Kargehên keviran ên li derdora kampan ji bo zarokên Idlibê metirsîdarin

Kanên keviranê yên li derdora kampên koçberan ên li Idlibê ji bo zarokên kampan metirsîdarin. Zarokên berê dibin bombebaranê de dayik, bav, xwişk û birayên xwe windakirine dema dengê teqîna kanên keviran dibihîsin wan bûyeran dubare dijîn.

SUHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib - Her diçe hejmara kanên keviran ên li deverên weke Dêr Hesen, Kefr Losîn, Atma, Harem û Sarmeda ên Idlibê ku piranî kampên koçberan lê hene zêde dibe. Heta niha 50 kan hatine vekirin û xebata derxistina keviran têde dewam dike. Koçberên Idlibê Kargehên kevir ji xwe re wek pîşe û çavkaniya debarê li hember xizanî û koçberiyê dibînin. Lê belavkirina wan bi awayekî bêserûber a nêzî kampan bandoreke neynî li ser jiyana xelkê dike, bi taybetî zarokan ku dengê teqînên ku ji kargehan derdikeve li ser wan tirsek daye çêkirin. 
Ji zarokên nava kampan ji dengê teqînên nava kargehên keviran ditirse Selam El-Caar a 10 salî diyar kir ku ji ber bihîstina dengên teqînên ku ji kana keviran li kampên Kefer Losîn derdikeve gelekî ditirese, ku di encamê de şop û nexweşiyên derûnî li wê derketin û ev yek jî bûye sedema hinek caran ji nîşkave diqêre û zêde digirî.
“Ji ber topbaranê êdî keça min ji dengê bilind ditirse”
Dayika wê, Merwa El-Xanî, a 35 salî, ku ji dawiya sala 2019’an ve tevî malbata xwe ji bajarê Seraqib koçber bûye, û li kampên Kefer Losîn niştecih bûye, dibêje ku ji dema ew li bajarê xwe yê ku hatibû bombebarankirin bûn, keça wê ji tirsa giran êş dikişîne û wiha domand: "Bombebaranê hişt ku keça min ji wê demê ve ji dengên bilind, teqîn û balafiran bitirse, nemaze ku qezayek pê re rû da dema ku balafiran dibistana wê kirin armanc ew nêzîkî cihê bombebaranê bû.”
Merwa El-Xanî bang li hemû aliyên peywendîdar dike rê li pêşiya kanên keviran ên li derdora kampên wan bigirin ji ber êdî ji tirsan deruniya zarokên wan xira dibe. 
“Her ku zarokên min dengê teqînê dibihîsin direvin bin çadirê”
Rabîa Hac Naasan a 40 salî jî bertek nîşanî toz û kevirên hur ên ji kanên keviran li dora wan belav dibe da û metirsiyên xwe yên ji bo jiyana zarokên li kampê wiha anî ziman: "Çar zarokên min hene û konê me biçûk e, zarokên min gelek caran diçin hewşa kampê bi zarokên din re dilîzin, gava ku teqînek çêdibe bi lez û bez direvin û tên di kon de xwe vedişêrin. Tirs dilê wan yê biçûk diqelîne. Tirsa zêde tevlihevî, hestên giran û depresyon ev hemî nîşaneyên ku bi zarokên li kampan re derdikevin.”
“Dengê teqînê windakirina diya min û du birayê min tîne bîra min”
Zaroka bi navê Rehaf El-Mustafa ya 12 salî da zanîn ku hîn jî her ku radizê, dengê balafiran û mûşekan di guhên wê de ne û dibêje: "Rojeke nayê jibîrkirin, dema ku balafiran lavaya xwe avêtibûn ser mala malbata min a li bajarê Kafranubel û di nava kêliyekê de ew mal hemî hilweşand. Dema ez ji bin kavilan derxistim, ez pê hesiyam ku min diya xwe û du birayên xwe ji dest dane û wan koça dawî kirine. Ji wê rojê heta niha ez her tim ditirsim.”
Rehaf El-Mustafa serê xwe di bin balîfê de vedişêre û her cara ku dengê teqînan ji kanên li nêzî wan tê dest bi girî dike û ew dîmen bi her teqîna ku dibihîze dîsa li cem wê xuya dibe. Tevî hemû nexweşiyên derûnî û zextên rojane yên ku zarokên Idlibê tê re derbas dibin jî kesên têkildar heta îro bala xwe nedan dermankirina wan û dabînkirina jîngeheke ewle ji bo wan. Di encamê de ev zarok bi şert û mercên trajîk re rû bi rû dimînin.
Li gorî pisporên derûnnasî, zêdetirî ji sedî 40 zarokên Sûriyê yên koçberên temenê wan dibin 12 saliyê tûşî nexweşiya stresa piştî şoqa derûnî hatine.