Jinên Yemenê di sala nû de bi hêviya aştiyê ne

Çalakvana mafên mirovan Diyaa Îbrahîm ji paytexta demkî Adenê, di wê baweriyê de ye ku daxwazên jinan gelek in, ya yekem rawestandina şerê ku jinan di hemû waran de gelek êş jê kişandiye lewre jin berdêla nakokiyên ku jiyana wan veguherandine perîşanî û belengaziyê didin.

NOOR SURIB
Yemen - Bi boneya hatina sala nû ya mîladî, hejmarek jinên Yemenî beşdarî rapirsiya ku ajansa me li ser xwestekên jinan li Yemenê ji bo îsal li dar xistibû bûn û tevî gelek girêdanên siyasî, çalakî û bajarên ku ew tê de ne, daxwaza bidawîbûna şer û vegerandina aramiyê bo welat hêviya wan bû. 
Hêviyên sala nû aştî û aramî ne
Hend Omairan, parêzvana mafên mirovan û şêwirmenda alîkar di warê zayenda civakî ya di înîsiyatîfa Aştiyê (PTI) de got: "Weke jin em hêvîdar in ku sala nû ji me re aştî û aramî, îstiqrara aborî û pêşketineke domdar li başûr û bakur bîne. Her wiha em hêvî dikin ku jin di beşdariya siyasî, aborî û civakî de beşdariyeke bi bandor ne kêmî  ji sedî 30 bi dest bixin û jin li ser maseya danûstandinan di yekemîn riya dîplomasî ya hemû pêkhateyan de bin. Divê civaka navdewletî û herêmî bixebite ku zêdetir zextê li hebûna jinan di postên biryardanê de bike da guhertineke mezin û bibandor çêbine. Ya herî girîng jî têkoşîna li dijî gendeliyê û balkişandina ser perwerde û tenduristiyê ye, ji ber ku perwerde û zanist yek ji amrazên mezin in bo guhertina gelan û dûrxistina wan ji nezanî û hejariyê. Di sala li pêş de, em hêvîdar in ku Yemen azad û aram be û zarokên wê, jin û mêr, mil bi mil ji bo damezrandina dewletek sivîl ku tê de hemwelatî di jiyana hevbeş de, rêzgirtina ji mafên mirovan, serweriya zagon û hemwelatîbûna wekhev re bijîn, bixebitin.”
Li aliyê din jî rojnamevan û berpirsa navenda ragihandina çandê Widad El-Bedawî ji bajarê Taizê hêviyên xwe yên sala nû bi me re parve kir û got: "Em li Yemenek aştiyane û bi îstîqrar dinêrin ku barê welatiyan sivik bikin, xizmetguzariyan pêşkêş bikin û jin bibin hevkarên bingehîn di pêvajoya siyasî û biryargirtinê de.”
“Hemû daxwaz û xewnên me yên şexsî bi rewşa welat ve girêdayî ne”
Hunermenda plastîk Xewla El Yamanî jî daxwaza xwe ya sala nû ji parêzgariya Lahcê parve kir û wiha got: "Ez hêvî dikim ku sala nû bibe salek bi aramî û bextewar û bibe sala pêkanîna daxwazan. Di warê siyasî de ez hêvî dikim ku sala nû ji bo welatê min bibe sala xweşî û aramiyê.”
Li aliyê din rojnamevan Abeer Waked ji bajarê Hadramout got: "Ez di sala nû de hêvî dikim ku em bigihîjin çareseriyek aştiyane ya ku dê Yemenê ber bi riya rizgariyê ve bibe da ku aştiya rastîn ava bike. Hemû daxwaz û xewnên me yên şexsî, rasterast an nerasterast bi rewşa welat ve ji nêz ve girêdayî ne. Her wiha di sala nû de ez hêvî dikim ku di asta xwe ya profesyonel a medyayê de tiştek bêhempa derxim holê. Ji ber rewşa şer ku di binesaziyê û tenduristiya derûnî de xwe dide der, ez her tim dudil bûm.” 
“Daxwazên jinan gelek in”
Çalakvana mafên mirovan Diyaa Îbrahîm ji paytexta demkî Adenê, di wê baweriyê de ye ku daxwazên jinan gelek in, ya yekem rawestandina şerê ku jinan di hemû waran de gelek êş kişandiye. Jin berdêla nakokiyên ku jiyana wan veguherandiye perîşanî û belengaziyê didin. Ji bo daxwaziyan jî ew jiyana bi rûmet hêvî dikin ku hemû jinên cîhanê wê yekê dixwazin û mafên xwe yên rewa ji bo başkirina şert û mercên jiyanê û aramiyê bi dest bixin. Her wiha bigihîje qonaxeke girîng di jiyana xwe ya kar û jiyana malbata xwe de.
Li aliyê din Dr. Rania Xalid, profesora civakî ya di warê piştgiriya derûnî de û civaknasa li zanîngeha Adenê, daxwazên xwe ji me re parve kir û got: "Em hêvî dikin ku sala 2022’an bibe sala aştiyê, em ê bi aqil bi rê ve bibin û tê de bigihîjin çareseriyeke siyasî, ji ber ku şeran me westandiye û her tiştê xweş li welatê me hilweşandiye. Em hêvîdar in ku rewş dê di hemû qadên çandî û civakî de baştir bibe û bi pêş bikeve. Jixwe rewşa aborî nayê veşartin ku mixabin bandoreke xwe ya zelal li ser hemû astan û li pişt gelek rûxandinan li ser asta civakî jî heye. Di her civakê de dema ku aborî têk biçe dê encamên wê li civakê vegerin. Ji ber vê yekê em li bendê ne ku rewş bi giştî di hemû astan û qadan de baştir bibe û sala 2022’yan bibe saleke baş, guhertinên ber bi başî û aştiyeke mayînde ve pêk werin
“Hêvîdar im ku şer li Yemenê raweste”
Çalakvana civakî Tashîd Asim ku yek ji jinên Kombûna Jinan a Adenê ye, ji bo Têkoşîna li Dijî Hilweşîna Aborî, hêvî kir ku ev sal ji salên beriya me cudatir be her wiha wê xewna jinên berê yên aştiyê parve kir û wiha got: "Hêvîdar im ku şer li Yemenê raweste û nirxa diravê baştir bibe da ku em di warê aborî de bi hêz bibin û jiyana me baştir bibe. Hevgirtina civakî dê bibe sernavek hêja ji bo nasîna di navbera me de û dê derfetek ji me re bê dayîn ku em hişmendî û hezkirina çandî belav bikin.”
Çalakvana civakî, Şefa Seîd Bahamîş, got: "Ez hêvî dikim ku cidiyetiyek ji aliyên şerker ve hebe ku karibin trajediyan bi dawî bikin û pêşî li berjewendiya giştî bigrin û li gel binêrin ji ber ku tenê ew bandordar e. Divê ji bo dîtina çareseriyên radîkal ji bo bidawîkirina şer hewl bidin. Ji ber vê yekê di sala nû de ez hêvîdar im ku rewşek aborî bilind bibe, xizmetguzarî û şert û mercên jiyanê baş bibin, civak geş bibe, çand vegere û jiyan di warê civakî û çandî de geş bibe.”
“Bi perwerdeyê dê civak bi pêş bikeve”
Wê her wiha got: "Ez li bendê me ku tenduristî û perwerde bi pêş ve biçe, ji ber ku bi zanistê re civak dewlemend dibin û hişyarî bilind dibe da ku çandên ramanê hembêz dikin hebin. Ez li benda beşdarbûna jinan im ji ber ku ew nîvê civakê ne û wek ew hilgirên peyameke bi rûmet û zelal in ez li bendê me ku di nav biryardêran de cih bigrim û xwe amade bikim ku civakê di aliyê aborî, civakî, çandî û siyasî de pêşve bibin. Divê di vê salê de ji aliyê rayarderan ve lêkolîn û stratejiyek bi baldarî were amadekirin da ku ronesansek aborî çêbibe ku rewş bi giştî were gorandin heya ku gel bi aram bibe.”