Jinên Sûdanê 8’ê Adarê tenê bi pariyek nan û qurtek av pîroz kirin
Jinên Sûdanî di Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, di konên koçberiyê de li ber mirinê bûn. Ne bi maf û azadiyan lê qurtek av û parçeyek xwarinê 8’ê Adarê pîroz kirin.
MÊRVET EBD EL-QADÊR
Sûdan – Di demekê ku jinên li çar aliyê cîhanê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi daxwaza maf, azadî û edaletê pîroz dikirin de, jinên penaber ên li kampên Sûdanê dibînin ku tiştekî pir hêsantir pîroz dikin: qurtên avê yên paqij ji bo vemirandina tîbûna xwe û perçeyek hişk ji bo xwedîkirina xwe û zarokên xwe.
Hejmara koçberan her ku diçe zêdetir dibe
Ew ji mirina ku ji destpêka şerê ku niha nêzî sala xwe ya çaremîn li dû wan e xilas bûne, hindik be jî, lewma pîroz dikin. Her roj hejmara koçberên ku diherikin kampên li deverên bi ewletir, zêdetir dibe û piraniya wan jin û zarok in. Gelek ji wan piştî kuştina hevjîn an kurên wan reviyan. Yên din jî piştî tecawizkirina hin keçan reviyan ji bo ku derfetekê bibînin ku tiştên ji malbatên xwe mane, rizgar bikin.
Zarokên sêwî, pêxas, tazî û birçî tenê li ser şer diaxivin
Di hundirê konên kevin ku tu parastinek ji germ, serma û baranê nakin de, hûn tenê hewce ne ku li dora xwe binhêrin da ku bersivên hemû pirsan bibînin. Rewşa li wir bi xwe diaxive. Zarokên pêxas, bi cilên qirêj û kevin birçî ne û car caran li bendê ne ku kesek xwarin bide wan. Ew mîna zarokên li her derê li ser çûyîna dibistanê an tiştên ku wan li ser televîzyonê an telefonê dîtine naxivin. Di şûna wê de, ew dicivin da ku dîmenên şer ên jiyanê û hê jî di çav û dilê wan de ne, bi bîr bînin. Her yek ji wan ji hevalên xwe re dibêje ka bavê wî/wê çawa li ber çavên wan hatiye kuştin, çawa xwîşka wî ya mezin ji nav wan girtine û heta ku gihîştine wê derê çiqas êş kişandine.
Her jinek zarokên sêwî jî mîna yên xwe xwedî dike
Jinên ku li van kampan dijîn, her yek xwedî hejmarek zarokên cuda ne. Dibe ku hûn bipirsin: Ma ev hemû zarokên wê ne? Hûn matmayî dimînin gava hûn fêr dibin ku piraniya wan ne xizmên wê ne, lê piştî ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn xizmên wan kuştin, li ser rê hatine dîtin û wan mîna zarokên xwe qebûl kirine.
Jineke penaber zarokên ku li ser rê dîtine xwedî dike
Ajansa me li yek ji konên bajarê Kurmuk ê li Dewleta Nîla Şîn a li başûrê rojhilatê Sûdanê, bi Ezîza Elî Bekir re hevdîtin çêkir. Ezîza, ji kampa "Ebû Şûk" a li paytext El Faşera Darfûra Bakur a li rojavayê Sûdanê hatibû.
Ezîza Elî Bekir di şer de hevjînê xwe winda kir. Dayîka 5 zarokan e, lê 4 zarokên din jî li ser rê dîtiye. Ji ber ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn dê û bavên wan kuştine, sêwî mane û Ezîza zarokên xwe û van zarokan birine bajarokê Kurmukê. Ew dibêje ku piştî ku çend zilam ji gundê wê hatine kuştin û yên mayî hatine girtin, îşkence kirine û lê dane. Ezîza Elî Bekir rêwîtiyek dijwar û westiyayî da destpêkirin, zarokan çend rojan bi meşand. Veguhestin tune bû; tenê dengên meş û topbaranê di rê de dihatin. Wan ne xwarin û ne jî av hilgirtibûn heta ku gihîştin gundekî bi ewle ku bikaribin xwarin û avê peyda bikin û dûv re wesayîtan ew birin Kurmukê.
Banga alîkariya lezgîn
Ezîza Elî Bekir da zanîn ku ew ti karekî nake, bi tenê xwe dispêre alîkariya ku ji rêxistinên mirovî tê. Ezîza, bi hêviya ku zarokên wê û xwişk û birayên wan yên ku tevlî wan bûne xwarinên alîkariyê bibînin da ku wan xwedî bikin û jiyana xwe biparêzin, dijî. Ezîza Elî Bekir bang li rêxistinan kir ku di nav kampên koçberiyê de alîkariyê bidin wan.
Jin bedêla şerê ku bêyî vîna wan destpê kiriye didin
Di gelek rewşan de, terikandina deverên şer û pevçûnê ji bo jinan dibe ku bi ewle nebe. Ji ber ku ev hêz wan di rêwîtiya wan a dijwar a revê de jî dişopînin. Mîna ku şer li ser bedenên wan be. Li Darfûra ku ji hêla Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve tê kontrolkirin, jin di rêwîtiya xwe ya koçberiyê de û fatûreya şerekî ku ew li dijî îradeya xwe bûne beşek girîng, bedêlên giran didin.
Tenê di Sibatê de 400 jin û zarokên koçber rastî destdirêjiyê hatin
Rêjeya tundiya zayendî bi taybetî li eyaletên Darfûrê yên li rojavayê Sûdanê, di sala 2026’an de zêde bû. Tenê di meha Sibatê de, çavkaniyên bijîşkî eşkere kirin ku di dema koçberiya xwe ya ji El Faşerê ber bi Tawîla li Bakurê Darfûrê de zêdetirî 400 jinên di nav de zarok jî hene, rastî destdirêjiyan hatine.
Piştî kontrola RSF’ê bûyerên destdirêjiyê duqatîn zêde bûn
Di meha Adarê de, raporên NY nêzî 104 bûyerên destdirêjiyê li kampa Zemzem a li Darfûrê belge kirin. 75 ji wan, jin bûn. Wezîra Xizmetguzariya Civakî Salma Ishaq diyar kir ku hejmara bûyerên tecawizê berî ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) El Faşerê kontrol bikin hezar û 844 bû û paşê li Bakurê Darfûrê gihîşt zêdetirî 2 hezar û 500’î.
Raporê destnîşan kir ku tevî nebûna xizmetên tenduristiyê û zehmetiya belgekirina binpêkirinan li herêmên şer ên wek El Faşer, Bara û Kardofanê di dema hebûna Hêzên Piştgiriya Lezgîn de, pêvajoya jimartinê hê jî berdewam dike.
Jinên ciwan, tecrîdek bi tevahî dijîn
Li gorî Plan International, di meha Adarê de ji sedî 88’ê ciwanan li Dar El-Salaam û Tawilayê ji ber tirsa ji stîgmayê û xizmetên xirab, red kirin ku ji bo şîdeta li ser bingeha zayendî alîkariyê bixwazin.
Di raporê de hatiye xuyakirin ku jinên ciwan ragihandine ku ew tenê di nav rojê de di malên xwe an jî kampên teng de xwe bi ewle hîs dikin, ev jî dihêle ku ew hema bêje di tecrîdeke tevahî de bijîn.
Destdirêjî li gorî sala 2024’an ji sedî 80’yî zêdetir e
Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî dibêje ku di sala 2026’an de 12.3 milyon jin û jinên ciwan di bin xetereya destdirêjiyê de ne, ku ev rêje li gorî sala 2024’an ji sedî 80’yî zêdetir e.
Rêwîtiya koçberiyê ya jinan li Sûdanê tijî xetere ye û ew tewar di kampan de jî ewlehiyê nabînin, ji ber ku xetere li pey wan diçin.