Jinên Taîzê li hember bombebaran û dorpêçê liberxwe didin
Çalakvana civakî ya Taîzê Semîra El-Xelîdî rewşa mirovî ya bajêr wek 'karesateke bi temamî' pênase kir û got: "Di encama zêdebûna şer a li bajêr de, jin herî zêde bi xetereyên bombebaran û sûîqestan re rûbirû dimînin.
RIHMÊ ŞANZÛR
Yemen – Ji destpêka Îlona 2026’an ve, li bajarê Taîza Yemenê şerekî leşkerî yê berfireh dest pê kir. Ev pêşketin bi destpêkirina operasyona 'Fecirê Yemenê' û guherînên meydanî li herêmên perava rojavayî û derdora Bab el-Mendebê re hevdem bû. Her wiha li çend eniyên şerê bajarî şerên tund derketin û vê yekê fikarên derbarê ewlehiya sivîlan de zêde kir.
Ev pêşketin di bajarê ku ji sala 2015’an ve di bin dorpêça Hûsiyan de ye, pêk tên. Dorpêçê tevgera niştecihan û veguhastina kelûpelan sînordar kiriye û gihîştina pêdiviyên bingehîn, asteng kiriye. Zêdebûna şer jî rewşa mirovî ya bajêr aloztir kiriye.
Malbatên li Taîzê di peydakirina avê, dermanan, sotemeniyê û xwarinê de bi zehmetiyan re rûbirû ne. Di heman demê de bilindbûna bihayan û kêmbûna karûbarên tenduristî û paqijiyê, barê rojane yê jinan girantir dike. Bi taybetî yên ku berpirsyariya dabînkirina pêdiviyên malbatên xwe hildigirin.
Bi sedan qurban û bi hezaran binpêkirin
Daneyên di rapora Rêxistina Yemenî ya Maf û Azadiyan de, mezinahiya binpêkirinên li Taîzê di navbera 1’ê Îlonê û 29’ê Cotmeha 2026’an de eşkere dikin.
Li gorî rapora bi navê “Taîz… di navbera kuştin û dorpêçê de”, tîmê meydanî yê rêxistinê 2 hezar û 264 sûc û binpêkirinên li dijî sivîlan û milkên sivîl belge kiriye. Her wiha di nav 59 rojan de nêzîkî 12 hezar û 761 gule û mûşekan bi awayekî bêserûber hatine avêtin.
Raporê kuştina 189 sivîlan tomar kiriye, di nav wan de 38 zarok, ku neh ji wan pitik bûn û 27 jin hebûn. Her wiha 281 sivîl birîndar bûne, di nav wan de 29 zarok û 46 jin hene.
Raporê her wiha 23 bûyera darvekirina meydanî, pênc komkujî û 324 bûyerên revandin û windakirina bi zorê belge kirine, di nav mexdûran de jin, zarok û kal û pîr jî hene.
Ji bilî wêrankirina mal û milkên sivîlan û talankirina wesayîtên taybet, 23 dibistan bûne baregehên leşkerî. Her wiha navendên tenduristiyê û ambûlans hatine hedefgirtin û heft endamên tîmên bijîşkî hatine kuştin. Nêzîkî 23 navendên bazirganî û pênc navendên tenduristiyê jî hatine girtin.
Sivîl di navbera bombebaran û dorpêçê de asê mane
Rihmê Ebdullah a 34 salî ya ji herêma El-Eqroudê, dema ku dixwest di hundirê mala xwe de cihêkî bi ewle bibîne û dakeve qata jêrîn da ku xwe biparêze, ji aliyê kesekî ve bi guleyekê hate xistin.
Li herêma Sabrê jî, Emel Kemal a 26 salî ku dayîka du keçan e, du roj di hundirê mala xwe de tî û birçî di bin dorpêçê de ma. Paşê hat gulebarankirin û ji aliyê milê xwe û lingê xwe birîndar bû.
Dewle Hesen a 60 salî jî bi êşeke din re rûbirû ye. Ew bi nexweşiya têkçûna gurçikan dikeve û heftiyê çar caran hewceyî paqijkirina xwînê ye. Lê krîza sotemeniyê ya ji ber dorpêçê nîvê danişînên dermankirinê jê stendiye û jiyana wê xistiye xetereya tenduristiyê ya mezin.
Ev bûyer tenê beşek ji bandorên rasterast ên şerê li ser sivîlan nîşan didin. Sivîl ji aliyekî ve di bin xetera bombebaran û sûîqestan de ne, ji aliyê din ve jî gihîştina dermankirinê û pêdiviyên bingehîn ji wan re zehmet bûye.
Barên jiyanê û fikarên tenduristiyê
Çalakvana civakî ya Taîzê Semîra El-Xelîdî rewşa mirovî ya bajêr wek 'karesateke bi temamî' pênase dike. Semîra destnîşan kir ku krîza avê gihîştiye asteke dijwar û niştecih li kolan û taxan ji bo vexwarina avê daxwaz dikin. Hin kanî û çavkaniyên avê yên giştî jî ku berê wek çavkaniyên alternatîf dihatin bikaranîn, piştî xerabûna depoyên wan, rawestiyane.
Semîra El-Xalîdî hişyarî da ku komkirina çopê, kêmbûna karûbarên paqijiyê û zehmetiya gihîştina kamyonên veguhastina çopê bo cihên taybet, dikarin bibe sedema belavbûna nexweşî û epîdemiyan. Semîra got ku jin û zarok di nav kesên herî zêde zirar dîtî de ne. Semîra El-Xelîdî di derbarê bandorên tenduristiyê yên çekên ku di bombebaranê de tên bikaranîn de jî hişyarî dide. Li gorî Semîra ev çek dikarin di demeke dirêj de bibin sedema nexweşî û seqetiyan. Ji ber vê yekê, belgekirin û lêkolîneke bijîşkî ya serbixwe hewce ye da ku cureyê çekan û bandorên wan bêne diyarkirin.
Êş û zehmetiyên jinan tenê bi xetereyên ewlehî û tenduristiyê ve sînordar nabin. Gelek jin berpirsyariya peydakirina pêdiviyên malbatên xwe jî hildigirin, bi taybetî di şertên bilindbûna bihayên xwarinê, kêmbûna kelûpelên bingehîn û gazê de.
Semîra diyar kir ku dorpêç û zêdebûna şer barê aborî yê malbatan girantir kiriye. Malbat bi dahateke kêm û hêza kirîna ku rûbirû sist dibe, di peydakirina xwarin, gaz û pêdiviyên rojane de zehmetiyan dikşînin.
Pêşengiyên jinan ên ji bo kêmkirina bandorên şer
Tevî şert û mercên dijwar, jin bi rêya pêşengiyên alîkariya civakî û hevkariya mirovî, rola xwe ya civakî didomînin. Ev çalakî ji bo piştgiriya malbat û civakê û alîkariya şervanên li eniyên şer tên lidarxistin.
Semîra El-Xelîdî da zanîn ku jin ji bo gihandina xwarin û cilên zivistanê ji şervanên li cihên çiyayî re, çalakiyên hevkariyê organîze dikin da ku di demsala zivistanê de li hember sarmahiya tund bisekinin. Semîra got: "Ev çalakî yek ji awayên hevkariya civakî ye ku bajarê Taîzê bi wê tê naskirin. Rola jinan tenê bi peydakirina alîkariyan sînordar nabe, her wiha civakê jî dihewînin û hewl didin di şertên şer û dorpêçê de yekîtiya wê biparêzin. Girêdana jinan bi axa xwe û berdewamiya mayîna malbatan li bajêr, tevî bombebaran û zehmetiyên jiyanê, şêweyek ji berxwedanê ye."
Di navbera bombebaran, kêmbûna avê, bilindbûna bihayan û kêmbûna karûbarên tenduristiyê de, jin û keçên Taîzê bi berpirsyariyên her ku diçe zêde dibin re rûbirû ne. Ev berpirsyarî ji rêvebirina jiyana rojane derbas dibin û xetereyên şer û bandorên wî yên derûnî, tenduristî û civakî jî dihewînin. Di vê rewşê de, pêşengiyên jinan hewl didin bandorên krîzê siviktir bikin û yekîtiya civakê biparêzin.