Kesên ji koronayê rehet bûne ditirsin careke din pê bikevin

Li Xezayê kesên ku bi nexweşiya koronayê ketine behsa êşên jiyane kirin û dan zanîn ku ditirsin careke din bi vê nexweşiyê bikevin

 
REFÎF ÎSLIM
Xeza - Xeteriya pêketina nexweşiya koronayê di sala 2020’an de ji bo jinên Xezayê ne xem bû. Tecrîdkirina Xezayê ji cîhana derve re bi riya karantînayê di navendên taybet de bû sedem ku rewş were kontrolkirin. Wan bawer dikir ku xetere tune ye lê piştî ku di nîvê salê de rewşên pêketina koronayê di nava civakê de dest pê kirin bi awayê cidî nêz bûn êdî.  
Bi hatina meha Adara sala 2021’ê re û derketina mûtasyoneke nû, jinên ku ji nexweşiyê rehet bûbûn xist nav tirsê, ji ber ku bergiriya ku beden bi dest dixe heta sê mehan didome. Jixwe nîşaneyên nû pir bi êş in û hejmara miriyan her ku diçe zêdetir dibe.  
Nexweşî zexteke derûnî çêdike
Meram Barûd a 21 salî, di Çileya sala borî de bi nexweşiya koronayê ket, nîşaneyên koronayê wekî gêjbûn û êşa hestiyan di canê wê de xwe nîşan dan. Wê çendek dirêj jiyana xwe di nav nivînan de derbas kir. Ew dem jî dema ezmûnên wê yên zanîngehê bû, bi vî rengî zexteke derûnî ya mezin li ser wê çêbû. Wê bi baldarî karantînaya xwe berdewam kir ji bo ku nexweşiya wê negihîje kesên din. 
Nayê bîra Meram Barûd ka wê karantînaya malê şikand an jî danûstandin bi kesekî re kir? Ew ditirse ku careke din bi koronayê bikeve ji ber ku naxwaze careke din kêmasî di xwendina wê de çêbibe û dûrî malbat û hevalan bikeve.
Li aliyê din Riweyda Mufîd wekî Meram Barûd ji nexweşiya xwe şoq bûye tevî ku wê bi kesên derve re zêde danûstandinê nedikir lê di encamê de fam kirk u wê nexweşî ji hevserê xwe girtiye. Riweyda dibêje ku di dema nexweşiyê de wê bêhntengbûn û êşên mezin dikişand.
Riweyda Mufîd piştî şifaya ji nexweşiyê bawer dikir ku dê hemû nîşaneyên nexweşiyê winda bibin I ber ku bêhna wê pit teng dibû û nikaribû bimeşe, bandorek nebaş li ser çêdibû. 
Kesên bi nexwşiyê dikevin, vedişêrin û derdikevin derve
Jina bi navê Necwa Selah a 51 salî destnîşan dike ku bi zêdebûna hejmara pêketiyan re li Xezayê mirov nikare ji nexweşiyê xwe biparêze, ji ber ku yên pêketî nexweşiya xwe vedişêrin û derdikevin derve, jiyana xwe bi awayekî normal berdwam dikin û dibêje; “Ez texmîn dikim ku ez ji ber diçûm kar û sûkê yan jî ji zarokên xwe bi koronayê ketim.”
Necwa Selah diyar dike ku ger ew careke din bi koronayê bikeve dê nikaribe karê xwe yê malê bike û zarokên xwe xwedî bike û dibêje ku hemû tedbîran digre û hêvî dike ku careke din di vê tecrubeya bi êş re derbas nebe. 
Ji bo kesên temenê wan mezin bi xetertir e
Sîham EL-Baba ya 75 salî dibêje ku pêketina zarokan ne wekî ya jineke heftê salî ye, yên bi temen mezin bêtir bi mirinê re rû bi rû ne û dibêje; “Ger careke din bi koronayê bikevim dê sax bimînim an na? Ez serdana zarokên xwe qedexe nakim lê hewl didim destê xwe li wan nedim û hemû tedbîrên parastinê digrim.” 
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê di meha Adara sala borî de diyar kir ku di heman mehê de hejmara pêketiyan gihîştiye 50 kesî ku divê aparteyên nefesê bi kar bînin.
Hejmara pêketiyan li Xezayê heta nivîsandina vê nûçeyê gihîşt 320 ,893.