‘Jiyana di bin xirbeyên malên xwe de mîna jiyana di qesran de ye’

Emşa Îbrahîm a ku piştî 7 salan vedigere taxa rojava ya bajarê Zirganê, dibêje ku bi saya têkoşîn û berxwedana YPJ/QSD’ê ew dikaribûne careke din vegerên malên xwe.

SORGUL ŞÊXO

Zirgan – Yek ji wan bajarên Rojavayê Kurdistanê ku zêdetirî 7 salan bi êrîşên dagirkeriya Tirk re rû bi rû bû, bajarê Zirganê ye. Zirgan dikeve navbera bajarê Dirbêsiyê û Serêkaniya ku bi salan e dagirkirî ye.

Ji bo ku Zirgan were parastin jin û xort û heta dapîran xwe bexş kiribûn. Di oxira parastina wê de bi dehan sivîl birîndar bûn û hatin qetilkirin lê îradeya gelê wê bi ser ket û careke din xelkên ku neçarî koçberiyê bûbûn vegeriyan taxa rojava û dest bi çêkirina malên xwe yên ku di encama êrîşan de zirar dîtibûn kirin.

Emşa Îbrahîm li ser vegerê û daxwazên xwe ji ajansa me re axivî.
 

Ji erd û mala mirov bi nirxtir tiştek tune ye

Emşa got ku ew di 7 salên koçberiyê de bi gelek zehmetiyan re rûbirû mane, di hundirê dibistanan de mane û wiha qala xweşiya vegerê dike: “Gava ku rewş hinek aram bû, em vegeriyan, ji erd û mala mirov xweştir û bi nirxtir tiştek tune ye. Ji ber dijwariya êrîşan malek jî li taxa rojava saxlem nemaye. Min kon avêtiye ser mala xwe û niha tê de dijîm.”

Giyan û canê xwe ji bo erd û gelê Zirganê bexş kirin
 

Emşa got ku şervanan ji bo parastina Zirganê giyan û canê xwe bi hev re dane û wiha ked û berxwedana hat dayîn bilêv kir: “Yê ku ev der diparastin şervanên me bûn, canê xwe ji bo ax û gelê sivîl bexş kirin. Ji bo xatirê me xew bi çavên şervanan nediket. Em heta dawî jî bi xort û jinên xwe yên şervan serbilind in. Ger îro em dikarin bi rûmet vegerin malên xwe, ev bi saya şehîdên ku li ser vê axê xwîna xwe rijandine ye.”

Sivîlên di bin xirbeyên malê xwe de rûniştîne mîna ku di koşkan de bin kêfxweş in

Emşa got ku xelk di bin xirbeyên malê xwe de dijî niha û wiha kêfxweşiya wê anî ziman: “Rûniştina di bin xirbeyên malên xwe de ji koçberiyê baştir e, ji buhayên kiriyên malan bi nirxtir e û ji perîşaniya di dibistanan û kampan de dîsa bi rûmetir e. Herî kêm mirov dizane ku ew di siya mala xwe de dijî. Lê niha gelek malbat vegeriyane û jiyan li taxa rojava xweş bûye. Di dema êrîşan de diviyabû em beriya banga esrê nehatibana taxê. Lê ger alîkariya madî were pêşkêşkirin jî têra zehmetiyên me li çol û beyaran dît, nake û neyê pêşkêşkirin jî dîsa nabe pirsgirêk.”

Emşa di dawî de got ku ew ê xaniyên xwe ava bikin û dê cejna qurbanê ji bo wan piştî 7 salên koçberî û dûrketinê bibe xweştirîn cejn lewre wê di nava mirî û mirovên xwe de pîroz bikin.