Jinên Suweydayê: Şewata zeviyan kêliyên koçberiyê ji nû ve zindî dike
Bi şewatên li zeviyên gundewarê rojavayê Suweydayê, mirovên koçber bîranînên koçberiya xwe û windakirina mal û debara xwe ji nû ve dijîn. Negihîştina zeviyan û ji ber ku nikarin tevlî xebatên vemirandina agir bibin rewş dijwartir dibe.
ROŞÊL CONYOR
Suweyda – Şewatên berdewam ên li gundên rojava û rojhilatê Suweydayê, kêliyên koçberkirina bi darê zorê ya beriya salekê tîne bîra jinan. Koçberiya ku piştî çekdarên Heyet Tehrîr El-Şam ketin û kontrola hinek gundan girtin destên xwe çêbû; bi şewat û dûmana ku ji zeviyên çandiniyê bilind dibe dijwartir bû. Şêniyên ku çend kîlometreyan dûrî gundên xwe disekinin û nikarin xwe bigihîjînin zeviyên xwe yan jî şewatê vemirînin, heman tirs û êşê ji nû ve dijîn.
Ev dîmen, di nava gel de pirsên gelo kî rê li ber xwegihandina cihê şewatê digre û ger şewat ne bi zanebûn be, çima destûr nayê dayîn ku tîmên agirkujiyê jî bikevin herêmên dişewitin tîne rojevê.
‘Beriya ku erdên me bişewitînin dilê me şewitandin’
Hena El-Erebîd a ji gundê Velga, dibêje ku pêvajoya koçberiya bi darê zorê beriya salek bi êrîşa çekdarî ya li dijî gund dest pê kiriye û gel neçar maye malên xwe biterikîne. Hena El-Erebîd, wiha didomîne: "Beriya salek em ji malên xwe hatin derxistin. Hêzên çekdar êrîşî gund kirin û bi darê zorê me derxistin. Malên me talan kirin û şewitandin, tiştek ji me re nehiştin. Îro heman tişt dubare dibe, ji ber agir zeviyên çandiniyê dişewitin lê destûr nayê dayîn ku gel xwe bigihîjîne zeviyên xwe. Mesafeya di navbera bajarê Suweyda û gundê Velga de tenê çend kîlometre ye."
Hena El-Erebîd, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku mirov ji dûr ve li şewatê temaşe dikin lê nikarin tiştekî bikin û got: “Em agir bi çavên xwe dibînin lê nikarin biçin vemirînin. Gelo ger ev şewat ji ber germahiya zêde yan jî şewitandina bermahiyên çandiniyê çêdibin, çima nahêlin wesayîdên agirkujiyê xwe bigihîjînin zeviyan? Gelo çi rê li ber vemirandina wan digre?"
Hena El-Erebîd, tekez dike ku erdên şewitî ne tenê deverên çandiniyê ne, çavkaniya debara xwediyên xwe ne û wiha axivî: "Ev der ne axa wan e, bi çekan desteser kirin. Ev çavkaniya debara me û berhemên me yên çandiniyê ye. Lewma hîs nakin ku me çi winda kiriye. Beriya erdê me bişewitînin, dilê me şewitandin. Me ji cih û warên me kirin û heta îro jî em nizanin ka em ê bikaribin vegerin malên xwe yan jî dê çarenûsa me çi be.”
‘Ev zevî hêviya me ya dawî ya ji bo vegera me bû’
Hena El-Erebîd, dibêje ku gundewarên rojava stûna bazara çandiniyê ya Suweydayê ye û got: "Hemû kes dizane ku Suweyda girêdayî berhemên gundewarên rojava ye. Ji ber ku axa vê herêmê ji bo çandina sebze, fêkî û genim pir berhemdar e. Her wiha bîrên avê hene û yek ji baştirîn erdên çandiniyê bû."
Hena El-Erebîd, bi van gotinan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev zevî hêviya me ya dawî ya ji bo vegera me bû. Me dixwest em wan biçînin, ji berhemên wan debara xwe bikin û malên xwe ji nû ve ava bikin. Lê belê ev hêvî jî nema. Tenê zeviyên me dagir nekirin, bîran jî tijî kirin. Ji bo vegera jiyanê ya li vir, tu tişt nehiştin.”
‘Ev der çavkaniya debara me bû’
Rawan Ubeyd a ji gundê Velga, dibêje ku koçberiya ku saleke berdewam dike, rê li ber vegera mirovan a ji bo malên xwe digre û got: "Em şewatên mezin temaşe dikin û em der barê malên xwe de tiştekî nizanin. Em tenê dûmana ku ji xanî û erdên me radibe dibînin, lê em nikarin xwebigihînin wan."
Rawan Ubeyd, di berdewamiya axaftina xwe de wiha dipirse: "Gelo çima tîmên agirkujiyê hewl didin şewatê ji dûr ve vemirînin û nikarin xwe bigihîjînin deverên dişewitin? Ev axa me ye gelo çi dibe sedem ku em nikarin herin û agir vemirînin? Ev der çavkaniya debara me bû. Telafîkirina tiştên dişewitin wê salên dirêj pêkan nebe. Erd westiyaye, darên zeytûnan şewitîn û dûmanê bandorek mezin li ser avhewaya gund û bajêr kir."
‘Zarokên min pirsa erdên xwe dikin’
Rawan Ubeyd, rewşa derûnî ya zarokên xwe wiha vedibêje: "Zarokên min ji min dipirsin, 'gelo çi bû bi erdên ku em di nav de dilîstin û bavê me lê dixebitî?' Zarokên min pir bi bandor bûn. Me hêvî dikir ku em vegerin lê heta niha hêvî tune ye. Zarokên min fêrî dibistan û jiyana li vê derê nebûn, ji ber ku ew bi dibistan û erdê xwe re girêdayî ne."
‘Erdên ku malbatan bi wan debara xwe dikir dişewitin’
Nadîa Nasir jî wiha dibêje: "Me malên xwe hiştin, em ji cih û warên xwe bûn. Niha jî erdên me dişewitin û em nikarin xwe bigihîjînin wan erdan. Min ev erd diçand û debara xwe dikir. Ev der 40 salan, çavkaniya debara min û zarokên min bû. Îro, ez nikarim xwe bigihîjînim û tiştek biçînim."
Nadiya Nasir, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Ev erd erdê me ye û hemû bîranînên me tê de hene. Bi berhem û bereket bû. Dûrketina ji cih û warên xwe û koçberî pir dijwar e. Ger em biçînin, em nikarin berhev bikin. Ger em biçin wê jî em nikarin ewlehiya xwe mîsoger bikin.”
‘Xwegihandina zevî xeterek mezin e’
Nadiya Nasir, balê dikşîne ser xetera mayînên li herêmê û dibêje: "Beriya demek li cihê du kesan mayînek teqiya. Beriya niha jî du ciwanên ku çûn erdê xwe biçînin, di teqîna mayînek de jiyana xwe ji dest dan lewma xwegihandina zevî, bûye xeterek mezin û gefê li jiyanê dixwe."
‘Em dûmana li zeviyan radibe ji kîlometreyên dûr dibînin’
Emel Edîb El-Huseyn a ji gundê Mezraa jî kêliyên pêşîn ên koçberiyê tîne bîra xwe û dibêje: "Em ji ber êrîşê ji cih û warên xwe bûn. Bi êşeke mezin çûn. Tu rewş bi qasî dîtina şewitandina bajarê mirov dijwartir nîn e.”
Emel Edîb El-Huseyn, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Gundê me dişewitî û gundên beriya vê jî dişewitîn. Me dûmana ku ji malan radibe, dît. Em nikaribûn tehemul bikin û em çûn. Îro jî em heman krîzê dijîn; dûmana ji zeviyan radibe, ji kîlometreyan dûr dibînin. Em hêvî dikin ku vegerin malên xwe û bi malbat û cîranên xwe re bibin yek. Hêviya me ya ji bo ciwanên me mezin e."
‘Şewat kêliyên koçberiyê ji nû ve zindî dike’
Emel Edîbe El-Huseyîn, bi van gotinan dawî li axaftina xwe tîne: "Îro em dibînin ku erd dişewite. Em bawer dikin ku ev ji aliyê kesek ve hatiye kirin û ev yek êşa me zêdetir dike. Ji ber ku ev dîmen heman kêliyên koçberiyê tîne bîra me. Wê demê dû ji malan radibû, îro jî ji axa me radibe. Heman êşê ji nû ve didin jiyîn.”