Jiyana koçeriyê rêwîtiyeke bêdawî ye

Di hersê demsalên salê de koçer li her deverê digerin, ji ber ku rejîmê derfet li pêşiya van ava nekiriye jiyana wan her di nava rêwîtiyê de ye.

 
DILÛCAN BOZÎ
Kobanê - Erebên koçer her li zozanan digerin û lê bi cih dibin. Malên wan kon in û ji mûyê bizinan çêdikin, jiyana wan bi xwedîkirina sewalan derbas dibe û debara jiyana pê dikin. Li cihên avî bi cih dibin û nikarin tenê li cihekî bimînin lewre ji bo avdana sewalên xwe her demê li cihekî ne. Jiyana wan li ser bingeha şivantiyê ye û ew bi xwe ji kesên şivan û gerok in. Erebên koçer li gorî jiyanê dibin du beş, koçerên gerok û yên nîvgerok. Koçerên gerok hêstiran ji sewalan bêhtir xwedî dikin û demdirêj li cihê xwe dimînin. Koçerên nîvgerok bi hejmarên mezin sewalan xwedî dikin û demkurt li cihên cuda digerin. 
Bi armanca naskirina rêbaza jiyana wan jinên koçerên Ereb ji me re axivîn
Jiyana erebên koçer
Jina bi navê Henûf Kiheyid ji bajarêTedmirê yê Sûreyêye ye her sal berê xwe dide bajarekî û li wir bi cih dibe heye werza zivistanê û paşê dizivirin malên xwe. Henûf wiha behsa jiyana koçeran kir: "Ji bo em bijîn divê em sewalan xwedî bikin, ev çanda me koçeran e û em li ser vê çandê mezin bûne. Koçer li ku bin jiyanê wiha dijîn. Her jiyana me di nava rêwîtiyê de ye û malên me jî kon in, em dikarin bêjin mala me li ser pişta me ye. Em dizanin ev jiyan ne hêsan e lê şêwazê jiyana me wiha ferz dike. Tu dewletan derfet li pêşiya me venekirine, her sal em li cihekî dijîn û her tim digerin ji bo em xwe xwedî bikin. Li gorî demê em tedbîrên xwe digrin, ji demên dapîr û bapîrên me ve em li derveyî bajaran dijîn heye roja îro. Em konên xwe  bi destên xwe çêdikin û ev kon ji tava rojê û baranê bi bandor nabin. Em carna rastî zehmetiyan tên weke kêmbûna avê. Di destpêka biharê de em tên heya havîn bi dawî dibe em sewalên xwe li zozana diçêrînin. Jiyana me bi vî rengî ye."
"Em her li pey sewalên xwe digerin"
Jina bi navê Fatima Rikad Hilo ku ji Belda Cirniye yê girêdayî bajarê Reqayê ye bal kişand ser berhemên bi dest dixin û ev tişt got: "Ev deh sal in ez zewicî me û bi vî rengî dijîm û kar dikim. Em hîn bûne sewalan xwedî bikin, dema em vî karî nekin em nikarin bijîn. Ev çanda koçeran e em bi xwedîkirina sewalan tên nasîn. Di van deman de êdî koçer li ku bin berê xwe didin herêmên şînahî lê hebe. Em sibehê zû radibin derdora hewşa sewalan baqij dikin, xwarinê didin zarokên xwe paşê jî dest bi dotina sewalan dikin. Rojê du caran em wan didoşin, paşê em şîr dixin beroşê û di bin konê de dihêlin, piştî nîvseatê êdî ew şîr dibe penêr. Niha dema çêkirina penêr e her kes ji bo hilandina zivistanê tên dikirin. Ava penêr jî em dikin qerîş ew qerîş dikeve nava şêraniyê. Em li derdora xwe şînahî diçînin û mirîşkan xwedî dikin. Her wiha em ziblê sewalan dikin tepik ji bo zivistanê yan jî ji bo kelandina şîr bi kar tînin."