Jinên xwende yên Efganistanê dibin hedefa Talîbanê

Talîbana ku mafê perwerde û xebatê li jinan qedexe kiriye, niha jî bi zext, gef û zewacên bi zorê jinên xwende û bijîşkên Afganî dike hedefa xwe. Çîrokên trajîk nîşan didin ku berxwedana li dijî van zewacên bi zorê bi çi berdêlên giran bi dawî dibe.

BAHARAN LAHÎB

Kabul – Ji dema ku Talîbanê desthilatdariya xwe ji nû ve bi dest xist, gelek rapor ji parêzgehên cuda yên Afganistanê eşkere dikin ku hin endamên Talîbanê dixwazin bi jinên xwende re bizewicin. Ev jin pir caran wekî jinên duyemîn, sêyemîn, an çaremîn têne hilbijartin. Jinên Afganî bi îfadeyeke di navbera êş û tinaziyê de weha dibêjin: "Ji aliyekî ve, Talîban qedexe dike ku keç perwerdehiyê bibînin, lê ji aliyê din ve, ew gefê li jinên xwende dixwin û neçar dikin ku bi wan an jî bi xizmên wan ên nêzîk re bizewicin.”

Berxwedan û çîrokên bi êş

Dema mirov bûyerên ku ji hêla raporan ve tên êşkere korin û agahî û dîmenên ku li ser tora dijîtal tê parve kirin meyze dike dibîne ku gelek jin bi zorê bi endamên Talîbanê re têne zewicandin. Yek ji mînakên herî navdar ya Abîdeya 20 sabî de ji parêzgeha Ghor e, ku di 27’ê Nîsana sala 2025’an de xwe şewitand. Abîde ji bo ku bi birayekî yê fermandarê Talîbanê re ne zewice agir berda xwe û jiyana xwe ji dest da.

Nimûneyek din a bi êş û mirovan matmayî dike îtîrafa Elahe Delaverzade ye. Elahe xwendekara sala duyemîn a bijîşkî û yek ji jinên xwepêşander, ku keça fermandarekî berê yê hikûmetê ye. Elahe di 5’ê Tîrmeha sala 2023’an de vîdyoyek parve dike. Di vîdyoyeyê de diyar konte ku Seîd Hostî, rayedarekî Talîbanê, di dema girtina wê de tecawizî wê kiriye û dûv re bi zorê pê re zewiciye. Piştî ku ew di reve û diçe Pakistanê, Elahe ji aliyê hikûmeta Pakistanê ve radestî Talîbanê hat kirin û pênc meh di bin îşkenceyê de hat girtin. Di dawiyê de ew bi berdêla mîqdarek mezin a pereyan hat berdan û bû penaberê li welatekî Ewropî.

Hilbijartina girtîgehê û cezayê redkirina zewacê

Nimûneyek din jî Bibi Sedika ye ji navçeya Bala Murghab li parêzgeha Badghis. Sedika zêdetirî du salan e ku ji ber redkirina zewaca bi Hudayinazer a 70 salî re, ku endamek Talîbanê ye û berê sê jinên din hene, di girtîgehê de ye. Li gorî çavkaniyên herêmî, ji Sedika re hatiye gotin ku ew ê an bizewice an jî biçe girtîgehê. Bîbî girtîgehê di hilbijêre.

Di 9’ê Îlona sala 2026’an de, Çîmen Huseynzade û Sara Yusufî ya 15 salî li navçeya Kuhistanat a parêzgeha Serpulê hatin kuştin. Tê gotin ku Çîmen bi eslê xwe ji Bukanê ya Rojhilatê Kurdistanê bû û nêzîkî 20 sal berê piştî ku bi zilamekî Afganî re zewicîbû hatibû Afganistanê. Ew di nav gel de wekî "Bîbî Chemengul" dihat nasîn. Li gorî şahidan, Muftî Muhammedullah, serokê hec û weqfên Talîbanê li heman parêzgehê, dixwest bi Sara re bizewice. Dema ku dê û keç red kirin, wî her du jî gulebaran kirin û kuştin.

Dikare bê gotin ku bi sedan jin û keç neçar man ku bi endamên Talîbanê re bizewicin. Lêbelê, çîrokên wan qet di medyayê de nehatin ragihandin. Êşa van jinan ji êşa Elahe, Abide, Çimen, Sara an jî Sedîka ne kêmtir e.

"Kuştina bi sir" a doktora jin Gulale

Di 23’ê Hezîrana 2026’an de, doktora jin Gulale li mala xwe li navçeya Serhrod a parêzgeha Nangarharê hate kuştin. Wekî gelek bûyerên bi vî rengî, Talîbanê kuştin wekî "sir" bi nav kir û îdia kir ku zilamên çekdar bi şev ketine malê, îşkence li wê kirine û dûv re xeniqandine. Bavê Gulale jî di bûyerê de destê wî şikestiye.

Lêbelê, şahidên herêmî vegotinek cûda pêşkêş dikin. Li gorî wan, Gulale li klînîkek dewletê ya li herêmê dixebitî û gelek caran li ser pêşniyarên ne guncaw ên endamên Talîbanê gilî kiribû, ku wê hemî red kiribûn. Li gorî endamekî malbatê, fermandarekî Talîbanê çend roj beriya bûyerê bi rêya peyama dengî pêşniyara zewacê kiribû. Dema ku Gulale red kir, wê şevê êrîşî mala wê kir.

Wekî piraniya kuştinên jinan, piştî vê bûyerê, Talîbanê ji bavê Gulale îtîrafek stend û motîvasyon wekî "dijminatiya kesane" nîşan da. Şahid dibêjin ku bav kedkarek bû, bi riya erebeyekê fêkî difirot, lê piştî bûyerê rastî pirsgirêkên psîkolojîk ên cidî hat.

Zextên li ser bijîşkên jin û karbidestên tenduristiyê

Ev rapor piştî hevpeyvîna bi du bijîşkan ji du nexweşxaneyên cuda li Kabul û Sarpulê hatiye amadekirin. Wan diyar kir ku bijîşkên jin neçar dimînin ku bi endamên Talîbanê yên ku di nexweşxaneyan de dixebitin re bizewicin.

Rena Veli, ku li nexweşxaneyek li Kabîlê dixebite derheqê zext û sepandinên li ser jinan tê meşandin axivî û got: "Min dît ku hevkarekê min ê ciwan ji aliyê rayedarekî Talîbanê ve ku çavdêriya karê bijîşkan dike, bi zorê hate zewicandin. Ew bû jina çaremîn a wî zilamî."

Rena di derheqê hevala xwe de dibêje ku ew kesek bi hêvî û gelek zindî bû. Rena gotinên xwe di domînde û dibêje: “Lê di carekê de vekişiya hundirê xwe û bêdeng bû. Dayika wê jî li heman nexweşxaneyê wekê paqijkar dixebitî. Dema ku me sedema wê pirsî, dayika wê bi girî got ku rayedarekî Talîbanê gef lê xwariye û gotiye ku ger tu ne zewicî wê birayête were kuştin. Ji ber vê yekê ew neçar man ku vê zewacê qebûl bikin.”

Rena wiha qala serpêhatiya jiyana dayîka hevala xwe dike:"Dayika Şerîfeyê di rojên destpêkê yên Talîbanê de mêrê xwe winda kir û bi zehmetiyek mezin her du zarokên xwe mezin kir. Lê ji bo rizgarkirina jiyana kurê xwe, ew neçar ma ku vê zewacê qebûl bike. Li gorî agahiyan, ev endamê Talîbanê çar jinên din jî hene.”

Koçberî û cudakariya sîstematîk

Doktorek din a li Serpulê dixebite, Zakiya Rahmani, ji ber gefên Talîbanê neçar ma ku karê xwe bihêle û bireve. Zakiya bi vê awayî qala xwe dice: "Ez destgirtî me û diviyabû di çend rojan de biçim Londonê, lê fermandarekî Talîbanê pêşniyara zewacê ji min re şand. Malbata min ji wan re got ku keça me destgirtiye lê wan qebûl nekir û gotin: “Destgirtiyê te li vir nîne, divê tu li benda wî nemînî.”

Rehmanî di nava gotinên xwe de tirsa ku jiyan dike vedibêje û bi van gotinan dawî li axiftina xwe tîne: "Piştî gefên dubare, min kar û mala xwe hişt û reviyam Kabîlê. Niha, malbata min, du birayên min ên biçûk, me biryardaye ku em ji Efganîstanê derkevin, ji ber ku ez ditirsim ku ew min li vir jî bibînin.”

Rastî ev e ku jinên Efganî ne tenê ji mafê perwerde û kar bêpar in. Her roj ew bi tohmetên "pêçandina ne guncaw", qamçiyan li ber çavan, zewaca bi zorê, tundî û şêweyên din ên zextê bi girtinê re rû bi rû dimînin. Li gorî çalakvanên mafên mirovan, jinên Efganî îro di bin cudakariya sîstematîk û tundiya avahîsazî de rastî zexteke piralî tên.