Jiyanek zehmet di taxek bê xizmetgozarî de

Taxa Kelekan yek ji taxên li bajarê Silêmaniyê ye ku tu xizmetgozarî lê nayê kirin. Runiştvanên vê taxê di werza zivistanê de ru bû ruyî zehmetî û rewşa xirab a jiyanê tên. Ji ber barîna zêde xaniyê hinekan xirabûne û ger baranek zêde were wê xaniyê gelek malên dinê jî xira bibe.

ŞINYAR BAYÎZ
Silêmanî - Taxa Kelekan yek ji taxên bajarê Silêmanî ku tenê navê wê taxê durî hemû taybetmendiyên taxane, hemwelatî rojane gelek zehmetiyan dikêşin. Kelkan yek ji wan taxane ku durî endazyarî û sîstema qenalên avê ye, pêdawistiyên sereke yên weke elektirîk û av ji aliyê hikumetê û aliyên peywendîdar ve  ji bo hemû malan nehatine dabînkirin. Hemwelatiyên vê taxê bi xwe sîstema qenalên avê ji xwe re çêkirine. Li vê taxê zêdeyî du hezar mala hene, malên wan ne li gora tu sîstemên endezyariyê nehatine çêkirin. Piraniya malên wana axin û li ber roxanêne û tu bingehên wan yên binesaziyek bihêz nîne. Dema baranek zêde bi bare yan jî lêhîyek rabe metirsiya xirabûnê li ser van malan hene.
Piraniya runiştvanên taxê ji ber nekarine malan ji taxên dinê bikirin li vê gerekê bi cih bûne, hinek ji wan xelkê bajarên dinin, ji ber giraniya nirxên xaniyan neçar mane li vê gerekê bi cih bibin, hinek din jî xelkên gundanin dema ku hatine nav bajar niştecihî vê derê bûne. Hinek malên li vê taxê nêzî 20 salane niştecih bûne û dibêjin ku hikumet û aliyên peywendîdar carekê jî serdana vê taxê nekirine û alikariya vê taxê nekirine. Ji ber li vê taxê ne dibîstan ne ji tu curê xizmetgozariyê nîne û rêya hemû karê roniştavanên vê taxê durdikevin zarokên vê taxê di nava heriyê de diçin dibîstanê, rêya wan dur dibe heta digihin dibîstanê.
“Jiyana me gelek zehmete
Fatma Ebdurehman a sala 2003’an hatiye vê taxê wiha behsa jiyana xwe dike: “Hemû pêdawîstiyên ji bo jiyanê divê em bi xwe di nava xwe de pare kom dikin û çêdikin. Berê em li taxa hejar a bajarê Silêmanî bû ji bo rewşa me baş bibe em hatin vêderê lê rewşa me xirabtir bû. Me gelek caran ji hikumetê re got malên me tapo bikin ji bo pêdawistiyên me dabîn bikin, lê heta niha tiştek nekirine.”
“Zivistanan pirsgirêka me ya nebûna avê heye”
Direxşan Hesên jî ev 20 sale li vê taxê dijî, zehmetiyên jiyanê wiha anî ziman: “Destpêkê mala me li Helepçe bû dema ku em hatin Silêmanî rewşa me xiratir bû bi kêmek pare me malek li vê taxê dît û pîştre me kir mal. Me mafê xwe yê jiyanek baş divê ne jiyanek bê av û elektirîk. Zivistanan pirsgirêka me ya nebûna avê heye, em ji vê jiyanê bêzar bûn.”
Hepse û Rezwa du jinên din yên vê taxêne dibêjin: “Malên vêderê ji yên li taxên dinê erzantirin ji ber wê hêza me ji vê malê girt û me kirî. Em daxwazê ji hikumet û aliyên peywendîdar dikin ku pêdawîstiyên me yên sereke dabîn bikin û malên me tapo bikin û alîkariya me bikin da ku em bikarin weke hemwelatiyên din jiyan bikin.”