Karkera Tunisî: Ew behsa kîjan cejnê dikin?

Ji bo Mehcûba Bin Nasîb a Tûnisî 8’ê Adarê ne cejnek e, rojek din a xebata dijwar e, rojek ku tîne bîra wê ku civakê hê mafê rûmetê nedaye wê.

ÎXLAS EL-HEMRONÎ

Tûnis – Her sal di 8’ê Adarê de, roja jinan tê pîrozkirin. Rojek ku ji bo rêzgirtina hewldan û beşdariyên wan di civakê de û naskirina maf û rûmeta wan tê armanckirin. Lê rastî ji bo gelek jinan pir cûda ye. Bi taybetî yên ku di karên dijwar de dixebitin ku ji bilî westandin û mûçeyên kêm tiştek din pêşkêş nakin. Di heman demê de pîrozbahî û kulîlk li cihên dûrî rastiya wan têne nîşandan.

Jiyana rojane tijî tengasî ye

Mehcûba Bin Nasîb 50 salî ye û karkera paqijiyê ye. Çîroka wê, şahidiyek rastîn e ji bo jiyana rojane ya dijwar ku bi hezaran jinên karker rûbirû dimînin. Her gav û her deverê ku paqij dikin, ji bo debara nanê xwe yê rojane û nanê zarokên xwe van tengasiyan dikşînin. Ew xaniyek kirê dike ku kirêya wê her tim nikare bide. Di heman demê de mûçeya wê bi zorê pêdiviyên bingehîn peyda dike.
Mehcûba Bin Nasîb diyar kir ku jiyana wê di navbera kesên ku dilovaniya xwe li wê dikin û alîkariya wê dikin û kesên ku bi hovane reftarê pê dikin de diguhere. Mehcûba wiha got: “Mîna ku xizanî cûreyên niheqiyê li pişt xwe dikşîne ku tenê ew kesên ku wê jiyane, dikarin fêm bikin.”
Mehcûba Bîn Nasîb behsa xwezaya karê xwe kir û wiha domand: “Her Yekşem diçim avahiyan paqij dikim, çar qatan hildikşim jor, tozê paqij dikim û qirêjiyê berhev dikim. Ked mezin e û mûçe kêm e, di heman demê de hin xwediyên malan bi nefret tevdigerin an jî red dikin ku heqê min bidin. Ev jî dijwartirîn rewşa min a rojane zêde dike.”

‘8’ê Adarê roja kar û xebata dijwar e’

Mehcûba Bîn Nasîb derbarê sembolîzma 8’ê Adarê de anî ziman ku ji bo wê ti wateyek taybet nîne, ji ber ku ew jî rojek xebatê ye mîna her rojên din. 8’ê Adarê di rastiya wê de tiştekî naguherîne. Mehcûba da zanîn ku ew vê cejnê pîroz nake û sedema wê jî bi van gotinan anî ziman: “Ez di vê rojê de van avahiyan paqij dikim, ji ber ku eger min dev ji xebatê berda ez ê pere qezenc nekim. Rewşa jiyanî ya dijwar gelek bandorê li ser jiyana jinan dike. Gelek caran ji bo debara xwe bikim, tûrên nan berhev dikim û difroşim.”

Pîrozbahiya sembolîk

Mehcûba Bin Nasîb vedigere ser mijara Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û dibêje ku ev roj ji bo wê û yên mîna wê tu wateyeke pîrozbahiyê nîne. Mehcûba gotinên xwe wiha domand: “Dema ku ez xwarineke baş û cilên nû bibînim û dema ku rewşa min a civakî baştir bibe, tenê wê demê ez dikarim Roja Jinan pîroz bikim.”
Heta ku ew roj were, 8’ê Adarê ji bo wê tenê rojeke din a xebatê ye, rojek ku rastiya dijwar a ku ew tê de dijî, tîne bîra wê.

Çîroka Mehcûba hemû jinên karker temsîl dike

Çîroka Mehcûba Bîn Nasîb, bi hemû êş û hûrgiliyên rojane, çîroka hemû xwişkên wê yên jin ên li Tunisê ye. Dengê wê dengê gelek jinên ku daxwaza edaleta civakî, naskirina hewildanê û mafê jinan ê jiyaneke bi rûmet, dûrî pîrozbahiyên fermî û xuyabûnên vala dikin, kurteber dike.
Hêjayî gotinê ye ku her sal di 8’ê Adarê de, jin derdikevin û tekez dikin ku divê têkoşîna ji bo mafên wan berdewam bike. Her çend ew di vê roja sembolîk de pîroz dikin jî, ew tekez dikin ku divê her roj roja jinan be.