Kesên xwedî pêdiviyên taybet li Tûnisê di navbera valahiyên qanûnî û rastiyê de ne

Xala 48'an a Destûra Bingehîn a Tûnisê destnîşan dike ku dewlet kesên astengdar ji hemû cudakariyê diparêze û her hemwelatiyek kêmendam li gorî cewherê kêmendamiya xwe xwedî maf e bi hemû tedbîrên ku tevlibûna tam a di civakê de dixe bin temînatê

ZOUHOUR MECHRGUİ

Tûnis- Jin li Tûnisê tevî gelek zagon û qanûnên ku tê xwestin di hemû qadan de statûya xwe bi pêş bixin jî rastî dûrxistin û binpêkirina mafan tên. Nexasim êş û azarên 300 hezar jinên xwedî pêdiviyên taybet, ji ber nepêkanîna zagonên taybet ji bo wan û lawaziya beşdariya wan di navendên biryargirtinê de.

Li gorî daneyên fermî yên Tûnisê, 300 hezar jinên astengdar hene û desthilatdarên Tûnisê hewl didin vê koma xizan veguherînin hêmanek çalak û hevpar di biryargirtin û pêşveçûnê de. Ji ber ku serok Qeys Seîd di zagona darayî ya sala 2022'an de teqezî li ser girîngiya fînansekirina projeyên biçûk ji bo sûdgirtina komên xizan û astengdar kir. Her wiha peydakirina derfetên kar ku rûmeta wan dixe bin temînatê û hewldana tevlibûna vê kategoriyê di pêngavên projeyên niştimanî yên cihê de.

Xala 48'an a Destûra Bingehîn a Tûnisê destnîşan dike ku "dewlet kesên astengdar ji hemû cudakariyê diparêze û her hemwelatiyek kêmendam li gorî cewherê kêmendamiya xwe xwedî maf e bi hemû tedbîrên ku tevlibûna tam a di civakê de dixe bin temînatê, divê dewlet ji bo vê yekê hemû tedbîran bigre.

Nezanîna mafan

Tişta metirsîdar ew e ku piraniya jinên ji vê kategoriyê ji maf û erkên xwe fam nakin ku pêvajoya têkoşîna ji bo mafên xwe hêsan bikin û dibe ku di nav daxwazên herî girîng ên vê kategoriyê de peydakirina korîdorek taybet a ji bo meşê, ji bo koran û kursiyên bi teker be. Ji bilî daxwaziyên dubare ku têkelbûna wê di karûbarê giştî de herî kêm ji sedî 2 were destnîşankirin da ku bikaribin li nexweşxane û navendên tenduristiyê yên cihêreng dermankirinê bigre û beşdarî sindoqên civakî bibe.

Tûnis bi deh salan e hewl dide derfetan ji bo bihêzkirina aborî û civakî ya kesên xwedî pêdiviyên taybet biafirîne lê hewldanên ku hatin kirin têra pêşvebirina rewşa wan a dijwar nekir.

Êş û dûrxistin

Raniye Seîdî a ku ji çavên xwe kor e û xwendekara Fakulteya Tenduristiyê ya Tûnisê ya beşa fîzyoterapiyê ye, bi pisporiya bijîşkî ye ji ajansa me re wiha got: "Min qada li gorî rewşa xwe ya tenduristiyê hilbijart. Awira herî rast nihêrîna li dil e, yanî ger mirov bi çavan bibîne û ji dil kor be ew tê çi wateyê. Min ev gotin di jiyana xwe de pejirand, min xwe ji awirên ku dilê xwe bi mirov dişewitînin rizgar kir.

Têkildarî pirsgirêkên herî girîng ên ku pê re rû didin, Raniye Seîdî wiha got: "Ya ku bi rastî min ditirsîne ew hevokên ku hin bi qestî hildibijêrin ku zirarê bidin min û kesên xwedî pêdiviyên taybet, an jî ew pirsên wekî; ma hûn dikarin bi tena serê xwe tiştên xwe bikin? Çawa hûn cilên xwe hildibijêrin û bi tena serê xwe li xwe dikin? Ev pirsên acizker in ku min diêşîne. Lê belê bi derbasbûna rojan re, baweriya min bi min her ku çû bihêztir bû. Heya wê astê ku ez bi biryardarî li hemberî hemû dijwarî û gotegotan bi îradeya berdewamkirina riya xwe ya ber bi serkeftinê ve rû bi rû bûm û min hemû gotinên ku li pêş û paş min tên gotin derbas kirin

Qanûnên şeklî

Cîgira serokê "Komeleya Dîtinê ya Çand û Kêfxweşiya Kesên Astengdarên Dîtinê" Basma Al-Sousi, rewşa dijwar a kesên kêmendam li Tûnisê vedibêje û diyar dike ku ew rastî cudakariyên ducar tên ku vê kategoriyê dike hêmanek winda ji bernameyên lênêrînê, piştgirî û xebatê. Heta zagon jî tenê hebûna wan wek formalîte mane û ev qanûn bi awayekî rast behsa taybetiyên kêmendam nake û mekanîzmayên pêwîst ji bo parastina mafên wan danayne.

Basma Al-Sousi tercîh dike ku peyva "kesên astengdar" dûrî hemû şîroveyên îrade û biryardariyê bi kar bînin, ji ber ku ev pênase ji hêla qanûndanerên Tûnisê ve hatiye destnîşankirin û wê tişta ku di Peymana Navdewletî ya Mafên Kesên Astengdar de ku beşek jê girêdayî mafên jinan (xala şeşan) û wekheviya di navbera jin û mêr der barê astengdariyê, bi bîr xist. Lê xuyaye ku hebûna zagonan tiştek e û pejirandina wan tiştekî din e.

Dûrxistina keçên ciwan

Basma Al-Sousi anî ziman ku ev kom ji mafên xwe fêm nakin û li wan nagerin û wiha got: "Gelo me ji bo kesên kêmendam, bi taybetî jî keçên ku ji ber urf û edetan gelek caran di qonaxên perwerdeyê de tên dûrxistin, perwerde daye, bal kişand ser girîngiya perwerdekirina jinên xwedî pêdiviyên taybetî li ser maf û erkên xwe ku ev  yek ne tenê erka desthilatdar, dewlet û zagonê ye lê belê berpirsyariyeke komî ya di navbera saziyên fermî û civaka sivîl de ye. Ji ber ku divê xebat bên destpêkirin ji bo piştgirîkirina vê komê bi peydakirina şiyan û bingehên ji bo bidestxistina tiştê ku ew xeyal dikin.

Basma Al-Sousi di wê baweriyê de ye ku guhertina rastiya jinên kêmendam pêwîstî bi guhertina zîhniyeta civakê û têkoşîna li dijî vê nêrîna biçûkbûn û dilovaniyê heye.

Kesên xwedî pêdiviyên taybet ji civakê qut in

Li aliyê din nivîskara Tûnisê Basma Dijembî ku astengdar e, got ku qanûnên Tûnisî di danasîna jinên kêmendam an ên xwedî pêdiviyên taybet de çalak in û hewl didin wan di nav civakê û bazara kar de bikin yek û wiha domand: "Ger em vegerin ser destkeftiyên xwe yên herî girîng wek komeke marjînal, em ê çend rêkarên zagonî yên girîng bibînin ku ji salên 1980’yî ve heta ku em gihîştin xala 48'an a destûra niha ji me re şopandiye, ji bilî wê yekê diyarkirina rojek neteweyî ji me re ku her sal 29’ê Gulanê ye.

Di berdwamiya axaftina xwe de Basma Dijembî behs kir ku pêşvebirina van hemû qanûnan li ser erdê nerm xuya dike û wiha got: "Ji ber ku jinên astengdar hê jî di warê civakî de tên sînordarkirin, îzolekirin û hema bêje di medyayê de û di warê siyasî de tune ne. Wekî feqîr û ferdek ne temam tên dîtin. Her çend em salane di jiyana xwe ya siyasî de derketina jêhatîbûna akademîk û alîkariya akademîk û siyasî tomar dikin. Her wiha di vî warî de em nikarin encamên baş ên ku nûnerên me di lîstikên paralîmpîk de di sala borî de bi dest xistine ji bîr bikin û ev yek jî hewcedariya behskirina li ser vê kategoriyê piştrast dike.

Pirsgirêkên mezin

Basma Dijembî diyar kir ku pirsgirêk kûrtir xuya dike dema ku em erdnîgariya belavkirina navendên perwerdeyê yên pispor bişopînin, ew navendên ku piraniya wan li paytext an dewletên peravê ne ku hejmareke hindik li hundur in, ev yek tevlibûna mirovên xwedî biryar ji wan deverên dûr zehmet dike ku di jiyana rojane yan civakî de tevbigerin.

Der barê jinên kêmendam û rewşa wan de, ew di wê baweriyê de ye ku di warê zayendî de, zehmet e ku mirov li welatekî ku bi vê kategoriyê re eleqedar nebe, bibe hilgirê kêmendamiyê, lê ji wê dijwartir ew e ku jineke xwedî astengdariya bedenî yan hişmendî  ji dayik bibe, ji ber ku jin her tim aliyê herî qels in. Gelek jinên bi biryar rastî xapandin, tacîz, an jî bi tevahî destdirêjiyê tên di demeke ku ew ji her alî ve şer dikin da ku îsbat bikin ew ne astengdar in.

Nivîs tenê li ser kaxizan mane

Ji aliyê din parêzer Muhemed El-Hebîb Bekûş ku di heman demê de kesek kêmendam e û xwe ji bo parastina mafên kesên xwedan hewcedariyên taybet û jinên kêmendam seferber kiriye, di wê baweriyê de ye ku zagon ne metnek tenê ye, ji gelek metnan pêk tê. Ji zagona jimare 83 ji sala 2005 an dest pê dike a girêdayî kesên kêmendam ji bo baştirkirina rewşa wan, ku tê xwestin  guhertinên berfireh li ser bingeha pênaseya kesên kêmendam pêk bîne. Piştî ku pênaseya "astengdar" bû kêmasî ji hemû rewşan re, di heman demê de qanûna navborî bersivê nade bendên Peymana Navneteweyî ya li ser Kesên Astengdar.

Muhemed Bekûş bal kişand ku ev guhertin di serî de bi zîhniyetê ve girêdayî ye, ji ber ku gelek metn (nêzî deh metn) têkildarî mafên kesên kêmendam ji karkirina giştî û beşa taybet hene lê di rastiyê de ew tenê li ser kaxezê mane. Her wiha anî ziman ku hêsan e qanûnek li gorî pîvanên navneteweyî were derxistin lê dijwarî di awayê cîbicîkirina wê de ye û di rastiyê de, destûra bingehîn a mafên kêmendaman bi xala 48'an a destûra 2014'an ve qanûnek neafirandiye.

Hiqûqnas Muhemed Bekûş teqez kir ku qanûndaner destûra mafên kêmendaman wekî ezmûnek pêşeng dibînin ku Tûnis di cîhana Ereb û heta li Afrîkayê de yekem e lê ew dozek bû ji bo bêdengkirina kêmndaman û nîşandana wan zagonên xeyalî di forumên navneteweyî de.