Jinên Um El-Kêf: Topbaran dijwar bû lê em li ku bigerin jî wekî mala xwe nabînin
Li hemberî êrîş û topbarana ku gundê Um El-Kêf rojavayî navçeya Til Temirê dikeve, jinên gund nêrînên xwe anîn ziman û gotin ku ew tiştekî ji derveyî bidawîbûna vî şerî naxwazin.
SORGÛL ŞÊXO
Hesekê- Êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin, tu hêzên garantor Rûsya û Emerîka refleksek nîşan nadin. Di 4'ê Hezîranê de dewleta tirk a dagirker gundê Um El-Kêf ku dikeve rojavayî navçeya Til Temir a girêdayî Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi bombeyên mîsketê topbaran kir. Di encama topbaranê de 6 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn. Her wiha ji bo ku ewlehiya xwe biparêzin, sivîlan di malên ji axê de xwe û pezê xwe veşartin. Li hemberî êrîşên dagirkeriyê jinên gund nêrînên xwe anîn ziman.
"Topbarana vê carê pir dijwar bû"
Behiya Izo a ku li ber çêleka xwe rûniştîbû, wê didot ji me re wiha behsa dijwariya topbaranê kir: "Ger ku topbaran nebe, em pir baş û rehet in. Berî du rojan topbaran dijwar bû, min zarokên xwe ji gund derxistin û birin cem malbata xwe. Dema ku di saetên berbangê de topbaranê dest pê kir, em ketin binerdê cihê ku me çêkiribû da ku xwe biparêzin. Me pez û çêlekên xwe di hundir de veşartin, jiyana wan jî kir ewlehiyê. Em koç nebûne, her car topbaran dest pê dike, em derdikevin û vedigerin. Berî du rojan topbaran cuda bû, pir dijwar bû, pir dirêj jî kir, malan zirar dîtin û hinek jî hatin rûxandin. Ez ji mal û axa xwe hez dikim û naxwazim terk bikim."
"Bi xwedîkirina pez û çêlekan debara xwe dikin"
Behiya Izo got ku mala wê di encama topbaranê de hatiye rûxandin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Em niha di mala tiyê xwe de ne, mala min di encama topbaranê de hat rûxandin. Li vir ez hem çêlek û hem jî berxan xwedî dikim, bi firotina şîr û mast em debara xwe dikin. Ger ku lawirên me nebûna, wê rewşa me pir zehmet bûya. Ew jî ji ber topbaranê dilerizin. Bi taybetî dema ku berî du rojan topbaran çêbû, zarokên min diqîriyan û digotin mal bi serê me de hilweşiya. Her kes zirarê dibîne."
"Mafên mirovan bi şer re tune dibe"
Fatima Îsa got ku bi êrîşeke pir dijwar re rû bi rû mane û wiha domand: "Berî du rojan parçe û bombe bi ser me de dibariyan. Ma em ê heya kengê di vê rewşê de bimînin û jiyana me heya kengê dê wiha derbas bibe? Em bi rastî westiyan, jiyana me her bûye şer. Ger ku rêz ji mirovan re bihata girtin, îro em bi ewqas e bûyeran re rû bi rû nediman. Daxwaza me jî ew e ku ev şer raweste êdî bes e. Divê ku hemû alî li hev bikin û ev şer bi dawî bibe. Ma ev mafên mirovan e ku bi navê wê bang dikin? Ev mafên mirovan e ku her roj rastî topbaranê werin? Mafên mirovan ne rûbirûna şer e."
"Em li ku derê jî bigerin, wekî mala xwe nabînin"
Fatima Îsa wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema ku nanê me nebe, em bi çêkirina birinc û savarê roja xwe diqedînin. Arvan û genimê me tune ye em bihêrin û nanê tenûrê lêxin, 3 sal in jî zihabûnek heye. Em li ku derê jî bigerin, wekî mala xwe nabînin. Rast e, mala me ji axê ye û pir zirar dîtiye lê em jê razî ne û kêfxweş in. Di encama vî şerî de, tenê sivîl zirarê dibînin û dibin qurbanî."