Jinên nexweşên penceşêrê ji bêderfetiyan nikarin derman bibin
Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî nahêle kes ji bajaran derbikeve. Ji ber wê yekê jinên ku bi penceşêra malzarokê ketine nikarin biçin bajêr derman bibin. Her wiha ji bo dermankirinê neçar dimînin milkên xwe bifroşin.
HEDÎL EL-OMER
Idlib- Piştî penceşêra pêsîrê li Idlibê penceşêra malzarokê jî zêde dibe. Jinên ku bi penceşêra malzarokê ketine, li Idlibê gelek zehmetiyan dikşînin, dermanên ji bo penceşêrê peyda nabin her wiha gelekî zehmet e biçin Tirkiyeyê ji bo dermankirinê ji ber ku dewleta Tirk li hemberî gelek tiştan dibe asteng.
‘Ez nikarim debara xwe bikim ez ê çawa nexweşiya xwe derman bikim’
Seher El-Merûş a 38 salî, tevî ku beriya 3 mehan bi nexweşiya xwe ya penceşêra malzarokê hesiya jî nikare derman bibe ji ber ku rewşa wê ya madî gelekî xirab e.
Seher El-Merûş koçberek e li kampên Meşhed Rûhîn li Bakurê Idlibê dimîne li ser rewşa xwe dibêje: "Ez di konek de dijîm, tiştek lê tune ye. Ez nikarim debara jiyana xwe bikim. Ez ê çawa xwe derman bikim? Hevjînê min di karê avahîsaziyan de kar dike û heqdestê wî gelekî kêm e. Kirîna dermanan ji bo min gelekî zehmet e. Ez neçar im êşa nexweşiya xwe bikşînim û tehemul bikim."
Seher El-Merûş, diyar kir ku hewldanên wê yên derbasbûna xaka Tirkiyeyê bi ser neketine ji ber zagon û biryarên dewleta Tirk li ser nexweşan gelekî bi pirsgirêk in û wiha berdewam kir: "Divê kesên nexweş ketibin rewşeke xirab ku bikaribin derbasî xaka Tirkiyeyê bibin. Her wiha divê temînat hebe ji bo belaş were dermankirin an jî ger tune be divê pere hebe ji bo dermankirinê. Kesên ku ji bo derbasbûnê serlêdan kirine û hatine erêkirin, 4 mehan li benda dora xwe dimînin. Ji ber vê yekê nexweş ji ber van siyasetên li tenduristî û jiyana wan tên kirin, li hemberî biryarên ku tên girtin zehmetiyan dikşînin."
Li gorî daneyên xwecihî bi kêmasî 4 hezar û 300 nexweşên penceşêrê li Idlibê dijîn piraniya wan jin û zarok in. Pêwîstiya wan jî bi dermankirinê heye.
Ji bo dermankirinê mala xwe firot
Raniya El-Hemadî ya 38 salî jî nexweşa penceşêra malzarokê ye neçar ma mala xwe li Idlibê bifroşe û di kampeke li ser sînorê Sûriye û Tirkiyeyê de bijî ji bo ku bikaribe lêçûna dermankirina xwe bide.
Raniya El-Hemadî got: "Tunebûna derfetan û bijarteyan bû sedem ku ez mala xwe bifroşim û li kampan bijîm. Her dozeke kemoterapiyê heqê wê 125 dolarê Amerîkayê ye. Bijîşkan ji min re got ger derman bibim ez ê ji vê nexweşiyê bi temamî baş bibim. Tunebûna dermanan, yek ji zehmetiyên ku ez dikşînim e. Derman li dermanxane û nexweşxaneyan û navendên tenduristiyê peyda nabin ji ber wê, dema ku li Bakurê Sûriyeyê peyda nebin ez ji herêmên Tirkiyeyê dikirim."
‘Divê aliyên pêwendîdar bi berpirsyariyên xwe rabin’
Bijîşka jinan Aîşe Silêman jî têkildarî mijarê wiha got: " Li Idlibê belavbûna penceşêra malzarokê piştî penceşêra pêsîrê di asta duyem de ye. Rêjeya dermankirina vê nexweşiyê vedigere pêvajoya keşifkirina nexweşiyê. Tunebûna amadekariyên tibî û dorpêça ku dewleta Tirk li ser nexweşan ferz dike yek ji pirsgirêkên herî mezin e. Gelek nexweş hene dest bi dermankirinê nekirine ji ber derman gelekî buha ne û rewşa madî ya nexweşan tune ye."
Ayîşe Silêman bal kişand ser girîngiya peydakirina çareseriyeke lezgîn û yekser ji nexweşên penceşêrê re bi giştî û bang li aliyên pêwendîdar kir ku bi berpirsyariyên xwe rabin.