Jinên Xezayî bi cilên ku bi tayê orlon çêdikin kêfxweşiyê belav dikin

Jinên Xezayê însiyatîfa bi navê "Difei" ji bo çêkirina cilên orlon û belavkirina wan li malbatên xizan, zarokên nexweşên penceşêrê û Komeleya Kesên Temenê wan Mezin ava kirin da ku kêfxweşiyê bixin dilê wan.

Jinên Xezayê însiyatîfa bi navê "Difei" ji bo çêkirina cilên orlon û belavkirina wan li  malbatên xizan, zarokên nexweşên penceşêrê û Komeleya Kesên Temenê wan Mezin ava kirin da ku kêfxweşiyê bixin dilê wan.

REFÎF ÎSLÎM   
Xeza – Gotina “Difei” tê wateya germbûnê. Navê însiyatîfek e ku ji aliyê 23 jinên ji Xezayê ve hatiye avakirin. Ji bo çêkirina cilên orlon (Cilên ku bi tayê orlon bi şîşik an jî nîkê tên çêkirin) ji bo malbatên xizan, zarokên nexweşên penceşêrê û li Komeleya Lênêrîna Kesên Temenê wan Mezin were belavkirin dixebitin. Têkildarî mijarê hin jinên ku beşdarî vê însiyatîfê bûne ji me re axivîn.
Jinên Filistînê cilên orlon ên ku salên dirêj tên bikaranîn bi hezkirin çêdikin
Fatima Ebû Heteb got ku dema wê daxwazên malbatên xizan ên ku ji sermaya zivistanê êşê dikşînin dîtin, biryar da ku tiştekî ji wan re bike ku germahiyê bide wan û wiha pê de çû: "Min li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kir ji bo ku jinan kom bikim û em bi hev re bibin alîkar, cilên orlon çêbikin û li malbatên xizan belav bikin. 23 jinên ji parêzgehên cuda yên Xezayê bi min re bûn alîkar. Piştre me biryar da ku em cilên orlon li zarokên nexweşên penceşêrê û Komeleya Lênêrîna Kesên Temenê wan Mezin jî belav bikin da ku şahî berfirehtir bibe. Fînansa vê yekê ji jinên beşdar bi xwe bû. Me tayê orlon kirî û dest bi dirûtina cilan kir. Hin jinên ku nizanibûn çêbikin miqdarek pere bexş kirin. Em cilên bi tayê orlon bi hezkirin çêdikin. Her çend demsala zivistanê derbas bibe jî qîmeta xwe winda nake û qîmeta wê bi derbasbûna salan re zêde dibe."
Fatima Ebû Heteb anî ziman ku wan navê însiyatîfa xwe kiriye "Difei" û wiha domand: "Ji ber buhabûna tayê orlon em rastî zehmetiyan hatin. Her çend hin firoşkaran jî alîkariya me kirin û bi bihayê nîvî dan me jî. Ez bi hêvî me ku ev însiyatîfa me ne ya yekem û ne jî ya dawî be. Divê piştgiriya kampanyayên xêrxwaziyê were kirin da ku ew karibin karê xwe bidomînin û bêtir jinan teşwîq bikin."
"Destkeftiyên jinên Filîstînê di forumên navneteweyî de tên nîşandan"
Sûmeya El-Gol ku beşdarî însiyatîfê bûye diyar kir ku jinên Filistînî dikarin di hemû waran de kar bikin, çi karê destan, çi xwarin, cil û berg be û wiha lê zêde kir: "Destkeftiyên jinên Filistînî her tim di bazar û forumên navneteweyî de tên nîşandan. Xebat aliyê psîkolojîk ê jinan xurt dike û wan kêfxweş dike. Ji ber ku ew tiştekî berbiçav pêşkêş dikin ku bi kêrî kesên din tê, ji ber vê yekê divê her jin xwedî hobiya xwe be."
"Divê jin xwedî hobiyek pratîkî bin"
Yasemîn El-Gol da zanîn ku ew bi şans e ji ber ku dikaribû tevli vê însiyatîfê bibe û wiha pê de çû: "Beşdarbûna min bi mebesta xweşkirina dilê zarok û kesên temenê wan mezin bû. Divê jin ji ber nebûna derfetên kar, li şûna ku wextê xwe bi gera li ser malperên tora civakî winda bikin, xwedî hobiyek pratîkî bin. Divê jin dest bi însiyatîfên bi vî rengî bikin da ku hevgirtina civakek ku ji ber şerên dubare jiyan lê hatiye herimandin xurt bikin. Zehmetiyên vî pîşeyî jî hene mîna bihayê ta. Ez bi tena xwe fêrî vê pîşeyê bûm."