"Kampa El-Eytam" xetereya girtinê re rûbirû ye
Rêxistina ku kirêya "Kampa El-Eytam" a li bakurê Xezayê dida, fînansmana xwe qut kir. Malbatên ku di şer de mal û kesûkarên xwe winda kirine, di nava kêzikan, bi bi birçîbûn û bi avêtina kolanan re rûbirû ne.
NEXEM KERACÊ
Filistîn – Bi dehan jin û zarokên ku li "Kampa El-Eytam" an jî li kampên bêkesan ên li bakurê Xezayê dijîn, bi gefa avêtina kolanan re rûbirû ne. Sedema vê yekê ew e ku rêxistina kiriya erdê kampê dida, fînansmana xwe qut kiriye. Malbatên ku di heman şerî de mal û hezkiriyên xwe winda kirine, niha ji ber ku derfetên wan ên darayî nîn in da ku xaniyekî din kirê bikin, bi xetera derxistinê re rûbirû ne.
Rewşa Kampa El-Eytam û zehmetiyên wê
Kampa El-Eytam a ku li bakurê Xezayê ye, kampek e ji bo jin û zarokan hatiye damezrandin. Bi dehan jin û zarokên malbatên ku piştî windakirina mal û hevjînên xwe li wir penaber bûne, tê de dijîn. Rêxistineke fînansekirinê kiriya erdê ku kon lê negirtibû lê rawestandina piştgiriyê ya dawî pêşeroja kampê kiriye xeterê û ji bo jinên ku li wir dijîn bûye barekî giran.
Çîroka penaberiyê û xetera li ser jiyanê
Li gorî Suhad Saleh, dayîka pênc zarokan a ji Beyt Henûna bakurê Xezayê, heke rêxistineke din berpirsiyariya dayîna kirê negire ser xwe, niştecihên kampê bi gefa derxistinê re rûbirû ne. Malbat ne xwediyên xaniyeke alternatîf an jî dahatê ne nikarin lêçûnan bidin.
Suhad Saleh diyar kir ku ev neh meh in mala wê hatiye hilweşandin û neçar ma ji bakurê Xezayê bireve da ku cihekî ji bo parastina zarokên xwe li kolanan bibîne. Suhad çîroka xwe wiha vedibêje: “Ez neh meh in li kampeke sêwiyan dijîm. Ji ber rewşê ez nikarim bi şev razêm. Mişk dikevin nava xwarin, av û cilên zarokan dixwin tiştek ji me re nehiştin.”
Suhad destnîşan dike ku kamp ne tenê ji bo wê stargeheke demkî bû, stargeha dawî bû ku piştî windakirina mala xwe dikaribû bimîne. Her wiha dide zanîn ku pirsgirêka darayî vê derê jî dixe xetera windabûnê û wiha rave dike: "Em mehane kiriya kampê didin. Berê rêxistinek hebû vê mîqdarê dida lê wan ev alîkarî rawestand. Ger kes pereyê me nede, ji me tê xwestin ku em mehê 200 şekelî bidin. Em ê wî pereyî ji ku bibînin? Em bi zorê dikarin xwarin û avê ji bo zarokên xwe peyda bikin. Her pênc zarokên min ji ber bêxwariniyê nexweş in."
Suhad dibêje ku pirsgirêk ne tenê li stargehê ye; malbata wê girêdayî alîkariya ku digihîje kampê ye û heke ew negihîje, tiştek ji wan re nemaye ku zarokên xwe têr bike. Suhad wiha pê de çû: “Hebûna kêzikan û dagirkirina wan a konan, şert û mercên jiyanê yên jixwe dijwar xirabtir dikin û xwarin, cil û berg û pêdiviyên me yên sînorkirî namînin.”
Rêjeya jinên ku malbatan di dema şer de bi rêve dibin
Li gorî daneyên herî dawî yên Buroya Navendî ya Îstatîstîkê ya Filistînê, ji 7ê’ Cotmeha 2023’yan vir ve 22 hezar û 57 jinan li Şerîda Xezayê hevjînên xwe winda kirine. Di rapora xwe ya 8’ê Adarê de, Buroyê diyar kir ku hejmara malên ku ji hêla jinan ve tên birêvebirin ji sedî 12 di neh mehên pêşîn ên 2023’yan de gihîştiye nêzî ji sedî 18 di dema şer de.
Êşa van jinan bi windakirina hevjînên xwe re bi dawî nabe. Nebûna dahatê, koçberiya dubare, zêdebûna pêdiviyên bingehîn, hilweşandina malan û kêmbûna torên piştgiriyê hemû dibin sedema lawazbûna malbatên ku ji hêla jinan ve tên birêvebirin. Ji rewşa Suhad Saleh mirov dibîne ku di konek de çendî krîz hene, pênc zarokên ku têr xwarinê naxin, stargehek ku bi derxistinê tê tehdîtkirin û alîkariya ku heta dawî nîn e.
Zarokên ku bîra wan bi şer hatine dagirtin
Suhad Saleh dibêje ku şer piştî şahidiya komkujiyan li ser zarokan şopa xwe hiştiye û wiha tîne ziman: “Zarokên min ji ber tiştên ku di şer de dîtin travmayê dijîn. Wan dît ku dapîr, bapîr, ap û bavên wan li ber çavên wan hatin kuştin. Van dîmenan birîneke kûr di dilê wan de vekir.”
Her ku bandorên şerê Îsraîlê berdewam dikin, berpirsiyariya jinên hevjînên xwe winda kirine jî tevlihevtir dibe. Dayîk neçar in li zarokên xwe yên di nava travmayan de ne xwedî derkevin û hewcedariyên wan di hawirdoreke ne aram de bicih bînin, di heman demê de ew bi xwe bi windakirin, koçberî û fikarên li ser pêşerojê re rûbirû ne.
Kampek di bin gefa valakirinê de
Ger kamp were valakirin, Suhad Saleh dê ne tenê bêmal bimîne. Bi dehan malbatên ku li wir dijîn dê li stargehek nû bigerin; gelek ji wan bê xanî ne û jin bi lezgînî hewceyê cihek in ku zarokên xwe biparêzin.
Rewşa malbatên ku li kampê dijîn pê re rûbirû dimînin, mafên wan ên ji bo xaniyên guncaw her wiha mafên wan ên ji bo xwarin û parastina civakî binpê dike. Xala 11’emîn a Peymana Navneteweyî ya li ser Mafên Aborî, Civakî û Çandî dibêje ku her kes xwedî mafê jiyanê yê tam e. Divê ji bo xwe û malbatên xwe xwarin, cil û berg û stargeh bibînin. Neteweyên Yekbûyî her wiha tekez dike ku stargeheke tam ne tenê tê wateya banekî li ser serê wan, di heman demê de parastina ji derxistina bi zorê, erzanbûn û şert û mercên jiyanê yên guncaw ji bo tenduristî û ewlehiyê jî hewce dike.
Di nav kêmbûna xwarinê, travmaya psîkolojîk, kêzikan û tirsa kolanan de, Suhad Saleh daxwaza xwe wekî mafekî bingehîn wiha tîne ziman: “Ez stargeheke bi ewle, xwarin ji bo zarokên xwe jiyana bi rûmet dixwazim.”