Jinên Zirganê: Em li ber topbarana dagirkeran fitara xwe vedikin

Jinên Zirgan der barê êrîşên dewleta tirk a dagikrer û çeteyên wê li ser gundewarên navçeyê û dibin topbaranê de pêşwazîkirina Cejna Remezanê gotin: “Em di heyveke pîroz de ne lê dagirker û çete rêzê ji vê yekê re nagirin."

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji roja yekemîn a şoreşê ve li kêleka şervanên xwe bûn, xweşî û nexweşî bi hev re parve dikirin. Piştî derbasbûna 10 salan lê hê jî xeta gel û piştgiriya wan bi şervanên wan re neguheriye lê ji berê bêtir bi hev re li ber xwe didin û axa xwe ji dagirkeran diparêzin. Navçeya Zirganê jî mînaka vê yekê ye. Şêniyên Zirganê ji dema êrîşa dewleta tirk a dagirker li ser herêma Serêkaniyê û Girê Spî heya vê kêliyê ku du sal û 6 meh li pey xwe hiştin ve, êşa dagirkeriyê dikşînin û li hember wê her kêliya jiyana xwe kirine berxwedan û li kêleka wê jî rêxistinbûyîna xwe xurt kirine. Li wir ne tenê sivîl lê belê ji zarokên ku di dergûşê de heya zarokên nûgihiştî ku her nîşana wan a serkeftinê li jor e û rûyê wan bi ken e, heya kal û pîrên ku hemû temenê xwe li ser vê axê derbas kirine her wiha heya bi kevir, gir û darên wê li ber xwe didin. Di vê dawiyê de dewleta tirk bi rengekî pir mezin êrîşên xwe yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kiriye, di nav de jî navçeya Zirganê ya Kantona Hesekê heye. Der barê van êrîşên dagirkeriyê de di van rojên pîroz a meha Remezanê de, jinên navçeya Zirganê axivîn.

"Stargeha me qiraxa çemê Zirganê û malên kelpîç in"

Helîma Hewaş a ku ji gundê Ereb Xan ê ku dikeve xeta agir e wiha dibêje: "Bênavber topbaran berdewam dike, duh 5 deqe beriya fitarê topbaranê dest pê kir lê em hê li gund in. Wisa bûye ku em li ber dengê obîsan şîv û paşîva xwe fitara xwe dixwin. Dema ku topbaran dest pê dike, em dadikevên qiraxa çemê Zirganê li wir xwe diparêzin, yan jî em dikevin malên xwe yên ku bi kelpîçan hatine avakirin. Malên ku ji kelpîçan hatine avakirin, ji malên ji bilokan zêdetir me diparêzin."

"Dagirker her dem topbaran dikin"

Helîma Hewaş behsa amadekariyên xwe yên pêşwazîkirina Cejna Remezanê kir û wiha domand: "Li gorî îmkanên xwe îsal me dest bi pêşwaziya cejna remezanê kiriye, ji zarokan re cil û bergên nû me kirî. Rojiya me ya îsal pir xweş derbas bû lê ev topên dagirkeran jiyana me dixin xeterê, em pir êşa êrîş û şer dikşînin. Ji ber êrîşan gelek malbat neçarî koçberiyê bûne. Ev hefteyek e em zarokên xwe naşînin dibistanê, ji tirsa ku werin topbaran bikin. Ji ber ku saet ango kêliyeke çete û dagirkeran a diyar tune ye, kengê dixwazin gund bêser û ber û sivîlan topbaran dikin. Carna saet 10:00 sibê, carna jî çend deqe berî fitarê ango piştî wê êrîş dikin. Daxwaza me aştî ye, ji derveyî vê tu daxwazeke me ya din tune ye. Ziyanê genimê me yê ku ev çend meh in em ked didin dibe ku ji ber topbaranê ji nişkêve bişewite. Em ê bi xwe bixebitin lê tenê bila ev dagirkerî bi dawî bibe û êrîş rawestin."

"Kurtejiyana me ya du sal û şeş mehan: Lingek li malê ye lingek jî li çolê ye"

Fatima Hemûd jî ku bi eslê xwe ji gundên Çiyayê Kizwanan e lê berî çend salan berê xwe daye gundewarên Zirganê û weke cotkar li wir dijîn der barê êrîşan de ev tişt got: "Kurtejiyana me ya du sal û 6 mehan ev e: Lingekî me li mal e, lingekî me jî li çolê ye, encama dagirkerî û êrîşên li ser gundê me ev e. Em di heyveke pîroz de ne lê dagirker û çete rêzê ji vê yekê re nagirin û her roj gundê me tên topbarankirin. Mirov nizane kîjan kêliyê topbaran dest pê dike, niha em hatine Zirganê ji bo ku hinek pêwîstiyên malê bikirin. Em bi tirs in ji ber ku dibe ji nişkave tiştek biqewime."

"Em ji bicihanîna erkên xwe yên civakî kêm mane"

Fatima Hemûd wiha gotinên xwe bi dawî kir: "Em êdî nikarin wekî berê derkevin cih û bajarên dûr heya gundê nêzî me bûye hesret em nikarin bibînin. Em wekî berê nikarin biçin erkên xwe yên civakî wekî dawet, şîn û wekî dinê jî û bi cih bînin. Rewş gihîştiye asteke wisa ku dema em erdên xwe av didin, topên neteqiyayî di nav de dibînin. Daxwaza me ew e ku şer biqede."